'Dostê mezin ê Suryaniyan Ocalan divê azad bibe'

Navenda Jinên Suryanî ya Federasyona Komeleyên Suryaniyan, bi wesîleya Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand û xwest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Navenda Jinên Suryanî ya Federasyona Komeleyên Suryaniyan, bi wesîleya Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand û xwest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Di daxuyaniyê hat ragihandin ku di Newroza 2013'an de Ocalan ji bo aştiyê pêvajoyeke nû daye destpêkirin, lê belê hikûmeta AKP'ê ji bo pêşdeçûna pêvajoyê gavên pêwîst neavêtiye.

'AGIRÊ ŞER WÊ BI HER DERÊ BIKEVE'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev pêvajo ji bo gelên Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber ku Tirkiye li kêleka dojehê ye. Xeta agir bi sînorê Sûriye, Iraq û Îranê ketiye. Her wiha bi qasî ku bandorê li Tirkiyeyê bike, ev agir bilind bûye" û ev xal hat destnîşankirin:

"Di rewşeke ku şerê li Rojhilata Navîn xizmên gelên li nava Tirkiyeyê tine dike de, kes nikare di nava aramiyê de bijî. Ji ber vê yekê, di roja me ya îro de di serî de li welêt pêwîstiya me bi aştiyeke herêmî heye. Di rewşeke berevajî de agirê şerê li welatên cîran wê bi Anatoliyê bikeve. Lewma divê hikûmeta AKP'ê di dema pêş de gavên cidî û ji dil biavêje. Di rewşeke berevajî de, wê ne pêkane be ku ji bo Rojhilata Navîn modeleke demokratîk a nû were avakirin. Em hêvîdarin ku cejna Newrozê bibe wesîleya pêkhatina bangên aştiyê û projeyên çareseriya demokratîk ên hatine destnîşankirin.

'BILA NEWROZA 2015'AN BIBE WESÎLEYA AŞTIYÊ, OCALAN AZAD BIBE'

Di roja me ya îro de mîna hemû gelên din ên li herêmê gelê Suryanî jî li êrîşên giran û qirkirinê rast tê. Ji holê rakirina vê rewşa derketiye holê, bi gavên demokratîk ên li Tirkiyeyê û têkoşîna mil bi mil a gelan a li hemberî zîhniyetên tarî, girêdayî ye. Gelê Suryanî bi mehan e li Xabûrê li gel gelê Kurd û gelên din li dijî DAIŞ'ê li heman eniyê şer dike, şehîdan dide û bi vî rengî di têkoşîna hevpar a gelên bindest de dîrokeke nû dinivîsîne."

Di daxuyaniyê de Cejna Newrozê hat pîrozkirin û cangoriyên têkoşîna azadiyê ya gelan hatin bîranîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Her wiha em dixwazin dostê mezin ê gelê Suryanî Birêz Abdullah Ocalan di demeke herî kurt de azad bibe."