'Li Îrlandayê jinên ji nêrînên cuda li hev hatin civandin'

Nivîskar Yildiz Ramazanoglû tecrûbeya pêvajoya çareseriyê ya li Îrlandayê vegot û got, ku jinên hewl hat dayîn li derveyî pêvajoyê bên hiştin, ji aliyê 'Koalîsyona Jinên Bakurê Îrlandayê' ve tevlî pêvajoyê hatin kirin.

Nivîskar Yildiz Ramazanoglû ya ku di civîna Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê de tecrûbeya pêvajoya çareseriyê ya li Îrlandayê vegot diyar kir, ku jinên hewl hat dayîn li derveyî pêvajoyê werin hiştin, ji aliyê 'Koalîsyona Jinên Bakurê Îrlandayê' ve tevlî pêvajoyê hatin kirin. Ramazanoglû got, "Vê koalîsyonê, jinên ji nêrînên dijber jî li hev civand."

Di civîna Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê de, mijara "Di pêvajoyê de rojeva jinê" hat nîqaşkirin.

Di civîna li avahiya Karşi Sanat de destpêkê Doç. Dr. Ayşe Betul Çelîk mafê axaftinê wergirt. Çelîk da xuyakirin ku yek ji faktorên sereke yên bi ser xistina pêvajoya aştiyê, tevlîkirina gelek aktoran li pêvajoyê ye. Çelîk got, "Rêveçûna diyalog ji gelek qenalan ve, gelekî girîng e. Di vir de civaka sivîl dikeve dewrê." Doç. Dr. Çelîk mînaka Bûrûndî da û got, "Jinên Bûrûndiyî tevlî pêvajoyê nayên kirin. Lê belê hema bêjin li ber derî sekinînin û tevlî pêvajoyê bûn. Piştre ji sedî 30 tevlî bûn û di hin xalan de hiştin ku guhertin li gorî zayendiya civakî bê kirin."

Doç. Dr. Çelîk ragihand ku tevlîbûna aliyê sêyemîn garantiya pêvajoyê ye û got, "Dema aliyekî sêyemîn hebe, di pirsgirêkên baweriyê de dikare rewşa xetimandî ji holê rake. Lê belê divê her du alî jî baweriya xwe bi aliyê sêyemîn bîne. Aliyê sêyemîn wê gotinên ku her du alî nikarin ji raya xwe ya giştî re bêjin, bîne ziman û bi vî rengî zexta li ser aliyan ji holê rake."

'MEKANÎZMAYÊN BAWERIYA PÊ ZÊDE DIKIN, GIRÎNG E'

Doç. Dr. Çelîk da xuyakirin ku ji bo bikarhatina mekanîzmayên baweriya pê zêde dike, divê rêveberiya siyasî li derve neyê hiştin û got, "Ji bo Tirkiyeyê; rawestandina çêkirina qereqolan, serbestberdana girtiyên nexweş, guhertina zimanê lîderan, mekanîzmayên girîng ên baweriya pê zêde dikin e."

Di rûniştina duyemîn de jî nivîskar Yildiz Ramazanoglû, tecrûbeya ÎRA vegot. Ramazanoglû bi balkişandina ser girîngiya 'guhdarîkirina li hev' a di pêvajoyên çareseriyê de dest bi axaftina xwe kir û pişt plana dîrokî ya pirsgirêka Îrlandayê vegot.

Ramazanoglû got, "Li herêmeke ji 2,5 mîlyon mirovî, 40 hezar mirov ketin girtîgehê, 4 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Malbatek bi tenê nema ku vê êşê bandor lê nekir. Ti tevgereke çekdarî ji ber xwe ve destpê nake. Ji ber ku di xwezaya mirov de ev nîne. Piştî van zextan ÎRA aktîf dibe."

Ramazanoglû Peymana În a bi Xêr a di sala 1998'an de hat morkirin vegot û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di sala 1998'an de Peymana în a bi Xêr hat morkirin. Di rewşeke ku kêfxweşiya vê peymanê dihat jiyî de, li derve bombe diteqiyan. Mijara çekê, heta asta dawî dewam dike. Di sala 2014'an de peymaneke nû hat morkirin. Bi vê peymanê re hat xwestin nuqteyên di Peymana În a bi Xêr de xumamî mane bên temamkirin û rê û rêbazên şopandina vê bên diyarkirin."

'DIVÊ DI DESTPÊKÊ DE DAWÎ LI DIJMINKIRINÊ BÊ ANÎN'

Ramazanoglû da zanîn ku li Îrlandayê komîsyonên lêpirsînê hatine avakirin, mafê gel heye ku der heqê mirinan de bibe xwedî agahî û got, "Dema em li Îrlandayê dinêrin, diyar dibe ku em hînê gelekî li paş in. Li Tirkiyeyê, der heqê mirinan de hînê komîsyonek jî tineye."

Ramazanoglû ragihand ku li Îrlandayê ji şervanên berê heta mexdûran her kes tevlî pêvajoyê bûne û got, "Pêvajoya muzakereyê ya li cem me, mîna ku di navbera du hêzên siyasî de derbas dibe, xuya dike. Mirov hînê nehatine nuqteya rû bi rû bûn û fêmkirina hev. Li Îrlandayê beriya her tiştî dest ji cinawirkirin û dijminkirinê hat berdan."

Ramazanoglû diyar kir ku di rewşeke mirov ji hev bawer nakin de pêwîstî çavekî sêyemîn heye.

Ramazanoglû hevdîtinên li Belfastê yên bi jinan re bibîr xist û got, "Jin, tevî ewçend êşên giran jî, dema diaxivîn di dilê wan de nefreteke biçûk jî nebû. Li wir jî dijminatiya lijinê hebû. Gurûha dixwaze jinan li derveyî pêvajoyê bihêle, mîna li her deverê li wir jî heye. Lê belê mêr fêm dikin ku bêyî wan nabe. Jin, li şûna mehkûmkirinê bi zimanê jiyana bi hev re diaxivin. Koalîsyona Jinan a Bakurê Îrlandayê jinên ji nêrînên dijberê hev jî li hev civand. Ji bo avakirina civakî senaryoyek amade kirin. Ya ku li hemberî her gotinê were gotin, diyar kirin. Ji bo sererastkirina xerabiyên şer, navend ava kirin."

Di rûniştina dawî ya civînê de ku jinên beşdar pirs û nêrînên xwe parve kirin, mijara kar û barên jin di pêvajoya çareseriyê de bikin, hat nîqaşkirin.

 

...