Zagros: Şoreşa azadiya jinê şoreşa modernîteya demokratîk e
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zaxo Zagros der barê tevgera azadiya jinê û hêza wê ya guhertina civakê di şoreşa jinê ya Rojavayê Kurdistanê de axivî.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zaxo Zagros der barê tevgera azadiya jinê û hêza wê ya guhertina civakê di şoreşa jinê ya Rojavayê Kurdistanê de axivî.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zaxo Zagros der barê şert û mercên avabûyîna tevgera jin a li Rojavayê Kurdistanê û pêwîstiya derketina wê bi vî awayî de, ji ANF'ê re axivî.
Zagros da xuyakirin ku civakek li ser destê jinê hatiye pêşxistin û got: ‘‘Axa me bi pêşengiya jinê şahidî ji şoreşên herî mezin re kiriye. Jinê civakabûna yekem li vir pêşxist, nanê yekem li vir pijand, sitrana yekem li vir sitra, helbesta yekem wê vegot, ew ê yekem zagonên exlaqî danîn. Di heman demê de ew zanyara yekem bû ku derman, hejmar û amûr peyda kir. Ew Xwedawenda ku berhem dida, mezin dikir, hêza manewî dida qebîlê, mirov diparast û xwedî dikir. Gotina pîrozbahî cara yekê di vê demê de hate bikaranîn. Û ji ber ku jinê nan û zad ku hebûna mirovan misoger dikir peyda kir, lewma ew jî mîna nan û zadê pîroz dihate dîtin û wê ev pîrozbahî bi hezkirin, bi rêzdarî û bi bextewerî ji civakê re dida nîşandan. Û ji ber ku dad û azadî ji taybetmendiyên wê civakbûnê ên sereke bû, lewma mirovatî herî zêde di wê demê de xuluqkarî jiya. Û tevî ku bi hezaran sal di ser vê serdemê re derbas bûye, heta niha jî deyindarê vê dema zêrîn e ku mîna perçakî bihiştê di xeyalê mirovan de bi cih bûye.’’
‘EW NIKARIN RASTIYA JINÊN SERBILIND VEŞÊRIN’
Zagros, berxwedana Xwedewandan a li hember qornaztî û komkujiya mêr bi vî rengî nirxand: ‘‘Komkujî û qirkirina ku li hember Xwedawenda destpê kir û heta jina dawî ku hate kuştin jî, nikarî rastiya jinên serbilind ên ku li ser vê axê hebûn veşarta. Tu dibêje qey wêneyên li ser keviran, tabloyên ji heriyê ku dibin axê de mane, peykerên kevin sûnd xwarine ji Xwedawenda re ku wê rojekê ji rojan bi axivin li ser bilindbûn, şaristanî, berxwedanî û mezinibûna jinan. Yanî qurnaztiya mêr, derewên wî, dek û dolabên wî û çav nebariya wî, têra veşartina dîroka jinê ya di hişmendiya vê axê de nekir. Û ew rastiya ku herdem pergala mêr dixwest bê ji bîr kirin û bê vemirandin pêwîste bihata kişivkirin. Her wiha hêjaye gotinê ye ku berxedaniya jinan di ti qonaxên dîrokê de ranewestiya ye. Di vê ku ji hêla mêr ve hatibe çewt kirin, yan jî ne rêxistinkirîbe, lê belê jin ti car teslîmî mêr nebûn. Di her serdemê de jinên ku tekoşîn kirine û ji bo azadiyê karkirine hene, kuştina bi milyonan jin di bin navên cuda de vê rastiyê teqez dike. Berxwedana jinên Kurd jî mîna xelekekê ji van xelekên dîrokê ye. Ev jî diyar dike ku ala berxwedaniya jinan ne tewiyaye û ji nifşekî sipartiye nifşekî din. Dîsa ew agirê ku Xwedaqendan li dû xwe hiştine ne vemiriye û di wijdanê her jinekê de vêxistî maye.’’
