Aktîvîstên KJA yên Dêrsimê: Li hember şîdeta mêr parastina cewherî

Aktîvîstên KJA yên Dêrsimê cezayê muebbetê yê li Nevîn Yildirim hat birîn şermezar kirin. Aktîvîstên KJA diyar kirin ku mafê parastina cewherî ya jinan heye û gotin, “Wê jin parastina xwe bidomînin.”

Aktîvîstên  KJA yên Dêrsimê cezayê muebbetê yê li Nevîn Yildirim hat birîn şermezar kirin. Aktîvîstên KJA diyar kirin ku mafê parastina cewherî ya jinan heye û gotin, “Wê jin parastina xwe bidomînin.”

Cezayê muebbetê yê li Nevîn Yildirim a Nurettîn Gîder ê tecawizî wê kir kuşt, hat birîn ji aliyê aktîvîstên KJA yên Dêrsimê ve hat şermezarkirin. Di daxuyaniya bi pêşengiya aktîvîstên KJA yên Dersimê de, Hevşaredara Dêsimê Nûrhayat Altûn, Hevserokên Rêxistina DBP û HDP’ê yên Bajêr û gelek jin amade bûn.

Daxuyanî ji aliyê aktîvîsta KJA Azîze Akoglu ve hat xwendin. Akoglu diyar kir ku hêrsa wan pir mezin e, li gor qanûnên nenivîskî yên welatên lê dijîn cinayeta pêk aniye wek parastina cewherî dîtin bila li cihekî bimîne, sedema kêmkirina ceza ku nehatiye pêkanîn û bi awayê herî giran cezakirina Yildirim, wijdan birîndar kirine.

Akoglu wiha dewam kir, “Me wek jin careke din dît ku dewleta zilam, edaleta zilam em neparastine.. Ji aliyê kê were bila were em ê êdî serî li ber şîdeta mêr daneynin, parastina xwe ya cewherî em ê pêk bînin û xwe biparêzin.”