Komalên Jinên Ciwan: 4'ê Nîsanê navê jiyana azad e

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ji bo azadiya Ocalan bal kişand ser berpirsyariya dîrokî ya jinên ciwan. Koordînasyonê bang li jinan kir ku biherikin Amara.

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ji bo azadiya Ocalan bal kişand ser berpirsyariya dîrokî ya jinên ciwan. Koordînasyonê bang li jinan kir ku biherikin Amara.

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan, bi wesîleya sala 66. a rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'PARADÎGMAYA NETEWEYA DEMOKRATÎK KIR DIYARÎ'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em, 4'ê Nîsanê rojbûna ffirînerê têkoşîna me ya azadiya jinê Rêber Apo li tevahiya gelê xwe pîroz dikin" û hat destnîşankirin ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku paradîgmaya neteweya demokratîk diyarî hemû gel û jinên ciwan kir, roja ji nû ve vejîna jinên ciwan e.

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan di dewama peyama xwe de got, "Ji bo me jinên ciwan 4'ê Nîsanê li dijî kapîtalîzmê rojbûna Ronahiyan e, li dijî berhema sîstema serdestiya mêr DAIŞ'ê rojbûna gerîla û Jiyana ne, li dijî her şêweyên komplokeriyê rojbûna Evrîm Demîr û Rahşan Demîrel in ku bedena xwe kirin xeleka ji agir û ev zîhniyet hilweşandin." Koordînasyonê destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya Kurd wê bi pêşengiya jin û ciwanan, sîstema Îmraliyê parçe bike.

'DI AVAKIRINA JIYANA AZAD DE EM Ê ROLA XWE BILÎZIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku jin xwedî wê wezîfeyê ne ku ji dema avakirina jiyana azad û rizgariya demokratîk a Ocalan bi deklarasyona dîrokî ya Newroza 2013'an re da destpêkirin re pêşengiyê bikin û hat gotin, "Ji ber vê yekê 4'ê Nîsanê navê jiyana azad e. Jinên ciwan ên bi hesreta jiyana azad in, xwedî berpirsyariya dîrokî ne ku mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yên Rêbertiyê bi bilindkirina têkoşînê re ava bikin. Bi vê hişmendiya berpirsyariyê, ji bo azadiya Rêbertiya me, divê jinên ciwan li her cihî di her kêliyê de çalakiyan pêk bÎnin û di van çalakiyan de bi hişmendiya Sara, Zîlan, Bêrîtan û Aranînan ala berxwedanê bilind bikin. Ev yek weke wezîfeyeke dîrokî li pêşiya jinên ciwan e."

Koordînasyonê bang li jinên ciwan kir ku di 4'ê Nîsanê de ji mal, dibistan û kargehan derkevin û berê xwe bidin Amarayê û got, "Jinên ciwan ên bi rêbertiya Rêberê me de xwe perwerde kirin, bi rêxistin kirin û zane kirin, di sala dawî de pêl bi pêl herikîn nava refên azadiyê. Jinên ciwan ên li Amara dicivin, divê ji bo azadiya Rêbertiyê, welat û jiyana azad, biherikin qadên azad. Li ser vê bingehê em careke din 4'ê Nîsanê li tevahiya gelê xwe pîroz dikin û soz didin ku em ê bi têkoşîna xwe re serketinê garantî bikin."