Meclîsên Jinê yên li Lîege û Anversê kongreyên xwe lidar xistin

Meclîsên Jinê yên li Lîege û Anversê kongreyên xwe yên salane yên asayî lidar xistin. Li dû kongreyan, jinan 4'ê Nîsanê pîroz kirin. 4'ê Nîsanê li bajarên Vervîes û Brukselê jî bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Meclîsên Jinê yên li Lîege û Anversê kongreyên xwe yên salane yên asayî lidar xistin. Li dû kongreyan, jinan 4'ê Nîsanê pîroz kirin. 4'ê Nîsanê li bajarên Vervîes û Brukselê jî bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

LÎEGE

Li bajarê Belçîka Lîege, Meclîsa Jinê ya Ronahî kongreya xwe ya 5. lidar xist. Di kongreyê de nûnera TJKE axaftinek kir û diyar kir ku Tevgera Jinên Kurd ji tevahiya jinên cîhanê re pêşengiyê dike û destnîşan kir, ku jin ancax bi rêxistinbûyînê re dikare azad bibe. Di axaftina xwe e bal kişand ser girîngiya Meclîsên Jinê û anî ziman ku meclîs ji bo cihê diyarkirina çarenûsa xwe ye. Nûnera TJKE 4'ê Nîsanê jî pîroz kir û got, "Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojbûna hemû gel û jinan e."

Li dû axaftinên li kongreyê peyama TJKE ya 4'ê Nîsanê hat xwendin. Piştî xwendina rapora xebatê salekê, delegeyên kongreyê xebatên xwe nirxandin û anî ziman ku pêwîste rêxistinbûyîna jinê were xurtkirin û hemû jin li dora meclîsa jinê bicivin.

Paşê ji bo diyarkirina endamên nû yên Meclîsa Jinê ya Ronahî hilbijartin hat kirin û kongre bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.

Jinan piştî kongreyê, ji bo 4'ê Nîsanê pîroz bikin gul avêtin nav açemê Lîege. Çalakî bi pîrozbahiyê dewam kir.

ANVERS

Di heman rojê de li bajarê Anversê jî Meclîsa Jinê ya Silava, kongreya xwe ya 2. lidar xist. Dilşa Osman a di kongreyê de axivî anî ziman ku di demeke li Rojhilata Navîn êrîşên zîhniyeta serdestiya mêr ên li dijî jinê gihaştiye asta herî bilind de ew kongreya xwe lidar dixin û di kesayetiya Arîn Mîrxan de hemû cangoriyên Şoreşa Rojava bibîr anî. Dilşa anî ziman ku berxwedana jinê ya bi pêşengiya YPJ û YJA Star a li Rojava û Şengalê ji bo hemû jin û gelan bûye hêvî û daxwaza têkoşînê û bal kişand ser girîngiya hewldanên ji bo rizgarkirina jinên di destê çeteyên DAIŞ'ê de dîl girtî ne.

Kongre, bi xwendina rapora xebatên salekê dewam kir. Dûre bi hilbijartinê re Meclîsa Jinê hat diyarkirin. Piştî kongreyê jinan 4'ê Nîsanê pîroz kirin.

 

...