Li Wanê Necmî Al ê bi çekê êrîşî jinekê kir rastî bertekan hat

Li Kolana Cumhuriyetê ya Wanê jina bi navê Necla Al rastî êrîşekî çekdar hat. Welatiyan Necmî Al ê êrîş kir girtin û xwestin lînc bikin û li ser vê yekê bûyer derketin.

Li Kolana Cumhuriyetê ya Wanê jina bi navê Necla Al rastî êrîşekî çekdar hat. Welatiyan Necmî Al ê êrîş kir girtin û xwestin lînc bikin û li ser vê yekê bûyer derketin.

Li Kolana Cumhuriyetê ya Wanê jina bi navê Necla Al li ber Parka Hunerê rastî êrîşa çekdarî ya kesê bi navê Necmî Al hat. Êrîşkar 5 gule berdan Necla Al û dema xwest bireve ji aliyê welatiyên derdorê ve hate girtin. Welatiyên bi dirûşmeya "Destên dirêjî jinê dibin bişkên" bertek nîşan da û xwestin êrîşkar lînc bikin. Polîsan êrîşkar ji destê welatiyan xilas kir û di dikanekê de digirin. Li ser vê yêkê welatiya bertek nîşan dan û li ber dikanê kombûn û xwestin êrîşkar bidin wan.

Li ser vê yekê polîsan bi bombeyên gazê êrîş welatiyan kir. Welatiyan jî bi dirûşmên, "Destên dirêjî jinê dibin bişkên" û "Jin jiyan azadî" berz kirin û li cihê bûyerê disekinin.

Jina birîndar jî ewil li nexweşxaneya taybet mudaxeleya wê hate kirin û pişt re sewqî Navenda Tipê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê hate kirin.