Hat îdîakirin ku li Kopê jineke ciwan xwe kuştiye

Hat îdîakirin ku li gundê Memanî yê girêdayî Kopê jina ciwan Gozel Polat a 18 salî întîxar kiriye.

Hat îdîakirin ku li gundê Memanî yê girêdayî Kopê jina ciwan Gozel Polat a 18 salî întîxar kiriye.

Li gundê Memanî yê girêdayî navçeya Kopê ya Mûşê hat îdîakirin ku jina ciwan a bi navê Gozal Polat a 18 salî xwe întîxar kiriye. Hat diyarkirin ku Polat piştî nîvro dema kes li malê nînbû xwe daliqandiye. Her wiha hat îdîakirin piştî hatiye ferqkirin ferdên malbatê derî şkandine û ketine hundir. Piştî lêkolîna jenderme û ekîbên tenduristiyê cenazeyê Polat birine Nexweşxaneya Dewletê ya Kopê. Hat ragihandin ku piştî lêkolîna dozger wê cenaze bişînin Saziya Tiba Edlî ya Meletî.

Di demên dawî de ku li navçeyê întîxarên jinan zêde bûne, di salên dawî de bi dehan jinan xwe întîxar kirine, hin ji wan jî ji aliyê hevserên xwe ve hatine qetilkirin.