JIN
Hemû Nûçe
-
Ji KJA li Qerkelî û Mehmûdî civîn
KJA li Wanê di çarçoveya kampanyaya "Jin jiyanê rêxistin dike, civaka exlaqî û polîtîk ava dike” daye destpêkirin, li Qerqelî û Mehmûdî bi jinan re civîn li dar xist. -
Zagros: Şoreşa azadiya jinê şoreşa modernîteya demokratîk e
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zaxo Zagros der barê tevgera azadiya jinê û hêza wê ya guhertina civakê di şoreşa jinê ya Rojavayê Kurdistanê de axivî. -
Jinan li Elmanyayê semînera perwerdeyê pêk anîn
Jinên li bajarê Berlîn ê Elmanyayê dijîn, li Navenda Kombûna Jinan a Ûtamara hatin gel hev, di rojên 3-6’ê Nîsanê de semînera perwerdeyê pêk anîn. -
Welatiya ji sedî 90 nexweşa derûnî hat binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li navçeya Stewrê ya Mêrdînê welatiya bi navê Nazmiye Dogan ku rapora wê ya ji sedî 90 nexweşa derûnî heye, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. -
Nagaoka ya 100 salî rekora avjeniyê ya hezar 500 metreyî şikand
Li Japonyayê mînakeke bedew derket holê ku nîşan dide, temen ji bo sporê ne girîng e. Jina bi navê Mîeko Nagaoka ya 100 salî, hezar 500 metre avjenî kir û mora xwe avêt binê rekorekê. -
Li Wanê ji hevparên KJA kampanya
Hevparên KJA yên li Wanê bi dirûşma “Jin jiyanê rêxistin dixin, civaka exlaqî ava dikin” dest bi kampanyayekê kirin. Di vê çarçoveyê de li Taxa Sîpanê civînek hate lidarxistin -
Li Ûşakê jinek hat qetilkirin
Zilamekî bi navê L.D. li Ûşakê qirika jinekê birî û ew kuşt. -
'Di nava salekê de 482 jinan ji ber şîdetê serî li navenda me dan'
Navenda Jinê ya Kardelen bal kişand ser daxuyaniyên hikûmeta AKP'ê û Serokkomarê Tirk Erdogan ên rê li ber şîdeta li hemberî jinê vedikin û diyar kir ku 482 jinan ji ber şîdeta li wan hatiye kirin, serî li navenda wan dane. -
'Li Îrlandayê jinên ji nêrînên cuda li hev hatin civandin'
Nivîskar Yildiz Ramazanoglû tecrûbeya pêvajoya çareseriyê ya li Îrlandayê vegot û got, ku jinên hewl hat dayîn li derveyî pêvajoyê bên hiştin, ji aliyê 'Koalîsyona Jinên Bakurê Îrlandayê' ve tevlî pêvajoyê hatin kirin. -
Meclîsên Jinê yên li Lîege û Anversê kongreyên xwe lidar xistin
Meclîsên Jinê yên li Lîege û Anversê kongreyên xwe yên salane yên asayî lidar xistin. Li dû kongreyan, jinan 4'ê Nîsanê pîroz kirin. 4'ê Nîsanê li bajarên Vervîes û Brukselê jî bi coşeke mezin hat pîrozkirin. -
'Divê em jin gotina xwe bikin yek'
Ji aktîvîstên KJA'yê Ayşe Berktay diyar kir, ku di komxebata xwe ya di meha Gulanê de, ew ê mekanîzmayên tevlîbûna jinê li pêvajoya çareseriyê bi rêxistinên jinan re nîqaş bikin. -
Meclîsa Jinan a Nûcan kongreya xwe pêk anî
Meclîsa Jinan a Nûcan a li bajarê Leverkûsen ê Elmanyayê kongreya xwe ya asayî ya salê pêk anî. -
4’ê Nîsanê azadiya mirovahiyê ye
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsana îsal de dikeve sala 66. Ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd gerîlayên PKK’ê nêrînên xwe anîn ziman. -
Parêzvana mafê mirovan Firtina hate oxirkirin
Cenazeya avakara ÎHD'ê Leman Firtina ji aliyê sedan kesan ve li Goristana Karacaahmetê a Stenbolê spartin axê. -
KJK: Divê em rojbûna Rêber Apo bi coş û hezkirinê pêşwazî bikin
Koordînasyona KJK’ê got: “Em bang li her kesî dikin ku rojbûna Rêber Apo ya li vê axa vejînê Amarayê bi coşeke mezin, hezkirin û bi biryardarî û îdîaya ber bi serketinê ve pêşwazî bikin.” -
Îdîaya li Wanê jinekê întîxar kiriye
Li Taxa Yeşîlova ya navçeya Erdîşa Wanê hat îdîakirin ku jina bi navê N. N (24) bi çekê întîxar kiriye. -
Komalên Jinên Ciwan: 4'ê Nîsanê navê jiyana azad e
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ji bo azadiya Ocalan bal kişand ser berpirsyariya dîrokî ya jinên ciwan. Koordînasyonê bang li jinan kir ku biherikin Amara. -
Li Ûşakê jinek hat qetilkirin
Jineke 28 salî li Ûşakê hat qetilkirin. -
Li Frankfûrtê ji bo sê jinên şoreşger çalakiya edaletê
Çalakiyên edaletê yên ji bo sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, duh jî dewam kirin. -
Aktîvîstên KJA yên Dêrsimê: Li hember şîdeta mêr parastina cewherî
Aktîvîstên KJA yên Dêrsimê cezayê muebbetê yê li Nevîn Yildirim hat birîn şermezar kirin. Aktîvîstên KJA diyar kirin ku mafê parastina cewherî ya jinan heye û gotin, “Wê jin parastina xwe bidomînin.” -
Li Parîsê daxwaza edaletê hat dubarekirin
Ji bo endama damezrîner a PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez daxwaza edaletê hat dubarekirin. -
Li Mêrdînê ji jinan pîrozbahiya 4’ê Nîsanê
Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê bi munasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bernameyek hat organîzekirin. Di bernameyê de her kes di 4’ê nîsanê vexwendiyên Amarayê hat kirin. -
Li Wanê jin li dijî şîdetê dadikevin kolanan
Li dijî cînayet û êrîşên li hemberî jinan ên di demên dawî de zêde bûne, jinên li Wanê bi dirûşma "Jin jiyanê birêxistin dike, civaka exlaqî û polîtîk ava dike" wê tevahiya mehekê dakevin kolanan. -
Hat îdîakirin ku jina bi navê Kevser Demîr dawî li jiyana xwe aniye
Hat îdîakirin, ku jina bi navê Kevser Demîr a li Colemêrgê, bi çekê dawî li jiyana xwe aniye. -
Li Spanyayê yek ji 10 jinan rastî şîdeta hevserê xwe tê
Li gorî lêkolîneke fermî ya li Spanyayê hat weşandin, yek ji 10 jinên Spanyayî li şîdeta fîzîkî û zayendî ya hevserê xwe rast tê.