Li Wanê ji hevparên KJA kampanya

Hevparên KJA yên li Wanê bi dirûşma “Jin jiyanê rêxistin dixin, civaka exlaqî ava dikin” dest bi kampanyayekê kirin. Di vê çarçoveyê de li Taxa Sîpanê civînek hate lidarxistin

Hevparên KJA yên li Wanê bi dirûşma “Jin jiyanê rêxistin dixin, civaka exlaqî ava dikin” dest bi kampanyayekê kirin. Di vê çarçoveyê de li Taxa Sîpanê civînek hate lidarxistin. Ji rêveberên DBP’ê Nazmiye Acar di civînê de axivî û got: “Divê em mirinan weke çare nebînin. Li dijî her tiştî li ber xwe bidin. Xwe bigihînin me.”

Hevparên Kongreya Jinên Azad (KJA) yên Wanê  kampanyaya bi dirûşma,  “Jin jiyanê rêxistin dixin, civaka exlaqî ava dikin” dest bi kampanyaya li dijî tundiyê kirin. Li Taxa Sîpan a navçeya Artemêtan a navenda Wanê civînek hate lidarxistin. Hevseroka HDP’ê ya Wanê Derya Hayva, Rêvebera DBP’ê ya Wanê Nazmiye Acar, Hevşaredara Artemêtan Rojbîn Sevîl Çetîn, xebatkarên navenda Jiyana Jinan a Rojbîn, xebatkarên Komeleya Piştevaniya Psîkolojîk û gelek kes tevlî civînê bûn. Civîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir. Rêvebera DBP’ê Acar di civînê de axivî û bal kişand ku tundiya li hember jinan zêde bûye û destnîşan kir ku dema jin bê çare dimînin mirinê weke rizgarî dibînin û got: “Mirinê mîna çare nebînin. Her tim berxwedan nîşan bidin. Xwe bigihînin me.”

Ji Navenda Jiyana Jinan Rojîn Civaknas Alev Çelîk jî têkildarî tundiya li hemberî jinan û tiştên divê li hemberî tundiyê bên kirin, agahî da jinan. Çelîk da zanîn ku jin li rastî hemû curên tundiyan tên û got: “Jinek dikare zêdetir hevala xwe tê bigihe. Derd û kulên xwe ji me re bêjin. Jin pêşengên civakê ne. Ji kerema xwe bi rêya van saziyan xwe bigihînin me. Xwe bi tenê nebînin. Gelek sazî û şaredariyên me hene.”

Hevşaredara Artemêtan Rojbîn Sevil Çetîn jî got: “Em jin berpirsên hemû tundiyên li hemberî jinan in. Jinên 17-25 salî tên qetilkirin. Em xwekuştinan weke komkujî dibînin. Jinên Kurd pêşengiyê ji têkoşîna jinan re dikin. Divê em bi berxwedana xwe bibin pêşengên têkoşînê. Divê em li hemberî her tiştê li ber xwe bidin. Em dengê xwe bilind bikin. Azadiya ji bo jinan divê pêşî li malê dest pê bike. Li ku jinek li rastî tundiyê bê divê em li wê derê bin. Ev hemû berpirsyariyên me ne.”

Piştî axaftinan civîn bi bersivandina pirsên jinan bi dawî bû. Hate ragihandin ku wê di çarçoveya kampanyayê de li navçeyên Erdîş, Bêgir û Ebexê civînên jinan bên lidarxistin.