Jinan li Elmanyayê semînera perwerdeyê pêk anîn

Jinên li bajarê Berlîn ê Elmanyayê dijîn, li Navenda Kombûna Jinan a Ûtamara hatin gel hev, di rojên 3-6’ê Nîsanê de semînera perwerdeyê pêk anîn.

Jinên li bajarê Berlîn ê Elmanyayê dijîn, li Navenda Kombûna Jinan a Ûtamara hatin gel hev, di rojên 3-6’ê Nîsanê de semînera perwerdeyê pêk anîn.

Di semîra perwerdeyê ya ji aliyê Ûtamara, Yekmal Dest-Dan ve hat lidarxistin mijarên, “Azadî çi ye", "Jina Azad Çawa Dijî" û "Zanebûna Cîns û Têkoşîna Cîns" hatin nîqaşkirin. Her wiha ji bo zarokan jî bernameyeke cuda pêk hat.

PÎROZBAHIYA 4’Ê NÎSANÊ

Jinên jiyana xwe ya rojane danîn cihekî û li ser mijarên têkildarî civak û jinan lêhûr bûn, bi wesîleya 66. salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîrozbahîyek li dar xistin. Di pîrozbahiyê der barê jiyana Ocalan de axaftin hatin kirin, koroya zarokan stranên xwe gotin.

Di çarçoveya aktîvîteyê de bi neteweya demokratîk û 8 şaxan re xebatên meclîsê hatin nîqaşkirin. Xebatkarên Meclîsa Jinan a Dest Dan, têkildarî xebatên rêxistinbûnê yên di pêvajoya pêşiya me de agahî dan.

...