Nagaoka ya 100 salî rekora avjeniyê ya hezar 500 metreyî şikand
Li Japonyayê mînakeke bedew derket holê ku nîşan dide, temen ji bo sporê ne girîng e. Jina bi navê Mîeko Nagaoka ya 100 salî, hezar 500 metre avjenî kir û mora xwe avêt binê rekorekê.

Nagaoka saetek û 15 deqeyan li ser piştê avjenî kir û di kategoriya mirovên 100-104 salî de rekorek ku heta niha nehatiye dîtin şikand.
Mîeko Nagaoka ya li herêma Ehîme ya Japonyayê tevlî pêşbirkê bû, di tecrûbeya xwe ya li hawizekî biçûk de, hezar 500 metre avjenî kir. Nagaoka ev tecrûbeya xwe di nava saetek 15 deqe 54 saniyeyan de temam kir.
Nagaoka ku ji ber tedawiya reedukasyon a çonga xwe di 80 saliya xwe de hînî avjeniyê bû, dûre avjenî ji xwe re kir aktîvîteya bingehîn. Nagaoka ku par li hawizekî olîmpîk ceribandineke bi heman rengî kir, dixwaze navê xwe di Pirtûka Rekoran a Gûînnessê de binivîsîne.
Mîeko Nagaoka piştî vê tecrûbeya xwe ya rekorê peyivî û got, "Eger emrê min têrê bike, herî kêm heta 105 saliya xwe dixwazim avjeniyê bikim."
Her wiha pirtûkeke Nagaoka ya li ser serpêhatiyên xwe yên berê jî heye.