'Divê em jin gotina xwe bikin yek'

Ji aktîvîstên KJA'yê Ayşe Berktay diyar kir, ku di komxebata xwe ya di meha Gulanê de, ew ê mekanîzmayên tevlîbûna jinê li pêvajoya çareseriyê bi rêxistinên jinan re nîqaş bikin.

Ji aktîvîstên KJA'yê Ayşe Berktay diyar kir, ku di komxebata xwe ya di meha Gulanê de, ew ê mekanîzmayên tevlîbûna jinê li pêvajoya çareseriyê bi rêxistinên jinan re nîqaş bikin. Berktay got, "Divê em jin gotina xwe bikin yek û em bigihînin maseya muzakereyê hem jî bigihînin jinan."

Kongreya Jinê ya Azad (KJA) wê di komxebata xwe ya meha Gulanê de, mekanîzmayên tevlîbûna jinê li lpêvajoya muzakereyê bi rêxistinên jinan ên cuda re nîqaş bike. Armanc ew e ku mekanîzma bê diyarkirin, jin soza gotina xwe bikin yek û vê li nava civakê belav bikin.

Aktîvîsta KJA'yê Ayşe Berktay, pirsên "Divê jin bi çi rengî tevlî pêvajoya çareseriyê bibin? Çima tevlî bibin? Aştî wê çawa civakî bibe? Di nava jinan de 'xebata aştiyê' wê bi çi rengî bimeşe?" ji ANF'ê re nirxand.

Ev du sal in pêvajoyek li holê heye. Jin tevlî vê pêvajoyê bûye?

Ji destpêkê ve hevalên me yên jin tevlî bûn. Hebûna Pervîn Bûldan, weke yek ji me li wir bû. Niha jî li ser navê tevgera jinê hevala me Ceylan Bagriyanik tevlî bû. Ji ber ku weke temsîla tevgera jinê tevlî bû, ev yek ji bo me gaveke gelekî girîng e. Jin di nav de hene bêguman, lê belê ne di asta em dixwazin de ne.

Asta tê xwestin çi ye?

Divê gotinên jinan ên der heqê çawaniya jiyaneke li Kurdistan û Tirkiyeyê, gotinên li ser têkiliya bi civakê re, gotinên li ser şer û aştiyê, di maseya muzakereyê de bê ser ziman. Ev yek divê hîn bêhtir birêxistin be. Hevalên me yên di nava heyetê de cih digirin, ji aliyê giştî ve gotinên jinan dizanin. Lê belê girîng e em wan gotinan weke gotina hevpar a jinan li dora maseyê bilêv bikin. Têrê nake ku mirov zanibe ew gotin çiye. Pêwîste ew gotin li kolanan, taxan û malan ji aliyê jinan ve bê nîqaşkirin û erêkirin. Divê pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk civakî bibe. Derdê me heye ku gotina hatiye erêkirin bibin maseyê. Ev yek hewldaneke pir alî ye.

Çima jin li derveyî asta we vegotin man?