‘JINA KURDISTANÊ ŞOREŞA CIVAKÎ PÊK ANÎ’
Zagros, pêngavên jina kurd ku di hundirê van çil salên dawî de avêtiyê wiha anî ser ziman: ‘‘Jina Kurd li ser ev mîrasê tekoşînê meşeke dîrokî pêkanî, ev meşa ku li gundê Fîsê li bajarê Amedê di kesayeta heval Sakîne Cansiz de destpê kir ku yek ji damezrînerên PKK’ ê ye, bi demê re bû şoreşeke civakî ku bi milyonan jin digire nav xwe. Li kêleka veya rêhavaltî û durustbûna bê sînor a rêber APO’ li hember pirsgirêka azadiya jin, rola wê ya dîrokî hebû ji bo pêşveçûyin û pêkanîna tiştê ku hişê mirovan xeyal nake. Diyalîktîka têkiliya di navbera Rêber APO û jinên Kurdistanê de wê heta demeke dirêj mijara lêkolênê be. Ji ber ku vê têkiliya xwe sipartiye exlaqê azadiyê ,wehevî û dadweriyê, rê li ber şoreşeke ramanî, felsefî û civakî vekiriye. Gera li bersiva pirsa divê em çawa bijîn? hişt ku guhertineke mezin di avahiya civakî, siyasî, exlaqî û kultûrî ya civaka Kurd de çêbibe. Tekoşîna jinên Kurdistanê li hember kevneşopiya civakî û tekoşîna Rêber APO li hember zilamtiya kilasîk hişt ku kesayeteke Kurd a jû, felsefeyeke nûjen û nerîneke dîrokî a nû derkeve holê.’’
‘ÊDÎ EW BI XWE ÇARENIVÎSA XWE DIYAR DIKE’
Zagros behsa jinên qehreman ên Kurdistanê kir û ji bo bilindkirina tekoşîna wan ev yek destnîşan kir: ‘‘Di her çalakiyekê de û di her gaveke van tekoşerên jin de, jintî û mêritiya klasîk di mesixî û şûna wê jin û mêrekî nû derdiket meydanê. Pîvanê jiyanê her roj hîn bilindtir dibûn di civaka Kurdistanê de. Jina bê deng cihê xwe ji jina ku li hember faşîzmê diaxive re berda, jina ku ji siya xwe ditirisiya cihê xwe da jina ku li hember artêşa Tirk şer dike, jina ku şerm dikir cihê xwe da jina bi xwe bawer, jina bêçare cihê xwe da jina ku bi hemû çekên bîrodozî û ramanî û leşkerî xwe pêçaye. Her wiha mêrê Kurd ku leşkerê dijminê xwe bû, bû parazvanê gelê xwe, mêrê ku jin biçûk didît cihê xwe da mêrê ku rêzdariyê dide jinê û bilind dike, mêrê ku jin mîna tişt didît bû rêhevalê jinê, mêrê ku teslîmî lawaziyê xwe bibû êdî ji bo azadiyê dijî. Ev tê wateya ku guhertin mezin û bingehîn bû. Artêşbûna jinê, partîbûna wê, bûna rêxistineke konfederal û hewldana avakirina pergala jinê di hemû qadên jiyanê de hişt ku guhertinên çawanî di civaka Kurd de çêbibe. Êdî hatiye radeyeke wiha ku ti gav bê pêşengtiya jinê nayê fikrandin. Cihgirtina jinan bi awayekî wekhev di hemû qadan de, dîsa pergala hevserokatiyê, rê li ber demokratîkbûyîna zihniyeta paşverû vekir. Êdî jin difikire, plan dike û bûye hêza pêkanînê. Ew nema ji hêlê mêr ve tê diyar kirin, ew bi xwe çarenivîsa xwe diyar dike. Vê pêşketinê ku di civaka Kurdistanê de çêbûn, bandorekî mezin li ser tevahî herêmê kir. Her çiqas polîtîkaya tecrîdê li ser tevgera jin hatibe bi rêvebirin û gelek komkujî ji hêla hêz û dewletên dijberî şoreşa jinê çêbû be jî, mîna kuştina heval Şilan û komkujiya Parîsê ya ku rêheval Sakîne armanc kir. Lê belê pergala desthilatiya mêr nikarî vê berxwedan û bandorê wê li ser tevgera jin a cîhanê rawestîne. Heta berevajî her ku êrîş pêşketin, jinên Kurd mîna Berfînan li hember hemû rengê sir û seqemê rawestiyan û teslîm nebûn. Ew herdem serhildêr, wêrek û girêdayî bi nirx û mîrasê xwe man.’’
