Jineolojî zemîneke hevpar a têkoşînê ye

Jineolojî têkoşînên civakî, derçûnên şoreşgerî, pê re dîroka têkoşîna jinan ji xwe re dike hîmekî bingehîn. Ji dîrokê heta roja îro dibe îfadeya zanist a têkoşîna jinan. Di heman demê de ji bo jinan dibe zemîneke hevpar a têkoşînê.

Jineolojî têkoşînên civakî, derçûnên şoreşgerî, pê re dîroka têkoşîna jinan ji xwe re dike hîmekî bingehîn. Ji dîrokê heta roja îro dibe îfadeya zanist a têkoşîna jinan. Di heman demê de ji bo jinan dibe zemîneke hevpar a têkoşînê.

Jineolojî weke têgîn peyveke nû ye. Dibe ku weke peyv nû ye lê naveroka wê çanda civakî ya bi hezaran salan di nava xwe de dihewîne. Em dikarin weke macerayeke bi salên dirêj berdewam kiriye û bi awayekî şênber xwe di çarçoveya jinan de cilûberg li xwe kiriye bi nav bikin. Jineolojî mêzandina jinê jinûve li civakîbûnê û tevahiya civakî ya li derdora jinan pêşdikeve îfade dike. Yanî jineolojî hemû têkoşînên civakî, derçûnên şoreşgerî, pê re dîroka têkoşîna jinan ji xwe re dike hîmekî bîngehîn, xwe di nava vê çanda berxwedêr de straye û dest bi rêçûna xwe kiriye. Der barê jineolojiyê de endamên jineolojiyê Armanc Sarya û Zîn Agirî nêrînên xwe bi me re parve kirin.  

DI DÎROKÊ DE BEDELA HERÎ MEZIN JINA DAYE

Jin û zanist bi tena serê xwe xuliqkariyeke civakî ye û karakterê vê xuliqkariyê îfade dike. Ji ber vê jî jineolojî têgîneke resen e. Dîroka berxwedana jinê jî dibe parçeyekî zindî yê jineolojiyê. Ev dîroka berxwedanê xwe dispêre bi hezaran salan. Di dîrokê de yê ku her tim bedelên mezin dane jin in. Bedela herî mezin jî dest danîna ser azadiya wan e. Herhal di dîroka mirovahiyê de ji vê girantir tiştekî din tine. Ligel vê bedela mezin şer, qirkirin, birçîbûn, sirgûn, asîmîlasyon, koletî, çewisandin, destdirêjî, bênasnamebûn bû para jinan. Tenê jinan ev tişt ne jiya, sîstemê bi tevahiya civakê ev hovanetî dan jiyandin. Ji ber vê yekê di sîstema me ya roja îro de hîn girantir berdewam dike. Ji ber vê yekê jineolojî têkoşîna jinan tenê weke mîraseke dîrokî nagire dest. Weke bêndereke bûyeran hat-çû nanirxîne. Têkiliya wê ya bi rojane re datîne û tecrûbeyên di vê mijarê de derketine holê ji xwe re dike hîmê bingehîn. Jineolojî ji dîrokê heta roja îro dibe îfadeya zanist a têkoşîna jinan. Di heman demê de ji bo jinan dibe zemîneke hevpar a têkoşînê. 

DI 'SOSYOLOJIYA AZADIYÊ' DE JINEOLOJÎ

Jineolojî di berhema ‘Sosyolojiya Azadiyê’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kete rojevê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di berhema xwe de wiha dibêje: “Çawa ku di tevahiya zanistan de heye, vegotina mêrtiyê mohra xwe li zanista civakî jî xistiye û rêzên vê zanistê yên behsa jinan dikin, bi nêzîkatiyên propagandîf ên hîç behsa rastiyê nakin, tijî ne. Çawa ku dîrokên şaristaniyê yên çînî, mêtinkarî, zordestî û êşkenceyê statuya rastî ya jinê dinixumînin, ev vegotin belkî jî çil qat ji wan zêdetir dinixumîne. Li şûna femînîzmê têgîna jineolojiyê (zanista jinê) belkî çêtir bersiva armancê bide. Diyardeyên jineolojî wê derxe holê bi herhalî wê der barê gelek beşên teolojî, eskatalojî, polîtîkolojî, pedagojî û welhasil heta sosyolojiyê de ji loji’yên wan kêmtir xwedî pareke rastiyê nebin. Hem ji aliyê fizîkî ve hem jî ji aliyê maneyê ve jin beşê herî berfireh ê xwezaya civakî pêk tîne û ev ne ya guftûgoyê ye. Hingê çima ev parçeyê herî girîng ê xwezaya civakî nebe mijara zanistê? Sosyolojî gelek beşên xwe hene û heta pedagojî jî beşek ji wê ye, û der barê perwerde û hînkirina zarokan de ye. Zanisteke evqasî hatiye dabeşkirin çima jineolijiyê pêk nayîne û gelo ev xusûs ji vegotina wê ya bi serweriya mêr û pêve bi tiştekî din tê ravekirin.
Heta xwezaya jinê di tariyê de bimîne, wê tevahiya xwezaya civakê rohnî nebe. Xwezaya civakî bi awayekî rastî û berfireh were rohnîkirin, hingê rohnîkirineke rastî û berfireh a xwezaya jinê mumkîn dibe. Ji dîroka mêtingehkirina jinê heta bi mêtingehkirina wê ya ekonomîk, civakî, siyasî û zêhnî statuya wê were zelalkirin, wê ev yekê bibe alîkariyeke mezin ji bo zelalkrina tevahî mijarên din ên dîrokê û civaka îroyîn.” 

