Li Frankfûrtê ji bo sê jinên şoreşger çalakiya edaletê

Çalakiyên edaletê yên ji bo sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, duh jî dewam kirin.

Çalakiyên edaletê yên ji bo sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, duh jî dewam kirin.

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, li ber Konsolosiya Fransaye ya li Bokunhaime Warte ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çalakiya edaletê hat lidarxistin.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Me Komkujiya Parîsê ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin" hat vekirin û dirûşma "Leyla, Sakîne, Fîdan dijîn" hat qîrîn.

Li dû xwendina belavoka ji aliyê CENÎ ve bi Elmanî hat amadekirin, çalakî bi dawî bû.