KJA: Newroza 2015'an wê bibe pêngava azadiyê û tifaqa gelan
KJA’yê, diyar kir ku Newroz ji aliyê jinên Kurd ve hatiye civakîkirin.
KJA’yê, diyar kir ku Newroz ji aliyê jinên Kurd ve hatiye civakîkirin.
KJA’yê, diyar kir ku Newroz ji aliyê jinên Kurd ve hatiye civakîkirin. KJA’yê da zanîn ku bi ‘Deklerasyona Aştî û Demokrasiyê’ ya di 2013’an de ji aliyê Rêber Apo ve hatiye weşandin re agirê azadiya gelan hatiye hildan. KJA’yê da zanîn ku wê Newroza 2015’an bibe tifaqa gelan û pêngava azadî û demokrasiyê ya Kurdistanê.
Kongreya Jinên Azad (KJA) der barê Newrozê de peyamek weşand.
Di peyamê de hat diyarkirin ku Newroza ku cejna gelên Mezopotamya û gelên Rojhilata Navîn e, di aliyê jinan jî bi taybet girîngiyê digire nav xwe û îfadeya jiyana nû ya Newrozê bi afirîneriya jiyanê ya jinan wateyek cuda qezenc kiriye. KJA di daxuyaniyê de got: “Newroza ku di heman demê de berxwedanê îfade dike, bi bedena jina ku bûye Newroz gihiştiye heqîqetek cuda.”
NEWROZ BÛ NAVÊ JIYANA AZAD
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Têkoşîna azadiya li Kurdistanê tê meşandin di şexsê jinê de Newroz gihandiye karaktera xwe yê xweser. Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan, Sema û Elefterîa ku gihiştin heqîqeta agir, bi bedena xwe agirê azadiyê pêxistin û di têkoşîna azadiya jinê de bûn sembola agirê azadiyê û bûne meşaleya berxwedana hevdem a Newrozê. Li dijî pergal û zîhniyeta serdest a mêr biryarbûn û hişmendiya jinê derxistiye holê. Têkoşîna azadiya jinên Kurd bi îradeyeke xurtir, jinên Kurd ji bo Rojhilata Navîn û mirovahiyê veguheriye perspektîfeke jiyanê.
Ji bo Kurdan Newroz, bûye navê jiyanek azad. Bi têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd re Newroza ku bû navê jiyana nû, civakî bû û li dijî şîdet, taciz, tecawiz û qetilkirinên jinan têkoşîna xwe bilind kiriye.”
AGIRÊ AZADIYÊ RÊBER APO PÊXIST
Di peyamê de li ser manîfestoya azadiyê ya ku Rêber Apo di Newroza 2013’an de nivîsiye û wiha hate berdewam kirin: “Ji bo demokratîkbûna gelên Rojhilata Navîn, Gelê Kurd û Tirkiyeyê di 2013’an de Rêber Apo Deklerasyona Demokrasî û Aştiyê weşand û bi vê re agirê azadiyê yê gelan hat hildan. Ji bo Kurdan bû navê hêviyek nû û lêgerînek nû.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê Newroza 2015’an bibe pêngava azadî û demokrasiyê ya li Kurdistanê û tifaqa gelan û hat gotin ku bi berxwedana Rojava, Şengal û Kobanê re jinan ji vê re pêşengî kiriye û wê jin dîsa bi heman heybetê ji Newrozê re pêşengiyê bike.
KJA’yê Newroza hemû gelê Kurd û gelên Rojhilata Kurdistanê pîroz kir.