YEKEYA EWIL DI 2011'AN DE HATE AVAKIRIN

Dema ku têgîna jineolojî hate bihîstin bi her kesî re meraqek ava kir. Lê ev mijara ku balê dikişîne naveroka wê çawa bê tijîkirin, çawa bê pêşvebirin hîn jî gelek nîqaş li ser têne kirin. Di vê mijarê de jinên Tevgera Azadiya Kurdistanê li ser jineolojiyê lêhûrbûnek dan destpêkirin. 

Xebatên ewil ên jineolojiyê di sala 2011’an de piştî Kongreya 8’emîn a PAJK’ê hat birêxistinkirin. Destpêkê weke yekeyekê dest bi xebatên xwe kir. Di vê çarçoveyê de gelek nîqaş, nêrîn, pêşniyar, nirxandin hatin pêşvebirin. Piştî lêhûrbûnekê bi giştînameyekê li her zemîna têkoşîn lê tê meşandin ket rojevê. Ji bo giştînameyê gelek nêrîn û pêşniyar çêbûn. Ev nêrîn û pêşniyarên çêbûn di zemîna jineolojî de asta lehûrbûneke girîng derxist holê. Ev pêvajo bi nivîsandina broşûrên der barê jîneolojiyê de berdewam kir. Vê gavê li hemû cihên perwerde lê tê dîtin, li Rojava di akademî û zanîngehan de jineolojî weke ders tê dîtin. Di van dersan de ji bo xebatên jineolojiyê gelek nêrîn, pêşniyar û carna rexne jî têne kirin. Ev pêvajo ji bo avabûna zemînekê ji xebatên jineolojiyê re weke pêvajoyekê destpêkê tê nirxandin. Her wiha di periyodên cuda de gelek caran jin têne cem hev û li ser mijarên ku jineolojiyê eleqedar dikin nîqaşên xwe dikin. 

KONFERANSA DANASÎNA JINEOLOJIYÊ BÛ

Yek ji xebatên hat meşandin konferansa jineolojiyê di navbera 28’ê Sibatê û 2’yê Adara 2014’an de li Ewropayê hate lidarxisin. Di vê konferansê de gelek jinên ji miletên cuda li ser jineolojiyê nîqaş kirin. Jinên ku tevli konferansê bûn bi eleqe û heyecaneke mezin jineolojî pêşwazîkirin. Gelek nêrîn û nirxandinên cuda çêbûn. Jineolojî li her cihê dihat rojevê bû sedema dînamekek fikrê ya danûstandinê û nîqaşên germ çêbûn. Ev konferans di heman de bû konferanseke danasîna jineolojiyê. Ev konferans têgîna jineolojiyê di serî de bi jinan û piştre bi cîhanê da nasîn. Jineolojî ji ber ku qadeke nû ye bala her kesî kişand ser xwe. Ji bo xebatên jineolojiyê lêkolîn, lêhûrbûn û ji bo parvekirina wan zemînek hate avakirin. Lê ji bo jineolojî xwe bi rêxistin bike, di pratîkê de nifûzî her qadê bike pêwistiya wê bi demê heye. Di rewşa heyî de karakterê xwe yê esasî nû nû derdixîne holê. Ji bo vê xebata zanistê pêwîstî bi lêkolînên demdirêji, lêhûrbûn, nîqaş û di heman wextê de pêwîstiya wê bi pratîkbûyîn an jî civakîbûyînê heye. Jineolojî jî derçûna xwe ya esasî dê bi civakbûnê re bike.

DI MALPERA JINEOLOJIYÊ DE MÊZANDINA JINEOLOJÎK

Her wiha ev demeke jineolojî xebatên ji bo malperekê daye meşandin. Malper ji bo jineolojî xwe bigihîne civakê girîng e. Bi vê malperê re tê xwestin ku zemîna fikra jineolojîk ku tê de bîne ziman bê avakirin. Di malperê mijarên jineolojîk bê nîqaşkirin, di vê mijarê de her kes dikare nêrîn û pêşniyarên xwe parve bike. Ji ber vê jî malper ji bo xebatên jineolojiyê girîng e.
Jineolojî qadeke jinan a gerdûnî ye. Tecrûbeyên têkoşîna jinan tecrûbeyên jineolojiyê ye jî. Ji ber vê yekê jî di van têkoşînên ku jinan dane kîjan rast e, serkeftî ye, rê vedike di heman demê de tiştê kêm çi bû, çi tê dubarekirin gerek tehlîla van baş bê kirin. Jineolojî xwe dispêre qadên têkoşînê û ji wê derê derçûneke xurt bike. Jineolojî yek ji qadên ku xwe dispêre femînîzm e. Lê di roja îro de gelek rexneyên cidî ji bo femînîzmê hene. 

