2 sal û 3 meh in hêzên li pişt komkujiyê nehatin aşkerakirin

Li ser qetilkirina yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez 2 sal û 3 meh derbas bûn.

Li ser qetilkirina yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez 2 sal û 3 meh derbas bûn. Ji bo hêzên li pişt komkujiyê bên aşkerakirin Kurdistaniyên her hefte di nav çalakiyan de ne vê hefteyê jî daxwaza xwe ya ronahî û edaletê dubare kirin.

Weke her Çarşemê îro jî Kurdistanî û jinên endamên Yekîtiya Jinan a Sosyalîst (SKB) li ber navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê hatin gel hev. Saet piştî 14.00’an Kurdistanî di destê wan de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, bi flama û dirûşmên, “Jin, têkoşîn, azadî”, “Em hemû Sakîne, Fîdan, Leyla ne”, “Qatil Tirkiye” ber bi Buroya Enfermasyonê ya Kurdistan meşiyan, xwestin daxwaza xwe ya edaletê bidin bihîstin.

Di tevahiya meşê de belavok hatin belavkirin. Dema girse gihişt ber Buroya Enfermasyonê deqeyek rêzgirtin pêk hat.

Piştî axaftinan çalakî bi dirûşman dawî bû.