Ji Dayikên Aştiyê li hember gotinên Erdogan nerazîbûn
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyên yên Amedê bertek nîşanî gotinên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan dan û diyar kirin ku tenê derdê Serokkomar bibe serok e.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê bi daxuyaniyekê bertek nişanî gotinên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ên weke pirsgirêka Kurd tineye dan. Daxuyanî li ser navê dayikan ji aliyê Sultan Koyun ve hat xwendin. Dayik Sultan diyar ku tenê derdê Erdogan bûna seroke û wiha got:"Derdê Erdogan ne gelê Tirkiyê yan jî gelê Kurd e tenê derdê wî kursiyê wî ye. Dîsa Erdogan ji bo xwe qesran ava dike. Di hundirê qutiyên pêlavan de tijî dolar dikin. Dîzî û ne li rêtiya we li pêşberî çavên tevahî cîhanê ye." Dayik Sultan got ku li ser navê Dayikên Aştiyê helwesta Erdogan bi tundî şermezar dikin.
Dayik Sultan anî ziman ku armacan wan yekîtî û biratiya gelan û got, "Êdî bes e bila xwîn neyê rijandin. Niha li destê çeteyên DAIŞ'ê de pêşmergên dîl hene û dibêjin wê di roja Newrozê de wan bişewitînin. Em van kiryarên wan şermezar dikin û wan vedixwînin helwesta mirovahiyê." Dayik Sultan derbirî ku ew weke dayik li benda peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newrozê de were dayîn bin.
Di daxuyaniyê de dayika Hava Kiran jî diyar kir eger dayik destê xwe ji aştiyê bikêşin wê tevahî cîhan rabe ser piyan û ev tişt got: "Eger dayik ji bo zarokên xwe nebezin wê cîhan tevlîhev bibe. Îro bang dikin û dibêjin bila dayikên Kurd, Tirk û şehîdan werin cem hev. Ev çi polîtîkayên qirêjin li ser dayikan tên meşandin. Em ne amûrek listikê ne. Bila berpirsyar guh bidin hest û dilê dayikan. Bila êdî hikûmet zimanê dijî pêvajoyê bikar neyne. Em gelek aştîxwazin."