'JINEOLOJÎ FEMÎNÎZMÊ JÎ DIHEWÎNE NAVA XWE'

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan dike ku ‘ji femînîzmê jî wêdetir têgîna ‘jineolojî’ (zanista jinê) dikare bi awayekî baş bersiva armancê bide’. Têkiliya femînîzmê bi jineolojiyê re çawa be? Di vê mijarê de endama jineolojiyê Armanc Sarya wiha dibêje: “Bi salan e rexneyên me ji bo femînîzmê hebûn. Mijarên ku me rexne dikir femînîzm xwe ji navsîstembûnê xilas nekiriye, dubarebûnekê dijî, di mijara jinê de xwedî sekneke bi parçeyî ye, ji ew qas qirkirina jinan re çareseriyek nedîtiye. Ji ber vê jî jineolojî femînîzmê ji dihewîne û xwediyê kapasîteyeke wiha ye ku vê dubarebûna femînîzmê jî bibihurîne. Yek ji sedemên derçûna jineolojiyê ev xitimîna ku femînîzm dijî bû. Jineolojî di warê têkoşînên jinan de dikare tekabulî serdemeke nû bike. ji bo vê yekê jî pêwîst e vê kapasîteyê bi rêxistin û bi giştî bike. Vê yekê helbet hem bi fikrî hem jî bi pratîkî gerek bê kirin. Ev qada zanistê tenê bi bizavek, rêxistinek, partiyek, hereketekê bi sînor namîne. Zanist a hemû civakê ye, herî zêde jî zanista jinê gerek civakî be. Ji ber ku nîvê civakê jin temsîl dikin. Fikirîna jinê, keda jinê, afirînerên jinê, nirxên jinê, xwezaya jinê aliyekî civakîbûnê temsîl dike. Ji ber vê jineolojî gerek gelekî bi berfireh be. Femînîzm jî bi nêrîna jineolojîk dikare bibe hêzeke afirîner, pratîzeker, rêvebirina herî bingehîn. Ji bo ev mijar şênbertir be pêwîstî pê heye ku di zemînên hevpar de nîqaşên xurt bêne kirin.

JINEOLOJÎ Û TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ

Di têkoşîna jinên kurd de jî jineolojî qonaxeke nû ye. Tecrûbeyên azadiya jin, rewşa ku derxistiye holê, li Kurdistanê hem teorîk hem jî pratîk asta ku gihîştiye ji bo jineolojiyê daneheveke agahiyê ye. Hereketa azadiya jin di van çil salan de di warê civakî de gelek guhertin çêkir. Jinên kurd û civaka kurd ne wekî çil sal berê ne. Çima ev nebe mijara zanistekê? Armanc Sarya, destnîşan dike ku ji bo şênberkirina vê zanistê li pêşiya wan pratîkên şenber ên dewasa hene û di vê mijarê de wiha dibêje: “Jineolojî lêkolîna zanistî ya jina kurd bike. Vê guherîna ku jina kurd jiya ye, guherîneke ku gerek sosyolojiya wê bê kirin. Evqas tecrûbeyên heyî, di partîbûyîn, artêşbûn, îdeolojî, teorî û rêxistinkirina konfederal de jiyanî bûye. Rêbertiya me hem di warê fikrî de hem jî di warê çalakgerî de her tim di têkoşîna jinê de qonaxeke nû bi pêş xistiye. Artêşbûna jinê, partîbûyîna wê, îdeolojiya rizgariya jinê, teoriya qutbûnê, nasnameya jina azad ev nirxên gerdûnî ne. Di pêşengtiya jinên kurd de gelek tecrûbe bûne malê civakê û ev hemû nirxên jinên cîhanê ye jî. Ev hemû tecrûbe di heman demê de zanistî ne. Şêwazekî zanîna civakî derxistiye holê. Û ev zanîn li gorî rêgezên azadiyê yên bingehîn hatiye înşakirin. Ji ber vê jî jineolojî qonaxeke nû ya hereketa jina azad e. Hemû jinên ji bo azadiyê têdikoşin dikarin di bin vî banî de bêne cem hev. Jineolojî ji aliyê hereketên jin ên giştî bi taybet jî ji aliyê hereketa jina kurd ve hemû tecrûbeyan di potayekê de berhev bike, sosyolojiya tecrûbeyan bike û bi vî rengî dikare argumanên civak û jinê ava bike. Bi vî rengî dê argumanên xwe ava bike. Bi kurtasî jineoloji rêûresma têkoşîna jinan a cîhanê weke koka xwe û zemînê derçûnê qebûl dike.” 

