‘Şîdeta zilam, rêxistinbûna jin dike hedef’

Aktîvîsta KJA ya Wanê Dîcle Ornek diyar kir ku şîdeta li hember jinan a di demeke ku têkoşîna jinan pêş ketiye de pêk tê ne tesadûf e.

Aktîvîsta KJA ya Wanê Dîcle Ornek diyar kir ku şîdeta li hember jinan a di demeke ku têkoşîna jinan pêş ketiye de pêk tê ne tesadûf e.

Li Tirkiyeyê tenê di nav du mehên dawî de 56 jin hatin qetilkirin. Li Wanê jî ku 2 jin hatin qetilkirin, jinek ji aliyê hevserê xwe ve rastî êrîşa bi çekê hat. Hejmara jinên tê gotin întîhar kirine zêde dibe. Li Tirikiyeyê yek ji sedemên herî bihêz ên van şidetên demên dawî, polîtîkayên AKP’ê yên 13 sal in di desthilatdariya xwe de dimeşîne, daxuyaniyên wan ên şideta li hember jinê teşwîq dike û zanebûna jinê ya têkildarî mafên xwe û bihêzbûna rêxistinbûna tê dîtin. Aktîvîstên jinan diyar kirin ku wê asta rêxistinbûna jinan di demên pêş de hê zêdetir pêş bikeve, li hember vê jî wê êrîşên zîhniyeta serwer a zilam zêde bibin.

‘AKP TACÎZ Û TECAWIZÊ REWA DIKE’

Aktîvîsta KJA ya Wanê Dîcle Ornek, got ku şideta li hember jinê di çarçoveya qirkirin û asîmîlasyoneke bi zanebûn de pêş dikeve. Ornek anî ziman ku têkoşîna jinê her roj bi qezenckirina çeperan bihêz dibe û di demeke wiha de şidet û komkujiya li hember jinan pêş dikeve ne tesadûf e. Ornek got ku pergal û dewleta ku zîhniyeta zilamê serwer ew afirandiye  herî zêde ji jinan ditirse û wiha axivî: “Ev zîhniyet ji aliyekî ve ku bi giredana fihûş û tiryakê re hewl dide bixe bin kontrola xwe; li aliyê din jî di bin navê Îslamê de bi polîtîkayên olperestiyê dixwaze civakê bir ê ve bibe û ji komkujiyan re zemînan çêbike. Jina di nav civakê de dikeve nav lêgerîna azadiyê û ya dixwaze bikeve nav jî hewl dide bi operasyonên siyasî bixe bin zextan. Tiştên li Elezîzê rû dan ne tesadûf in. 6 salan tacîz û tecawiza perîyodîk a di bin çavdêriya Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê de pêk hatine. Mînaka herî mezin a polîtîkaya AKP’’ê ya zarok û jinan ev e. Rewşa li Tokatê rû da jî wiha ye. Mamosteyê dersa Zanîna Çanda Ol Exlaq bi gotinên, (Hûn pora xwe nagirin, xerabî û tecawiz ji bo we heq e) perwerdeyê dide. Ev rewşeke ku polîtîkaya AKP’ê ya perwerdeyê deşîfre dike. Mînakeke din jî li Amedê zaroka 8 salî ya bi giliyê tacîz-tecawizê diçe dozgeriyê, jê testa bakîretiyê tê xwestin. Ev rewşeke ku aqil dide sekinandin. Ev mînak jî nîşan dide ku AKP tacîz-tecawizê rewa dike ji yê mexdûr wêdetir, yê mexdûr hê zêdetir mexdûr dike. Bi kurtasî daxuyaniyên AKP’ê û saziyên wê şideta li hember jinê rewa dike. Nêrîna civakê ya têkildarî şideta li hember jinê dike rewşa mîna heq e.”

'TIRKIYE NEÇAR E PEYMANA STENBOLÊ BIXE MERIYETÊ'

Ornek diyar kir ku di bin navê oldarî, neteweperestî û zanistiyê de hewldanên ji bo bêexlaqkirina civakê û afirandina civakeke bê exlaq dewam dikin û got, "Pêwîste Tirkiye lez û bez Peymana Stenbolê ya ji her alî ve qebûl kir, bixe meriyetê. Cezayîrê, îro qanûneke ku şîdeta li dijî jinê sûc dibîne, ji parlamentê derxist. Bi vî rengî Cezayîr bû welatê duyemîn ê piştî Tûnisê şîdeta li hemberî jinê weke sûc dibîne. Divê Tirkiye jî di nuqteyê de bibe xwedî cihekî. Weke jinên KJA'yî, dîroka me ya têkoşînê ya ji Rozayan û Sakîneyan dewam dike, bi Kobanê û rêhevala Arîn re derketiye asta herî bilind. Em xwedî wê îdîayê ne, ku ji bo bilindkirina têkoşîna xwe, israra xwe ya di helwesta xwe ya exlaqî-polîtîk de, heta jineke bi tenê ya bêrêxistinî nemîne, di çarçoveya îdeolojiya rizgariya jinê de jîndar bikin."

'DIVÊ ŞÎDETA LI HEMBERÎ JINÊ BI XURTÎ BÊ CEZAKIRIN'

Civaknas Alev Şahîn Çelîk a li Navenda Jiyanê ya Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê wezîfedar e da xuyakirin, ku di du mehên destpêkê yên sala 2015'an de 56 jin hatine qetilkirin û got, "Ji bo pêşî li şîdet û qirkirina jinê ya li Tirkiyeyê bê girtin, pêwîte tavilê hukmên Qanûna Ceza ya Tirk ên 'Tehrîka ne mafdar', 'sedemên daxistina teqdîrî', 'çarçoveya efûyê' bên sererastkirin û sîstemeke xurt a cezakirinê li hemberî yên şîdetê li jinê dikin, bê avakirin."

'DERSA OLÎ YA JI NEÇARÎ, NÊRÎNA AKP'Ê YA LI JINÊ RADIXE PÊŞ ÇAVAN'

Çelîk anî ziman ku li hemberî wan kesên dibêjin 'newekhevî ji tebîetê tê', li hemberî wan kesên meş û kenê me bêîfetî dibînin, li hemberî kesên rê li ber dewamiya tecawiz, destdirêjî û şîdeta li hemberî jinê vedikin, ew ê bi îsyanên mezin têkoşîna xwe dewam bikin û got, "Dersa olî ya ji neçarî ku li dibistanan tê ferzkirin, nêrîna AKP'ê ya li jinê nîşan dide. Bûyera mamosteya li Tokatê li pêş çavan e. Mamosteyek radibêje dibêje 'eger hûn serê xwe nenixumînin, ya bi serê Ozgecan hat wê bi serê we jî were'. Em bi nêrîneke bi vî rengî re rû bi rû ne. Sedema herî mezin a zêdebûna şîdeta li hemberî jinê, polîtîkayên AKP'ê ye."