‘ŞOREŞA JINAN BERDEWAMA MEŞA RÊHEVAL SAKÎNE YE’
Zaxo Zagros avabûna tevgereke jinê ya bi hêz li ser mîrateya tevgera azadiya jinên Kurdistanê, bi rêveberiya Y.STAR li Rojavayê Kurdistanê nirxand û ev yek wiha pênase kir: "Ev rêxistina ku di 2004 de hate damezrandin di demeke kin de pêngavên girîng avêt. Û wê ne şaş be ku mirov bêje, di her sê kantonan de şoreşeke jinê hate lidarxistin. Rêxistinkirina bi sedhezaran jin ne tiştekî hesaniye. Bi taybet êrîşên berdewam ku ji hêla partiya Baas de li ser Y.STAR ve çêdibûn ev yek hîn bêtir di xiste zehmetiyê de. Di siya pergalekî ku her roj jinan digre,işkence dike û di kuje de rêxistin kirin û zane kirina jinan ked û sebrekî mezin dixwaze, ji ber ku hertişt bibû şoreşeke dijber û êrîşî ser tevgera jinê dikir. Lê belê kadroyên Y.STAR tevî hemû zorî û zehmetiyan, dest ji rola xwe bernedan û li dijî zayendperestiya civakî li berxwedan. Berxwedana li hember hemû saziyên pergala baviksalarî, malbat, dibistan, dewlet û wekî din. Her wiha sekna bi rûmet di hundirê zindanan de , tevlîbûna wan a bê tirs, bandorekî mezin li ser civaka Kurd çêkir û cesaretekî mezin da hemû kesan ta ku serî netewînin. Ev tê wata ku ev pêşketinên ku di dema dawî de çêbûn di nav bera şev û rojekê de çênebû, ev encama tekoşîna bi dehan sal a ku Rêber APO li qada Sûrî û Lubnan da meşandin, dîsa encama tekoşîna tevgera azadiya jinên Kurdistanê hişt ku jinên rojavayî Kurdistan ji bo ezmûnek weha amade bin. Jêr zemîna felsefî û ramanî, dîsa rêxstina dem dirêj, bedelên ku di van salan de hate dayin, ev hemû hişt ku ŞOREŞA JINÊ bê damezrandin."
‘JI BER KU PÊWÎSTÎ BI ÇANDEKE AZADÎXWAZ HEYE...’
Zagros di dewama axaftina xwe de got: "Şoreşa jinên rojava tenê şoreşa jinê dîtin wê nirxandineke teng be, ew di rastiyê de, şoreşek siyasî, çandî, civakî, exlaqî û bedewbûnê ye. Dema mirov naveroka vê şoreşê lêkolîn bike mirov kare vê rastiyê hîn baştir bibîne." Zagros şoreşa siyasî û çandî ya jinên rojavayê kurdistanê şîrove kir û wiha pêde çû: "Di rastiyê de piştî ku mêr deshilatiya xwe pêşxist, jin ji hemû makanîzmayên biryaran dûrxist,û tevî ku jinê di van sed salên dawî de mafê hilbijatinê bi dest xist jî, lê rewşa ne wekhev û nerîna zayendperset di der barê jinê de di hemû aliyên jiyanê de berdewam kir. Dema di salên 90 hilbijartin çêbûn yek jin jî wekî namzet li roj ava nehate dest nîşandan . Rol diyar bû, jin wê deng bidin mêr jî wê bên hilbijartin. Jin ji bo mêr mîna hêzeke yedek û mîna kulîna dengan dihate dest girtin, ev jî heta dawî nêzîkatiyeke pergamtîst û paşketî bû. Hêjaye gotinê ye ku enacama tekoşîna jinê hişt ku ev rewş bê guhertin û bi taybet di TEV-DEM û partiya PYD’ de hin gav bên avêtin. Tevlîbûna jinan bi rêjeya 50% di hemû biryaran de, her wiha pergala hevserokan, hişt ku jin rola pêşengtiyê di siyasetê de bilîzin. Bi avakirina saziyan re hate diyarkirin ku, ew nerîna ku digot siyaset tenê karê mêrane û jin jê fehm nakin dek û dolabên mêre bû, jinan teqezkirin ku jin ger ne zêdetirbe ne kêmtirî mêre di warê pêşxistina qada siyasî de. Şoreşa çandî tê wateya guhertina di kevneşopiyên civakê de ku bûne mîna zagonên xwezayî û ji hêla civakî de tê pejrandin û pêkanîn. Di civaka me de çanda zayendperest serwer e. Jin heta demekî kin” dara şikestî, hebûna ku divê zarok ji zikê û dar li ser serê wê kêm e nebe, porê wê dirêje û aqlê wê kêm e “ dihate dest girtin, heta gotina mêranî û qehremanî di zimanê me de wekhev dihate