'SOSYOLOJÎ PIRSGIRÊKÊN CIVAKî RAST NAGIRE DEST'

Zanista li derdora jinê pêş bikeve gavavêtineke rast a sosyolojiyê be. Di roja îro de ji ber karakterê zanistê yê ku felsefeyê veder dike, mirov asteng dike pirsan bipirse û ev yek lêpirsînê zeîf dike. Têgihandinên ku ne bi lêpirsînê hatine înşakirin weke rast bê zanîn û li gorî bijî, tiştê pozîtîvîzm dixwaze jî tam ev e. Muhendîstiya civakî jî tiştekî wisa ye. Bi taybet di van çend mehên dawî de teyisandina wê ya di medyayê de rastiya ku li derdora jinê hatiye înşakirin weke çarenûsekê ku destdirêjî tê kirin û tê kuştin tê nîşandan. Lêpirsîna sedemên pirsgirêkên civakê nake, bi nîqaşên li ser encaman dixwaze ser mijaran binixumîne. 

Endama jineolojiyê Zînê Agirî mijara sosyolojiyê wiha dinirxîne: “Sosyolojî pirsgirêkên civakî rast nagire dest. Danekeve çavkaniya pirsgirêkan, di rêbazê de parçebûn, ji ber vê jî bi tevahî lê nanêre. Dîsa di navbera nirxên civakî û nasnameya jinê de têkiliyek rast nayê avakirin, lêkolînên ji rastiya jinê qut têne kirin. Ev hemû dema têne cem hev ji çareserkirina pirsgirêkê wêdetir pirsgirêkê girantir dike. Di roja me ya îro de krîza ku zanist dijî jî tam ev e. Tu nirxên civakî tune bihesibîne tenê di ser biyolojiyê re jinê pênase bike encama ku derkeve holê ev e. Çunkî civakê çawa weke objeyekê digire dest, jinê jî di çarçoveya pênaseyên zihniyeta zilam de digire dest. Ji biyolojiya jinê derdikeve rê, cudabûna cins di aleyhê jinê de weke sedemê zeîfbûnekê pênase dike. Di vê çarçoveyê de jineolojî weke ontolojîk jinê encama destkeftiyên nirxên civakî digire dest. Şêwazê zanebûnê, rêbaza lêkolînê jî li gorî vê diyar dike.”

JINEOLOJÎ RÊBAZEKE ÇAWA DIFIKIRE?

Di roja me ya îro de gelek mijar bi mêzekirina objebûyîna zanista pozîtîvîst ku parçe dike, veder dike tê nihêrtin. Dîn, mîtolojî, felsefe ku parçe ye, dijberê hev an jî weke ku ne berdewama hev in tên destgirtin. Ev nêrîn her serdemê mantiqekî li ser xeteke rast pêşdikeve derdixe holê, lê ev tersî xwezaya jiyanê ye. Lê sîstema kapîtalîst ji bo temenê xwe dirêj bike, zanistê weke li ser xeteke rast digire dest. Ev yek jî ji çareseriya pirsgirêkên civakî wêdetir pirsgirêkan girantir dike. Heke meriv zanistê bike qadeke desthilatdariyê tê wateya berovajîkirina heqîqetên zanistî. Di vê mijara zanistê de dema mirov nezan bê hiştin neheqiya herî mezin e. Ev yek tê wateya pûçbûna mejiyê civakî. Cemidandina mejî herî zêde bi jinan dane jiyandin. Jin ketiye pozîsyona di civakê de kesên herî nezan. Mejiyê jinê kêm hatiye dîtin. Lê di dîrokê de  zanebûnên ewil zanînên jinan e. Di roja îro de yên herî nezan hatine hiştin jin in. Çawa jin ji her qada civakî hatine dûrxistin ji zanistê jî hatiye dûrxistin. Jineolojî çawa li zanistê dinêre Armanc Sarya wiha vedibêje: “Jineolojî pêkanîn û tespîtên rast ên zanistê datîne aliyekî, aliyên zanyariyê yên şaş, hatiye berovajîkirin û aliyên wê yên jora civakê rexne dike û bi bihurandin wan pêkhateyên xwe yên agahiyê ava dike. Jineolojî tenê ne li ser rexneyê, bi rêbaza destnîşankirina tiştê hewcê çi ye, bimeşe. Mînak di roja îro de pênasekirina jinê bi problem e yanî şaş e. Heke jineolojî jinê tenê weke cins bigire dest şaş e. Weke nasnameyeke sosyolojîk bigire dest dikare rê li ber van têgihiştinên şaş bigire. Yanî beranberiya sosyolojîk a jinê çi ye gerek derxe holê. Jineolojiyeke li ser vî esasî pêş dikeve dê mêzandineke nû ya zanistên civakî be. Zanistek ku bi mêzandineke jineolojîk ji safokê derbas bibe dê etîka xwe ava bike. Jineolojî tenê pirsgirêkan tespît nake, alternatîfa wê çi ye, li gorî pîvanên azadiyê digire dest. Rêbaza jineolojiyê rêbaza civakî ye. Ji bo civakê kîjan baş, çi bi exlaq e, çi bi pêşve dibe wê rêbazê esas digire. Ji ber vê tenê bi rêbazekê ne sînordar e, rêbaza wê guherîner û dewlemend e. Rêbaza ku bi kar bîne li gorî karakterê rêgezên exlaqî û polîtîk diyar dike.”

