Li Spanyayê yek ji 10 jinan rastî şîdeta hevserê xwe tê
Li gorî lêkolîneke fermî ya li Spanyayê hat weşandin, yek ji 10 jinên Spanyayî li şîdeta fîzîkî û zayendî ya hevserê xwe rast tê.

Lêkolîna ji aliyê Wezîrê Tenduristiyê Alfonso Alonso ve hat weşandin, bi 10 hezar 171 jinên di ser 16 salî re, hat kirin. Li gorî vê yekê ji sedî 12,5 ê jinên Spanyayî li şîdeta fîzîkî û zayendî ya hevserê xwe rast tên.
Ji sedî 10,3 ên beşdarî lêkolînê bûn diyar kirin ku ew li şîdeta fîzîkî, ji sedî 8,1 jî anîn ziman ku ew li şîdeta zayendî rast hatine.
7 ji 10 jinan bi gotineke din ji sedî 77,6 ê jinan anîn ziman ku wan karesateke şîdetê ya zayendî ku jiyana wan biguherînin, derbas kirine. Ji sedî 37,4 ê şîdetê bûn sedem ku hevser ji hev cihê bibin.
Ji sedî 25 jinên beşdarî lêkolînê bûn ragihandin ku di serî de şîdeta psîkolojîk ew mexdûrê şîdeta bi şêweyên cuda ne.
6 ji 10 jinên beşdar anîn ziman ku zarok bûne şahidê vê şîdetê yan jî şîdet bihîstine.
Ji ber şîdeta zêde ya li hemberî jinê, di salên 2005 û 2009'an de du qanûn hatin qebûlkirin. Paralelî van tedbîrên weke xetên taybet ên telefonê, dadgerên taybet û kelepçeyên elektronîk ên li hemberî êrîşkaran, hatin bikaranîn.