4’ê Nîsanê azadiya mirovahiyê ye
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsana îsal de dikeve sala 66. Ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd gerîlayên PKK’ê nêrînên xwe anîn ziman.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsana îsal de dikeve sala 66. Ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd gerîlayên PKK’ê nêrînên xwe anîn ziman.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsana îsal de dikeve sala 66. Ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd gerîlayên PKK’ê nêrînên xwe anîn ziman.
Endama TEV-ÇAND’êê Edûlê Amed 4’ê Nîsanê li hemû gelan pîroz kir û got: “Rojbûna Rêbertî di wê rojê de ji nû ve hatina jinê jî ya dunyayê ye, ji lewra mirov nikare cuda bigire dest yan jî weke her zayînek din binirxîne, ji ber ku Rêber Apo di wê rojê de ji nû ve azadî afirand, hem xwe azad kir û hem jî hemû mirovahî ber bi rizgariyê ve bir. Ew jî dihêle di wê rojê de bi mîlyonan gelên me ber bi Amarayê ve biherikin û şitlan ji nû ve biçînin û ji bo ji nû ve zayînekê mirov temsîliyeteke bi vî awayî bike.”
‘VÊ HIŞT KU HEMÛ JINÊN CÎHANÊ RABIN SER PIYAN’
Amed diyar kir, asta ku jin îro gihiştinê hemû ked û xebata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane û axaftina xwe wiha domand: “Ked û xebata Rêber Apo giha astekê ku tevgera azadiya jinê ava bibe, weke jin ji nû ve hesabê dîrokê rast bike, bi serketinên gelek mezin û bi nirx ve îro li Rojava YPJ, li serê çiyayan YJA-STAR, li Şengal YBŞ pêngavên pir mezin davêjin û her sal pêngavên hîn bi nirxtir tên avêtin, weke ku îsal jî bi ruhê şoreşa Rojava hate xemilandin û hişt ku hemû jinên cîhanê rabin ser piyan.”
Amed di dawiya axaftina xwe de got ku saleke din 4’ê Nîsanê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re wê pîroz bikin û saleke din wê ji îsal cudatir be, wê her sal bibe zayînek nû.
Gerîlaya YJA-STAR’ê Madûra Aso jî ev roj li tevahî mirovahiyê pîroz kir û got ku ew çiqas bi fîzîkî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dûr bin jî bi ruh û mejiyê xwe her dem li gel rêberê xwe ne.
‘PÊNASEYA JIYANÊ GUHERÎ’
Aso anî ziman ku jinên Kurd mîlada Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke mîlada xwe digrin dest û wiha dewam kir: “Ji ber ku ev fikir û ramanê Rêbertî bûn sedema jiyanê ji tinebûnê rizgarkirin. Ji bo hemû kesên ku naskirina wan bi raman û paradîgmaya Rêbertî re çêbû pênaseya jiyanê jî guherî. Ev ji bo jinan hîn bi watetir bû, Ji ber ku her qadeke jiyanê ji bo jinan bûbû dojeh.”
Aso bandora rewşa jinên Rojhilatê Kurdistanê bi mîlada Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re wisa nirxand: “Zagonên şerîeta Komara Îslamî ya îranê û di hêla din de jî adet û teqalîdên paşverû û zilamsalar yê hakîm li ser civakê di Îran û Rojhilatê Kurdistanê de dibin sedem ku roj bi roj jin bi destê xwe dawî li jiyana xwe bînin. Bêguman naskirina jinên Îranî û Rojhilatî bi fikir û ramanên Rêbertiyê re dibe sedem, her roj hejmara jinên ku hewl didin wan zagon û pîvanên ku jinan difetisînin biguherînin, zêde bibin, êrişên ku ji hêla sîstema zilamsalar a komara Îranê ve li ser jinan çêdibin jî ji vê çavkaniya xwe digire. Ji ber ku êdî jin ev jiyana koletî ku bi hezaran sal e di şexsê dewlet û saziyên li ser wan tê sepandin, napejirînin. Ji lewra tirsa herî mezin a Komara Îslamî ya Îranê ji zanabûn û îdeolojîkbûna jinan heye. Ji ber vê jî her amûrekî bi kar tîne da ku pêşî li belavbûna fikir û ramanê rêbertî di Îran û bi taybet jî Rojhilatê Kurdistan de bigire. Lê em dikarin bêjin ku zêdebûna beşdarbûnên jinên Rojhilatî ji bo nava refên azadiyê û lêgerîna wan ji bo naskirina jiyanek nû û azad ev hewldanê rejîmê wala derxistiye.’’