'JINEOLOJÎ TENÊ NE ZANISTA JINAN E'

Gelek kes dema weke pênase li jineolojiyê dinêrin, têgihandinek ku jineolojî tenê zanista jinan e dinirxînin. Zînê Agirî vê yekê weke têgihandineke hatiye avakirin dinirxîne û wiha dibêje: “Çunkî têgîna jinê tenê bi pênasekirina cins ve hatiye bisînorkirin û bi vî rengî ji nasnameya cewhera jinê hatiye qutkirin. Dema em dibêjin nasnameya cewher em behsa jiyana civakî dikin. Ji vê hêlê ve jineolojî hem civak hem jiyan hem jî zanista wateyê ye. Jin –jiyan- diyalektîka azadiyê rast ava neke bi awayekî rasteqîn ne mimkûn e behsa hebûna jinê bike. Lê dema cewhera jinê tê gotin li ser pozîsyona heyî îtirazên têne kirin tê fêmkirin. Çunkî zihniyeta desthilatdariya zilam ku behsa fitrata jinê dike, hewl dide jinitiya înşa kiriye weke cewher nîşan bide. Lê jineolojî jinê hem cewhera civakê hem jî weke durdiya (tortu) wê digire dest û weke hebûn kîjan nirxan temsîl dike, ev nirx bi kîjan rêbazan hatin dizîn, hate texrîbkirin hewl dide lêkolîn bike. 
Ji zarokatiyê bê destpêkirin, di serî de saziyên perwerdeyê li her derê li hemberî karaktera jinê ya hatiye berovajîkirin û empozeyî zilam hatiye kirin, nasnameya civakî ya jinê derkeve holê dê gelek encamên girîng bi xwe re derxe holê. Beriya her tiştî mêr jî ew ê bigihê nasnameya xwe ya cewherî. Çunkî li hemberî înşakirina nasnameya jinê zilamtî hatiye avakirin. Bi vî rengî zemîna ku mêr beg-jin kole hatiye pêşxistin bê bihurandin. Di vê wateyê de hem jin hem jî mêr hevjiyaneke çawa dixwaze mijara jineolojiyê ye.”

JINEOLOJÎ HEVJIYANA AZAD ÇAWA DIGIRE DEST?

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje “Qada divê pêşî bi zanistî mirov pê dakeve, qada hevjiyanê ye”. Li gorî vê yekê jineolojî têkiliya jin û mêr li ser kîjan esasan û li gorî çi digire dest. Der barê vê mijarê de Zînê Agirî wiha dibêje: “Tenê ne zanist mîtolojî, dîn, felsefe, qadên hunerê ku xwe bi têkiliya jin û mêr de xwe mayînde kirine ne tesadufî ye. Çunkî ev têkilî qadên jiyanê yên din jî destnîşan dike. Bala xwe bidinê ez nabêjim bandor dike, ez dibêjim destnîşan dike. Çunkî têkiliya jin û mêr ji mîtolojiya Adem û Hewa tê destpêkirin, têkiliyek çawa yan jî sazîbûneke çawa be modelek tê xêzkirin. Piştre jî ev model bi hin qaîde û qûralan nayê bihurandin, vediguhere şêwazekî jiyanê yê pîroz. Sîstema kapîtalîst di malbatê de, bi afirandina dewleta herî biçûk -mêr- qada kedxwariyê vedike. Êdî têkiliya jin û mêr bi hin qaliban tê berdewamkirin. Lê rastiya xwezaya civakî ji ber ku pê re li hev nake pirsgirêk her diçin mezin dibin. Di dawiyê de tenê tiştek dimîne ji aliyê hezkirinê xwe ve bê kuştin. Bi kurtasî jin êdî bi kujerên xwe re mecbûr in bijin. Ma em her roj vê nabihîsin? Nizanim çend sal in zewicandîbû, hezkirinê wê yê berê bû, mêrê wê yê berê bû, bavê wê bû, birayê wê bû hwd.

