Meclîsa Jinan a Nûcan kongreya xwe pêk anî
Meclîsa Jinan a Nûcan a li bajarê Leverkûsen ê Elmanyayê kongreya xwe ya asayî ya salê pêk anî.
Meclîsa Jinan a Nûcan a li bajarê Leverkûsen ê Elmanyayê kongreya xwe ya asayî ya salê pêk anî.
Di kongreya li Dergaha Elewiyan a Leverkusen û derdora wê gelek kes amade bûn.
Di kongreyê de rapora xebatan a salekê hat xwendin û delegeyên rêveberiya berê rexnedayîna xwe dan.
Li ser esasê pêşniyarên delegeyan rêveberiyeke nû hat hilbijartin û biryara avakirina 6 komîsyonên cuda hat girtin. Li gor wê, Şehrazat Gergersoy, Fatma Kisikyol û Hanim Şenpak wek berdevkên demê hatin hilbijartin.
Komîsyonên wê bên avakirin ev in: Komîsyona Rojava, Dayikên Aştiyê, Çand, Karên Derve, Perwerde û rêxistinkirin.
Meclîsa Jinan a Nûcan navê xwe ji gerîlaya PKK’ê Nûcan (Cennet Dîrlîk) digire. Cennet Dîrlîk a di sala 1973’an de li Bazarcix hatiye dinyayê, sala 1993’yan ji Leverkusên beşdarî gerîla bûye û sala 2005’an jiyana xwe ji dest daye.