Jinên Ciwan ên Azad, 2. Konferansa xwe lidar dixin

Jinên Ciwan ên Azad bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku wê bi şiyara "Em bi ruhê Arînan jiyana rêxistinbûyî û azad ava bikin", di 14'ê Adarê de li bajarê Elmanya Kolnê konferansa xwe lidar bixin.

Jinên Ciwan ên Azad wê konferansa xwe ya duyemîn li bajarê Elmanya Kolnê pêk bînin.

Jinên Ciwan ên Azad bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku wê bi şiyara "Em bi ruhê Arînan jiyana rêxistinbûyî û azad ava bikin", di 14'ê Adarê de li bajarê Elmanya Kolnê konferansa xwe lidar bixin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi vê konferansê re dixwazin li hemberî sîstema kapîtalîst û efendiyên wê hêzên navneteweyî, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê bidin jiyîn û hat destnîşankirin ku sedema bingehîn a daxwaza fetisandina neteweya demokratîk a li Rojhilata Navîn îro tê avakirin, avabûna sîstemeke alternatîf li hemberî hêzên modernîteya kapîtalîste.

Jinên Ciwan ên Azad dan xuyakirin ku her çend ev hêz qebûl nekin jî li Rojava şoreşek heye û pêşengiya vê şoreşê jî jinên xwedî vîna ji pola û baweriya bi azadiyê dikin û got, "Baweriya bi felsefeya jiyanê, bîrdozî û meşa azadiyê ya Rêbertiya me, bawerî û dilsoziyeke welê afirand ku mîna Arîn Mîrxanan bedena xwe ji bo gelê xwe kir bombe û di nava dilê dijmin de teqand. Dijmin, ji bo avakirina bvê sîstema mirovahiyê ji holê rake, beriya her tiştî dixwaze rehên wê yên jiyanê bibire. Ji ber ku rehên jiyanê yên vê sîstemê têkoşîna azadiyê ya jinê ye, hedefa wan jine û jinan qetil dikin.

Mirov dikarin şoreşa Rojava weke şoreşa jinê bi nav bikin. Sîstema ku em niha di nav de dijîn, hebûna xwe herî zêde xwe li ser bedenê jinê dewam dike. Vê yekê jî li hemberî jinê, bi taybetî jî li hemberî jinên ciwan dike. Ji ber vê yekê ye jinên li Rojhilata Navîn ji bo dawî li vê rêveçûnê bînin û jiyana şaş hatiye hînkirin rast bike, bi felsefeya rêbertiyê li refên herî pêş ên têkoşînê cih girtin, pêşengî ji şoreşê re kirine. Em jî weke şopdarên vê kevneşopiya şoreşê, xwedî wê berpirsyariyê ne ku şoreşê gerdû bikin. Ji ber ku em jin in, em navê jiyanê ne.

Ya ku em ê pêk bînin konferanseke asayî ye. Dem bi dem li gorî pêwîstiyan, ji bo nirxandina kêmasiyên xwe, afirandina hêza çareseriyê û wergirtina biryarên xwe, konferans tên lidarxistin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku par bi konferansa hat lidarxistin re bingeha rêxistinbûyîna jinên ciwan hat danîn û hat destnîşankirin, ku konferansa duyemîn wê bi tehma azadiyê pêk were.

Hat gotin ku wê ji Swîsre, Elmanya, Hollanda, Fransa û gelek welatên din ên Ewropayê delege beşdarî konferansê bibin.