Baş e hezkirin, eşq li ku derê ma? Têgînên weke hezkirina dikuje, sewdaserî, aşiqê hesûd hwd. îfadeya çi ye, divê em ji xwe bipirsin û bi zanistî çareser  bikin. Divê em modelên weke “Mêr bi tundî hez dike, jin jî vê weke pêşandaneke hezkirinê qebûl dike û tehamulî vê dike” deşîfre bikin, lêgerîna ku ya rast çawa be em xurt bikin. Şikandina têgihandina têkiliyên heyî ew ê ne bi hêsanî be, lê aşkera ku bi vî rengî jî nayê jiyîn. 
Beriya her tiştî divê bê zanîn ku zihnê mêr di bin bombardimanê de ye. Di vê mijarê de xeletiyên mêr pir zêde ne. Heke eşq, evîn, jin, civaka ku desthilatdariya mêr pê daye windakirin jinûve dixwaze bi dest bixe gerek îradeya wê nîşan bide. Ev nêrîna ku her tim pirsgirêkên jinê hene, jixwe mêr ji ber wiha welidîne tu guhertin çênabe divê bê şikandin. Çunkî li hemberî nêzîkatiyên cinsiyetparêz ji eniya jinê weke qadeke têkoşînê lê nihêrtin têkoşîna li ser lingekî tê meşandin îfade dike. Mêr li ser esasê dîrokî û civakî li gorî jineolojiyê divê xwe ji nû ve pênase bike. Nexwe ev zanista ku mêr ji roja welidiye weke tecawizkar hatiye îlankirin, êrîşkarî weke xwezaya wî dihesibîne nebihurîne ew ê çawa bi jinê re rast bijî. Zilamtiya ku ew qas hatiye nepixandin û di bin nasnameya desthilatdariyê ku lê hatiye barkirin diçewise çavkaniya xwe ji wir digire. Zilam bixwe jî di nava krîza ku bi jinê tê jiyandin de ye. Lê sîstem weke ku mêr li derveyî vê krîzê ye riya jiyaneke sûnî jê re vedike. Di vê hêlê de qada zayendparêziyê, qadeke ku ji aliyê zilam ve hatiye texrîbkirin. Êdî tekane qada ku zilamtiya xwe lê înşa kiriye. Encax bi danûstandineke civakî têkiliyên jin û mêr li ser zemîneke rast bê rûniştandin. Çunkî têkiliya jin û mêr ji civakê hatiye wergirtin weke qadeke taybet xistiye bin kontrola mêr. Ev bi serê xwe pirsgirêkek mezin e.

Ji bo jinê rewş hîn xerabtir e. Çunkî herî zêde ew texrîbatê dijî û jiyan jê re êdî veguheriye dojehê. Çiqas hewldanên wê yên ku xilas bike hebe jî ji ber ku qadên jiyanê yên bi ewle tune encam naguhere. Li malê mêrê wê, li derve kesekî din, li qereqolê polîs, bi kurtasî li her derê talûke berdewam dike. Ya herî biêş jî gelek jin êdî vê rewşê qebûl dikin. Ev jî rê li pêşiya hêzeke hevpar digire. Bi nêrîneke qederparêz bawer dike ku ev rewş naguhere. Ev jî bi xwe re her roj qetilkirina jinan û normalbûyînê tîne. Di rastiya xwe de têgihandinek ku ev ne rastiya jinê ye bê avakirin dê jin jî riyeke derçûnê ava bike. Têkoşîna azadiya jinê ya di nava PKK’ê de pêşketiye vê yekê îfade dike. Fêrî xweparastinê bibe, rêxistinkirin, sekna li hember, bîrbirin, bûye faktorên diyarker ên veguherîna civakê. Di rastiya xwe de jineolojî xebateke ku ev tarzê zanebûnê yê veguherîne derdixe holê. Çunkî tu çawa zanibe, tu li gorî wê tevdigere û dijî. Em dikarin bêjin heke em jin û mêr danûstandineke rast fêr bibin, li derveyî têgînên zihniyeta cinsiyetparêz hev nas bikin em ê çareseriya pirsgirêkên civakî jî pêş bixin.”

'EKONOMIYA HEYÎ BI XWE PIRSGIRÊK E'

Jineolojî ji ber ku zanista civakî ye hemû qadên zanista civakî vedihewîne nava xwe. Ev qad di heman demê de beranberiya rastiya jinê jî qadên bi problem in. Ekonomî di vê çarçoveyê de dikare bê destgirtin. Em vê baş dizanin ku di roja me ya îro de ekonomî ne ekonomiya rasteqîn e, qadeke desthilatdariyê ye. Di nav ekonomiyê de jî jin bi her awayî meta ye. Halbûkî ekonomiya malê, ekonomiya malbat û civakê çavkaniya wan a destpêkê keda jinê û afirandinên wê bû. Têgihiştana ekonomiya kapîtalîzmê li ser dizî û mêtinê hatiye avakirin. Di têgihiştineke ekonomiyê ya bi vî rengî de helbet cihê jinê dê tê de tunebe.