Ya rast em li derveyî pêvajoyê neman. Bi paradîgmaya wekhev û zayendîparêziyê ya Birêz Ocalan, bi israra wî ya girîngîdayîna jinê re, -dibe ku hin hevalên jin vê rexne bikin- hîmê destpêkê yê tevlîbûna jinê pêk hat. Birêz Ocalan di vê mijarê de gelekî girîng e. Ew jî mêreke, lê belê ji ber ku em ji aliyê biyolojîk ve nabînin, weke nêrînek bi vî rengî nabînin, Birêz Ocalan bi hebûna xwe re em jin di astekê de beşdarî pêvajoyê kir. Divê nêzîkatiya dewletê ya li vê mijarê ji nedîtî ve neyê dîtin. Tevlîbûna hevala me Ceylan yekser pêk nehat, di dawiya nîqaş û pêvajoyeke îqnayê de hat pejirandin. Dewlet pêvajoya diyalog û muzakereyê bi tenê weke dawîanîna li pevçûnan dinirxîne. Lê belê 10 xalên ku Birêz Oaclan xist rojevê nîşan didin ku di vê mijarê de gavên guhertî hene. Birêz Ocalan dixwaze wê maseyê li hemû civakê veke. Mesele ne tenê çûyîn an jî neçûyîna heyeta jinê ye. Ya girîng e ew ku gotina me li wê maseyê bê bilêvkirin. Di vê mijarê de kêmasiyên me hene? Belê hene. Diviyabû em beriya niha biketibûna nava xebatekê. Di dayîna fêmkirinê de em hinek zehmetiyan dikşînin. Dewlet dibêje, 'Çi cihê pirsgirêka azadiya jinê di nava vê nîqaşê de heye?' Dibe ku ne tenê dewlet vê pirsê dipirse. Dema ji aliyê giştî ve lê were nihêrîn, dibe ku hin mirov ji me jî vê pirsê dipirsin.

EM NEÇARIN ZORDARIYA MÊR A LI HEMBERÎ JINÊ JÎ NÎQAŞ BIKIN

Gelo pêwendiya vê bi nêzîkbûna li aliyê, rê û rê bazên avakirina jiyana civakî ya nû ve nîne?

Belê welê ye. Nêrîneke ji bo demkurt a 'bila ev pevçûn bisekinin dûre çi dibe bila bibe' heye. Hem di nîqaşên li qedemeyên cuda yên sîstemê, hem jî di nava medya giştî de ev mijar bi vî rengî tê rojevê. Min pirtûka Jonathan Powelle a bi navê 'Axaftina bi terorîstan re' xwend. Behsa nêzîkatiyên dewletan ên li vê pêvajoyê dike. Dibêje, 'Dema nîqaşek hat meşandin sedemên derketina wê çi ye? Vê ti carî nîqaş nekin, dema we ev nîqaş kirin, hingî hûnê para mafdariyê bidin wan?' Nêzîkatiyeke bi vî rengî heye. Li şûna çareserkirina pirsgirêkeke civakî, weke xilaskirina rojê, rawestandina pevçûnan û ji holê rakirina tiştekî weke 'mîkropê' dibîne, tê nirxandin. Di rewşeke ku rojane ewqas jin tên kuştin, rastî tecawizê tên de, rabe bêje 'min aştî çêkir' wê tiştekî çawa be? Her wiha ev şer ji ber xwe ve derneket holê. Ji ber hin pirsgirêkan derket holê. Bi taybetî di vî şerî de jin bi tenê mexdûr nîne. Malên xwe terikandin û tevlî nava refên gerîla bûn. Ji aliyekî ve ji ber zextên li Kurdan dihatin kirin çûn, lê belê li aliyê din ji ber zext û zilma li wan dihat kirin, berê xwe dan çiyê û li wir li azadiyê geriyan. Di nuqteya ku em dibêjin 'çareseriya pirsgirêkê' de bêguman ev mû wê werin rojevê. Wekhevî têgîneke ku xwe li her qadê ji nû ve diafirîne. Pirsgirêka wekhevî û zordariyê ye. Em behsa serdestî û zordariya mirovan a li xwezayê, mêr a li jinan dikin. Ev zordarî digihêje asteke kûr, qirêj û qirkirinê û xwe di roja me ya îro de jî dide der. Lewma serdestî û zordariya mêr a li dijî jinê divê di vê çarçoveyê de bê nîqaşkirin.

Bi kîjan mekanîzmayan re wê were nîqaşkirin? Jin wê çawa tevlî pêvajoyê bibe?

