Li Parîsê daxwaza edaletê hat dubarekirin

Ji bo endama damezrîner a PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez daxwaza edaletê hat dubarekirin.

Ji bo endama damezrîner a PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez daxwaza edaletê hat dubarekirin. Her Çarşem ji ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk heta Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ku meş tê lidarxistin, vê hefteyê jinên endamên Yekîtiya Jinan a Sosyalîst (SKB) pêşengî kirin. SKB her hefte tevlî çalakiya Çarşemê dibe û diyar kiribû ku tevayî çalakiyên ji bo her sê jinên şoreşger pêk tên wek çalakiyên xwe dibînin.

Kurdistanî û endamên SKB’ê yên li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk kom bûn, piştî saet 14.00’an bi dirûşman dest bi meşê kirin. Di meşa heta ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistan dirûşm hatin berzkirin.

Di meşê de belavokên ku qetilkirina her sê jinên şoreşger tê şermezarkirin û bang li daraz û siyaseta Fransa tê kirin ku bêdengiya xwe xera bike hatin belavkirin. Çalakî ji aliyê çapemeniya Fransa ve jî hat şopandin.

Çalakvanên gihiştin ber Buroya Enformasyonê deqeyek rêzgirtin pêk anîn. Li vir li ser navê  SKB’ê nûnerek axivî. Nûner ji bo doza her sê jinên egîd daxwaz bi rêz kir.

Nûnera SKB’ê got, “Em ji bo sê jinên egîd ên Kurd zêdetirî 2 sal in dimeşin. Em edaletê dixwazin. Di serî de dewletaTirk, rayedarên Fransî û welatên YE berpirsyarên vê komkujiyê ne. Bêdeng dimînin. Em dibêjin bêdengiya wan ji hevkariya wan a sûc e. Em ê vê bêdengiyê bi çalakiyên xwe xera bikin.”

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.