KJK: Divê em rojbûna Rêber Apo bi coş û hezkirinê pêşwazî bikin

Koordînasyona KJK’ê got: “Em bang li her kesî dikin ku rojbûna Rêber Apo ya li vê axa vejînê Amarayê bi coşeke mezin, hezkirin û bi biryardarî û îdîaya ber bi serketinê ve pêşwazî bikin.”

Koma Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarê 66’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Em bang li her kesî dikin ku rojbûna Rêber Apo ya li vê axa vejînê Amarayê bi coşeke mezin, hezkirin û bi biryardarî û îdîaya ber bi serketinê ve pêşwazî bikin.”

Koordînasyona KJK’ê ku daxuyaniyeke nivîskî weşnd, gelê Kurd ê ku çavkaniya çand û şaristaniya herî kevnar a dîrokê ye, di roja me ya îro de jî çavkanitiya derketina şaristaniyeke demokratîk dike.

Koordînasyona KJK’ê da zanîn ku bûye hêza sereke ya bi hev re jiyana jiyanek azad û demokratîk a di nava aşitî û biratiyê de û wiha domand: “Li ser axa hêza avakirina sîstema konfederala demokratîk a ku hemû derfetên ji bo jiyana bawerî, çand û zimanên li ser axa xwe diafirîne ye. Bingehê avakirina jiyanek ekolojîk û azad, û hemû qadên jiyanê yên dewlemendî, çavkanî, av-hewa û xwezayê daniye. Ev zayin bi vîna azad a jina Kurd şoreşa herî liberçav a sekna azadî û berxwedana li hemberî sîstem û hişmendiya desthilatiyê ye. Şoreşa jinê xala destpêkê ya hemû azadî û xweşiktiyan e. Ji ber wê jî rojbûna Rêbertiya me dîorkî û civakî ye.

Rojbûna 66’emîn a Rêbertiya me rojbûneke dîrokî û civakî afirandiye. Em dibêjin rojbûna 66’emîn a Rêbertiya me destpêkê li gelê Kurd û hemû jinan  pîroz bike. Em rojbûna rêbertiya xwe pîroz dikin. Rojbûna rêbertiya me rojbûna azadiya me jinan e.

Em bang li her kesî dikin ku rojbûna Rêber Apo ya li vê axa vejînê Amarayê bi coşeke mezin, hezkirin û bi biryardarî û îdîaya ber bi serketinê ve pêşwazî bikin. Em sala 2015’ê bikin sala azadiya Rêber Apo.”