'Di nava salekê de 482 jinan ji ber şîdetê serî li navenda me dan'

Navenda Jinê ya Kardelen bal kişand ser daxuyaniyên hikûmeta AKP'ê û Serokkomarê Tirk Erdogan ên rê li ber şîdeta li hemberî jinê vedikin û diyar kir ku 482 jinan ji ber şîdeta li wan hatiye kirin, serî li navenda wan dane.

Navenda Jinê ya Kardelen bal kişand ser daxuyaniyên hikûmeta AKP'ê û Serokkomarê Tirk Erdogan ên rê li ber şîdeta li hemberî jinê vedikin û diyar kir ku 482 jinan ji ber şîdeta li wan hatiye kirin, serî li navenda wan dane.

Navenda Jinê ya Kardelen a li navçeya Amed Baglarê xebatên xwe dimeşîne, li avahiya navenda xwe civîneke çapemeniyê lidar xist û encamên lêkolîna xwe ya li ser pirsgirêkên di sala 2014'an de jin pê re rû bi rû mane, aşkera kir.

Psîkologa Navenda Jinê ya Kardelen Rûken Taşdemîr li civînê peyivî û anî ziman ku sîstema bi serdestiya mêr roj bi roj cihêkariyê dixe navbera gelan, ziman, bawerî û nasnameyan û bi vî rengî şîdetê xwedî dike û mezin dike.

'ŞÎDET REWA KIRIN'

Taşdemîr ragihand ku daxuyaniyên Serokkomar, Serokwezîr û wezîrên hikûmetê yên li ser kincên jinan, zewaca jinan û hejmara zarokan, şîdeta mêr li hemberî jinê rewşa kirine û anî ziman ku der heqê gelek jinan de biryara 'parastinê' hebûn lê belê tevî vê jî hatine qetilkirin.

EWLEKARIYA JIYANÊ YA 91 JINAN NEMA, 225 JINAN DESTEKA PSÎKOLOJÎK STENDIN

Psîkolog Rûken Taşdemîr da zanîn ku di sala 2014'an de 482 jinan ji ber şîdeta hevser, bav, bira û dê serî li Navenda Jinê ya Kardelen dane û got, "91 jin, ji ber ku ewlekariya wan a jiyanê nemabû xwe li stargeha me girtin. 225 jin ji ber şîdeta lê rast hatin, desteka psîkolojîk wergirtin. 7 jinên piştî ji stargehê derketin, ji ber li şîdetê rast hatin, careke din li stargehê vegeriyane. 219 jin ji kûrsên me sûd wergirtine."