‘4’Ê NÎSANÊ GAVEKE NÛ BER Bı AZADıYÊ VE YE’
Aso 4’ê Nîsanê weke tolgirtineke herî mezin ji desthilatdarên ku bi salane jiyanek bê wate bi jinan didin jiyandin. Aso wiha dawî li gotina xwe anî: “Bêguman naskirin, jiyan û jiyandina hizir û ramanê Rêbertî wê bibe. Ji lewra pîrozkirina vê rojê ji hêla jinên Îranî û Rojhilatî ve wê bibe sedema gavek nû avêtin ber bi azadiyê ve. Carek din vê rojê li hemû jinên azadîxwaz pîroz dikim.”
Gerîlaya YJA-STAR’ê Dunya Rojava demsala biharê wiha bi 4’ê Nîsanê ve girê dide: “Çawa ku her demsala zivistanê bar dike li şûna wê bihar tê, bi hatina biharê jî xweza bi giştî xwe nû dike û ji sala burî zêditir berhem dide. 4’ê Nîsane jî ji bo me bi taybet weke jin tê wateya dema lêvegerîna xwe û li ser vî esasî jî guhertinên bingehîn pêk anîn, ji bo ku berhemên ji demên buhrî bi nirxtir bixin xizmeta mirovahiyê.”
‘4’Ê NÎSANÊ BÛ PÊNÛSEKE KU HEQÎQETA GERDÛNÊ BINEQIŞÎNE’
Rojava, 4’ê Nîsanê û şoreşa mirovahiyê wiha şîrove kir: “Ji ber ku 4’ê Nîsanê temsîla ji nû ve azadî û serbestiyê dike, şoreşa mirovahiyê ji wê rojê destp êkir heya ku di Rojava de berhem da, eger îro hêzên YPJ Kobanê kirin keleha berxwedanê û bi xwîna xwe kêlî bi kêlî warê azadiyê parastin, eger nehiştin hêzên kedxwar, dagirker û hov ku di bin navê baweriyê de civakan talan dikin, bigîhin ser axa wan, eger bi keziyên xwe azadî hûnandin, ev tê wê wateyê ku 4’ê Nîsanê piştî tinebûneke reş, mîladeke ber bi hebûnek bi rûmet. Lê yê ku ev hemû kirin rastî kî bû? Rêber Apo bû ku hebûna xwe ji kêliya yekemîn ku hate dunyayê, xiste xizmeta vegera cewherê xwe ya mirovahiyê û bi mîlada xwe re fikireke nû, ramaneke nû, îdeolojiyeke nû , paradîgmeyeke nû û felsefeyeke nû ya hezkirin, jiyan, fêmkirin û hîskirinê afirand û kir pênûseke ku heqîqeta gerdûnê bineqişîne.’’
MÎLADA MIROVAHIYÊ: 4’Ê NÎSANÊ
Rojava bi vî awayî dawî li nirxandina xwe anî: “Ew mîlad bû sedema ku îro jin li Rojava bi hemû jinên cîhanê re bikevin tekîliyeke li ser esasê ketina zanebûn û parastina cinsê xwe ku li ser kendalên tinebûnê diçûn û dihatin, ji ber wê jî îro gihiştina astekê ku bibin modela neteweya demokratîk. Bi taybet ji bo jin û bikevin zanebûna polîtîkayên ku sîstema Baasê li ser dida meşandin weke bê nakokî hiştin, bi gotin mafên wan parastin lê bi pratîk berevajî wê pêk anîn, her tiştek qilifê wan lê kirin û bindestiya wan kirina weke model. Lê îro bi nexşeya rê ya Rêber Apo re her tişt hate guhertin.”