Parêzvana mafê mirovan Firtina hate oxirkirin
Cenazeya avakara ÎHD'ê Leman Firtina ji aliyê sedan kesan ve li Goristana Karacaahmetê a Stenbolê spartin axê.

Cenazeya Avakara ÎHD'ê Leman Firtina piştî merasîma li Mizgefta Selîmiyeyê ji aliyê sedan kesan ve li Goristana Karacaahmet hate definkirin. Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Uskudarê Sabrî Bîngol, Seroka Giştî ya Halkevlerî Oya Ersoy, Serokê Giştî yê SDP'ê Ridvan Turan, Parazvanê Mafê Mirovan Akin Birdal û hûnermend Aslihan Gurbuz, Gurkan Uygur, Sarp Akaya û gelek kesên din tevlî merasîmê bûn.
Piştî merasimê cenazeyê Firat birin Goristana Karacaahmetê bi dirûşmeyên “Leman Firtina nemire” û “Rumeta mirovahiyê dê îşkencê têk bibe" hate definkirin. Piştî karên definkirinê bi dawî bûn rêzgirtin pêk hat û Parêzvanê mafê mirovan Akin Birdal axivî û wiha got: "Leman di jiyana xwe de ji bo mafê mirovan têkoşiya. Têkoşîna ku Leman da hêj didome. Em ê di riya Leman de bimeşin û ji bo azadî, aşitî û deokrasiyê heya dilopa xwina ya dawî têkoşin."
Neviyê Firtina Kerem Firtina jî nivîsan ji bo dapîra xwe nivîsandî xwend. Piştî axaftinan kom ji goristanê veqetiya.