Armanc Sarya nêzîkatiya jineolojiyê ya ji bo ekonomiyê wiha vedibêje: “Têgihiştineke me ya ekonomîk ku beşdarî sîstema ekonomîk a heyî bibe tune. Jin ji bo bi awayekî ekonomîk azad be di beşdarbûna nîzama ekonomîk a heyî de derbas nabe, ji ber ku tiştê heyî bi xwe bi pirsgirêk e. Ji ber ku ekonomî qadeke civakî ya bingehîn e, jinolojî ji aliyê ekonomîk ve li ser bername û planên demkurt û demdirêj lêhûrbûnên xwe hene. Polîtîkayên vê qadê gerek li gorî rêgezên azadiyê be. Ji ber ku ekonomî qadeke polîtîk e. Ev ne polîtîkayên dewletê ne, polîtîkayên civakê ne. Rêgezên ekonomiya modernîteya demokratîk rêgezên girîng ên jineolojiyê ne jî. Ekonomiya komunal, çanda bazara sosyalîst pîvanên ku esas bêne girtin in. Ekonomiyê ne li ser pere, li ser keda dêtiyê (dayiktî) û li ser teoriya nirxa kedê dide rûniştandin. Ekonomiya heyî bi halê xwe pirsgirêkan ava dike. Çunkî li gorî têgihiştana sermaye-kara zêde ya kapîtalîst hatiye avakirin. Jineolojî beranberî vê têgihiştinê, têgihiştina ekonomiya komûnal a civakî esas digire.”

'PERWERDEYA HEYÎ NÊRÎNA NETEWE DEWLETÊ YE'

Nêrîna jineolojiyê ji bo perwerdeyê cuda ye. Perwerdeya niha tê kirin rexne dike û sedemên vê Armanc Sarya wiha vedibêje: “Karê perwerdeyê ne karê dewletê ye. Dewlet bi perwerdeyê armanc dike ku kadroyê xwe ava bike. ji ber vê jî dewlet girîngiyê dide qada perwerdeyê. Hêj di temenekî biçûk de dest bi perwerdeya zarokan dike. Nêrîna netewe dewletê di serê ciwanan de bi cih dike û têgihandineke welatîbûnê ava dike. Perwerdeya ku niha tê dayîn jîrîtiya mirov pêş naxe, li ser jiberkirinê hatiye avakirin. Her dewletek nêzîkatiyên wan ên cuda cuda hene. Mînak sîstema perwerdeya li Tirkiyeyê li ser neteweparêzî, cinsiyetparêziyê dimeşe.

Jineolojî di qada perwerdeyê de nêrîneke demokratîk, azadiya jinê, rêgezên xwecihî û gerdûnî dihewîne, exlaqê azadiyê esas digire. Jineolojî di vê mijarê de argumanên xwe bide rûniştandin, civak dê sîstema xwe ya perwerdeyê li ser zemîneke xurt pêş bixe. Civak gerek perwerdeya xwe li ser zanebûnên xwe pêş bixe. Li ser zanebûna xwe jiyana xwe bi rêxistin bike. Perwerde lingekî girîng ê zanebûn, fêrbûnê ye. Civak divê zanebûnên xwe her tim parve bike û ji nifşên pêşerojê re ragihîne. Di vê çarçoveyê de qada perwerdeyê ji bo neteweya demokratîk qadeke xurt e ku xwe bi rêxistin bike. Zemîna vê bi jineolojiyê dikare biavêje.”

'JINEOLOJÎ TENÊ REXNEYA TIŞTÊN HEYÎ NAKE'

Zînê Agirî jî di mijara perwerdeyê de wiha dibêje: “Jineolojî tenê rexneya tiştên heyî nake, di heman demê de têgihandinên nû jî ava dike. Çunkî dema em li çavkaniya pirsgirêkan dinêrin, derfetên me çêdibe ku em heqîqeta hatiye berovajîkirin bibînin. Yanî tiştê nebûye pirsgirêk çi ye, tu baştir fêm dikî. 

Li akademî, dibistananan dema em dersa jineolojî didin, tenê ne li ser agahî dayîne ye, di qada zihniyeta şoreşê de em lêhûrbûnê çêdikin, perwerdeyek ku em têgihandinên xwe veguherînin pêk tînin. Ev perwerde nîşanî me dide ku veguherandina têgihandinên me hem mêr hem jî jin pîvana çi baş e, çi xerab e, çi xweşik e, çi kirêt e li ser esasê heqîqetê bi jineolojiyê re em dikarin derxin holê.”  

JINEOLOJÎ ÇAWA LI QADA POLÎTÎKAYÊ DINÊRE?