Girîng e di vê mijarê de nîqaşek were meşandin. Divê ev nîqaş jî li tevahiya civakê were vekirin. Weke KJA em di nava xwe de nîqaş dikin, lê belê bawer dikin ku nîqaşkirina vê bi hemû jinan re girîng e. Jinên ku bandora şer ji kûrahî ve jiya û li hemberî vê li ber xwe da. Lê belê ev mijar bi tenê Kurdan eleqedar nake. Gelekî girîng e ku bi jinên Tirkiyeyî re gotina hevpar were avakirin. Şîdeta li hemberî jinê, ne tenê li dijî jinên Kurd e. Mercên şer, newekheviya giran û zordariyê, van astên şîdeta bê perwa bi xwe re tînin. Şîdet di nava şer de ewçend rojane dibe, ku şîdeta li jinê tê kirin qat bi qat zêde dibe û bê perwa dibe. Em li Tirkiye hem jî li Kurdistanê jin hemû vê dijîn. Divê em der heqê vê de biaxvin. Em ê mekanîzmayên nîqaşa vê bi hev re ava bikin. Ji bo van nîqaşaşn bidin destpêkirin, me hem bi rêya hevdîtinan hem jî bi rêya nivîsan gav avêtin. Em plan dikin ku di hefteyên destpêkê yên meha Gulanê de komxebatekê lidar bixin. Gelek derdor hem weke sazî hem jî kesayet, wê beşdarî vê komxebatê bibin. Em dixwazin di heyeta fermî de ev pirsgirêk çawa were pênasekirin? Tevlîbûna wekhev wê çawa pêk were? Em dixwazin rêxistinbûyînên xwe yên cewherî çawa ava bikin? Em ê li bersiva van pirsan bigerin.

PIRSGIRÊKA AZADIYÊ YA JINÊ HEYE

Haya min jê heye ku weke KAJ hûn rêxistinbûyîneke weke 'Komîsyona Azadiya Jinê' nîqaş dikin. Ev komîsyon çi ne?

Komîsyona Azadiya Jinê, modeleke ku em li ser nîqaş dikin, modeleke li rewşê tê ye. Em dixwazin di vê komxebatê de li ser biaxivin. Di komxebatê de hin mekanîzmayên din jî dikarin werin pêşniyarkirin. Sedema ku em jê re dibêjin Komîsyoan Azadiya Jinê ew e, ku weke jin pirsgirêkeke me ya azadiyê heye. Em ê pirsgirêka xwe ya azadiyê di vê pêvajoya muzakereyê de çawa nîqaş bikin? Em ê çawa bigihînin maseyê? Mekanîzmayeke ku em li bendê de ji komxebatê derkeve.

Di heman demê de pirsgirêka civakîbûn, herêmîbûna aştiyê heye. Hûnê vê çawa pêk bînin?

Bi hemû sazî û jinên di mijara têkoşîna jinê de ked dane, divê em vê mijarê nîqaş bikin. Bêguman divê nîqaş xumamî û armanc nediyar nebe. Pêwîste em bi saziyên ku bi dehan salane li ser vê mijarê rawestiyane, ked dane re vê nîqaş bikin û gotina xwe ya hevpar bigihînin hemû jinan.

Ev yek wê di nava jinan de bibe xebateke girseyî ya li ser bingeha 'aştiyê' be.

Bêguman. Ev komxebateka me gelekî girîng e. Komxebateke gelekî girseyî wê nebe, lê belê ya girîng ew e ku hevî û enerjiya ji vê komxebatekê derkeve bigihêje hemû jinan. Em ê pirsgirêka azadî û wekheviyê ya di nava malbatê de jî nîqaş bikin. Ji ber ku ev yek astengiya herî mezin a li pêşiya tevlîbûna me li nava jiyanê ye. Malbat bi çi rengî dikare demokratîk bibe? Ji bo guhertina vê zîhniyetê divê çi bê kirin? Ev yek nîqaşên nedîtbar û têgînî nînin, yekser di nava jiyana me de ne. Jina li malê, dema bibihîze ku em dixwazin ev were nîqaşkirin, wê gotineke xwe hebe ku bilêv bike. Bi dîtina min enerjiya ji wir derkeve holê wê li derdoreke berfireh a jinê belav bibe.