Ji KJA li Qerkelî û Mehmûdî civîn
KJA li Wanê di çarçoveya kampanyaya "Jin jiyanê rêxistin dike, civaka exlaqî û polîtîk ava dike” daye destpêkirin, li Qerqelî û Mehmûdî bi jinan re civîn li dar xist.

Di civîna li avahiya Qerqelî ya DBP’ê de Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Bajêr Hamiyet Şahîn, Alîkara Hevseroka Rêxistina Bajêr a HDP’ê Umran Kûrt, Rêvebera DBP’ê ya Bajêr Nazmiye Acar, li ser navê Navenda Jiyanê ya Jinan Sosyolog Rûken Ozdemîr û gelek jin amade bûn.
‘JIN ÎNTÎXAR NAKIN TÊN QETILKIRIN’
Di civîna ku bi rêzgirtinê destpê kir, Rêvebera DBP’a Bajêr Nazmiye Acar got, "Bi kampanyaya bi ruhê seferbertiyê ‘Deng bide jiyana xwe’ di navbera 1’ê Nîsanê -10’ê Gulanê de me daye destpêkirin. Em bi israr in li dijî întîxar in jinan ên em wek komkujiyên jinan bi nav dikin, tacîz û tecawiza li dijî jinan û zewacên di temenê biçûk de zanebûnê pêş bixin û perwerdeyên cihêwaztiyê, perspektîfa jiyana nû û û civaka polîtîk exlaqî ava bikin.”
‘PÊWÎST EM ROLA JINÊ YA DI NAV CIVAKÊ DE XURT BIKIN’
Sosyolog Rûken Ozdemîr jî got, "Em wek jinên heta îro ligel nirxên civakî yên heta îro afirandine parastiye û mezin kiriye, bi hilgirtina berpirsyartiya kêliya em têde û pêvajoyê pêwîst e em rola jinê ya civakî xurt bikin.”
Civîn piştî axaftina li ser pirsgirêkên jinan bi dawî bû.