Polîtîka yek ji rêgezên bingehîn ên civaka exlaqî û polîtîk e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê mijarê de wiha dibêje: “Eger fonksiyona exlaq, kirina herî baş a karên exlaqî be, fonksiyona polîtîkayê jî peydakirina karên herî baş e.” Ji bo civakê tiştên baş çi ye, li ser wî esasî nêzîkatiyeke polîtîk bê pêşxistin. Jineolojî di mijara polîtîkayê de çawa tevdigire Armanc Sarya wiha dibêje: “Polîtîka karê civak ê ye, karê jinê ye. Heke em jinê weke hebûneke civakî bi nav dikin, wê demê yek ji hêmanên bingehîn ê polîtîkayê jin e. Polîtîka sererastkirina karên civakî û civak qadên jiyana xwe bi rêxistin kirine. Mînak, ekonomî, tenduristî, huner, perwerde, zanist qadên polîtîk in, ev çawa bêne kirin, çawa bibe kolektîf karê polîtîkayê ye û polîtîka vê bi rêxistin dike. Ev hemû qad jî li ser zanebûn û pratîka jinan pêş ketine. Polîtîkayeke bê jin, kaosa ku desthilatdariyê derxistiye holê ye. Bi vederkirina jinê re civak jî bê polîtîka hatiye hiştin. Di roja îro de di wateya polîtîk de qadeke mêr jî tune. Qada polîtîk weke qada desthilatdariyê hatiye înşakirin. Civak bê siyaset yanî bê parastin hiştiye. Yek ji qada ku herî zêde jin tê de cih bigirin, qadeke ku bi îrade û hişê jinê şekl bigire polîtîka ye. Jineke polîtîk di heman demê de jineke bi rêxistinkirî, xurt û xwedî îrade ye. Tê mahneya ku di warê pratîk û fikrî de ji civakê re pêşengtiyê bike. Bi têkoşîna azadiyê re jinên kurd li gorî gelek civakan hêj zêdetir di nav polîtîkayê de ye. Her nûbûna di qada polîtîk de rêxistinkirina fikra jineolojîk pêşvetir bibe. Ji bo bihurandina xitimîna qada polîtîk û ev qad ji bo qada têkoşînê hêj rêxistinkirî be pêwîst e bi nêrîneke jineolojîk bê destgirtin.”

'DÎROKEK RAST BI NÊRÎNEKE JINEOLOJÎK PÊKAN E'

Qadeke zanistê ya girîng ji bo jineolojiyê jî dîrok e. Civakek ku dîroka xwe nizanibe ji bo pêşeroja xwe nikare biryarên rast bigire. Pêşeroja xwe nikare diyar bike. Dîrok bîra civakan e. Civak ji dîrokê dersê derdixînin û pêşeroja xwe diyar dikin. Lê di roja îro de dîrokê weke veguhestinên dewletan, qralan, şer, qehremanan dibînin. Armanc Sarya berovajîkirina der barê dîrokê de û girîngiya wê de wiha dibêje: “Berovajîkirin bi daxwaza jinê bi tevahî ji dîrokê rake re eleqedar e. Hem nasnameya jina azad ji holê rake hem jî jin bi kîjan lîstokên desthilatdariyê hate kolekirin, di roja îro de tîpolojiya jina azad û zilamê serwer şêlû bike. Dîrok civakî ye, civak jî avabûneke bi kokên xwe dîrokî ye. Xwe digihîne bi hezar salan, dîrok ji ser wê şekl digire. Civak, mekan û zeman ji hev ne qut e. Jin jî parçeyekî aktîf ê vê rastiyê ye. Tê xwestin ku gelek mijar ji dîrokê bêne jibîrkirin. Ji bo dîrok bibe nirxekî etîk di çarçoveyeke rast de bi destgirtina jinê re eleqedar e. Bîrbirineke dîrokê ya rast bi nêrîneke jineolojîk dikare derkeve holê.” 

'JI BO SÎSTEMÊ JIN ÇI BE, XWEZA JÎ EW E'

Mijareke din ku jineolojî bi girîngî li ser disekine ekolojî ye. Xweza û civak du zindiyên girêdayî hev û hev temam dikin e. Mirovan destpêkê ji nebat, sewal û zindiyên li xwezayê fêr bûn. Civak bi xwezayê re çawa têkiliyê dayne, ew jî bi xwe parçeyekî xwezayê ye ji jinê fêr bû. Heman nûbûna di xwezayê de, di bedena jinê de jî cereyan dike. Ji ber vê jî xweza tu carî nebûye diyardeya mêtinê. Armanc Sarya, girîngiya vê mijarê wiha vedibêje: “Di roja îro de bi jinê re qadeke mêtingehî li ser tê kirin xweza ye. Ji bo sîstemê jin çi be, xweza jî ew e. Her du jî wek hebûnên bê wate û ne girîng têne dîtin. Xweza weke çavkaniyeke mêtingehê tê dîtin. Têkiliyên civak û xwezayê gerek bê sererastkirin. Nêrîna civakê gerek bê guhertin, civak bê perwerdekirin. Ji bo civak li qadên xwe yên jiyanê xwedî derkeve, jinûve li cîhana xwe xwedî derkeve û ji destê desthilatdariyê ku weke qadeke mêtingehê dibîne derxe, pêwîst jineolojî hem fikrî hem jî pratîkî stratejiyeke xurt ava bike. Jineolojî paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê esas digire.”