şirove kirin. Ev hemû mîna şerekî pîsîkolojîk li hember jinê dihate bikaranîn, ji bo ku bi zordestiya mêr razî bibe. Civaka ku bi vî rengî ji jinan re nêz bibe, gelo kare li ser vîn , li ser mêraniya rast û li ser rûmetê bi axive? Bê guman nabe, ji ber mêrê ku bi jineke kole re jiyan bike nikare bêje ez azadim , her weha mêrekî ku her roj ji hevjîna xwere kufur bike û lêbide nikare li ser rûmetê biaxive. Ev çanda zayend perest a ku jiyana me bi rêvedibe, hiştiye ku tevna civakî lawazbibe û avahiya wê ji hev bikeve. Piştî ku jin hate perwede kirin û hate rêxistin, derket holê ku jina Kurd kare destana çêke. Qehremaniya yekineyên parastina jinê karî bû gelek nerînê ku diderbarê jin de dihate gotin buguherîne. Ji ber jina kurd diyarkir ku ger rê li pêşiya wê vebe, kare ji gelek mêran bihêztir û wêrektir be. Her weha hate diyarkirin ku ew çanda zayendperest xizemeta civakê nake û pêwîstî bi çandeke azadîxwaz heye.’’
‘JI BO XWEŞIKBÛNÊ PÊWÎSTÎ BI FIKREKE AZAD HEYE’
Zagros di berdewamiya axaftina xwe de der barê şoreşên civakî, exlaqî û estetîk nirxandinên girîng kir û got: "Berî şoreşê û encama şerê taybet ku ji hêla partiya Baas ve hate meşandin, civaka Kurd di warê civakî de bi seqetiyên mezin ve rû bi rû ma. Polîtîkaya birçîkirinê, girtinê rojane, şerê pîsîkolojîk ku li ser gelê Kurd dihate bi rêvebririn, hişt ku tirsek çêbibe û dûrketin ji fikra azadî çêbibe. Bi taybet piştî hevpeymana Adana ku di navbera Tirkî û Sûrî de çêbû û bûyerên Qamişlo ên 2004 ev polîtîka hîn bi awayekî sistematîk hate meşandin. Mirov kare bêje ku rewşa malbatê di Rojava de berî şoreşê aloziyek û rizandineke mezin dijiya. Ketina exlaqî ku mîna nexweşiya pençeşêrê belav bibû, encama bikaranîna ciwana ji madeyên hişbir, ketina gelek ji wan nav gurupên mafiya, dîsa bazirganiya jinan û çandina heşîşê, pêşketina tevgerên sîxur di bin navê ol de. Hişt ku civaka Kurd ber bi jêrzeminekê ve biçe. Xwekuştina ku di nava refê jinê de asta herî bilind ji aloziya civakî datîne holê. Bi rastî şoreşê rola rizgariyê lîst. Ji ber ku hêza watê nemabû û rastiyê jî êdî baweriya xwe wenda kiribû, ez bawerim ev rewşa herî xternake ji bo civakekê. Lewma jî şoreş destwerdanekî radîkal bû li hember ev qeyran û tevliheviya civakî û exlaqî . Piştî ku hêza pergala Baas ji navçeyên Kurdî hate derxistin û YPG-YPJ ava bû, di têkiliyên civakî de gelek guhertin çêbûn. Ew têkilyên madî xwe veguhestin têkliyên manewî. Tevlibûna hemû endamên malbatê ji şoreşêre û avakirna saziyên civakî, hişt ku têkilyên nuh ku xwe dispêre rêzdarî, wekhevî û azadiyê û ermancên mezin di nav malbatê de çêbibin.Têkiliya di nav bera jin û mêre de hate sere rastkirin, jiber tevlêbûna jinê ji hemû aliyên tekoşîn û jiyanê re, vekirina malên jin û têkildariya wan bi pirsgirêkên civakîre, her weha pêşxistina zanesta civakî bi riya xebatên perwerdê ên akademiyên Y.STAR û Nûrî Dersîmî, dîsa şehadeta rêhevalên jin di ber nirxên civakî de . Hişt ku guhertin di pîvanên exlaqî de çêbibe . Êdî exlaqê azadiyê ku xwe dispêre demoqrasî, rêzdarî hezkirin, wekhevî û dadê xwe rêkdixe di şanikê tevna civakê de. Bi vî rengî mirov kare bêje wijdana civakî êdî hate damezrandin û carakedin ew wijdanê ku pûçbibû vejîn çêkir. Bi vî rengî mirov dibîne ku gelek buyerên bi êş mîna xwe kuştin, kuştina jina binavê (namûsê), bazirganiya jinan, gişandina madên hişbirî di radeyekî mezin de hate kêm kirin. Ev bi serê xwe şoreşek civakî û exlaqiye.
Estetîk di zimanê latînî de tê wateya hestyariya bilind. Tê gotin ku; têkiliyeke organîk di navbera azadî û estetîkê de û di navbera koletî û kirêtiyê de heye. Ev rast e, estetîk di hunderê xwe de huner û xuluqkarî dihewîne. Ji bo ku tiştê xweşik biafirîne pêwîstî bi fikireke azad heye berî her tiştî. Lewma civakên ku azadiya wan nebe ew civaka,ji hêza estetîkê bêparin, ji ber mejî,hest û fîzakan wan bi hezar ben ve girêdayiye. Dema ku vîn û azadiya afirandinê girtîbe, kesên wê civakê nikarin biafrînin. Ger hin kes jî derkevin ev nabe xulqkariyeke civakî. Lê belê dema afirandina civakî hebe wê demê mirov kare şoreşeke bedewbûnê di civakê de pêşbixe. Civaka me ji civakên herî zêde hestên wê û hêza xuluqkariya jê hatiye dizîn. Ji ber ku ew fêr bûye ji bo biyaniyan jiyanbike ne ji bo xwe. Heta demeke nêz jî mûzîk ji bo jinan di civaka me de qedexe bû , her weha bi Kurdî helbest nivîsandin jî qedexebû. Civaka ku heta serê xwe di nava koletiyê de be gelo kare behsa afrîneriyê bike? nikare , bi qas ku mejî, raman, ziman,vîn azad bibe ancex mirov kare behsa xweşikbûnê bike. Lewma jî ger jina Kurd îro dibe sembola xweşkbûnê berî her tiştî vedigere asta zanestî, wêrektî, bi xwe bawerî, rizgariya wê ji bandora pergala mêr, aşqa wê ji jiyana azad re, qehremaniya wê di şer de, hêz û vîna û teysandina wê li ser rû û nerîna wê. Bi vî rengî jina Kurd da diyarkirin ku biqas jin azad bibe ewqas bibandor û xweşkdibe. Û jina Kurd li rojava vêyeka pêkanî.
Wekî ku di jor de hate diyarkirin em dibînin ku tiştê mirov ancex di serdemekê de pêk bîne, di navberî 3 salan de hate pêkanîn. Bê guman ev yek bi hesanî çênebû, her gavek bi ked û bedelên mezin çêbû. Şehadeta bi sedan hevalên jin û birîndariya bi hezaran jin, hişt ku rêya şoreşê vebe. Berxwedana jinên Kurd li hember DAIŞ’ ê cîhan hejand. Qehremaniya rêheval Arîn Mîrkan, Uzgur Afrîn, Gulan Batman , Hebûn Derîk û bisedan wek wan zandineke nuh bû ji bo hemû jinan. Serhiladan jinan li gelek welatan ji bo destek dana berxwedana Kobanê da diyarkirin ku bandora vê şoreşê di astekî herêmî û cîhanî deye. Çawa ku jinên Mezapotamiyayê berî veya bi 15000 sal ji mirovatiyê re şoreşa gund, şoreş çandê û gelek şoreşên din bexiş kir, îro jî careke din jinên vê axê pêşengiyê ji şoreşa serdema modernîteya demoqratîk re dikin û ev çema diherikînin her derê. Jin li cihê ku azadiya xwe cara yekem windakirine dîsa di afrînin. Ev hem tolhildana herî mezine ji pergala desthilatdariya mêre. Jinên Kurd ji hemû jinan re dan diyakirin ku ger em xwe bighînin zanesta Xwedawendan, ger em xwe bi berxwedana bi milyonan jin re bikin yek û em xwe bi qehremaniya Zilan, Arîn û Sakîne Cansîz re bi çek bikin ti hêz nikare jinê têk bibe. Her wiha serketina Kobanê îspata vê yekê ye.’’