JIN
Hemû Nûçe
-
Yuksekdag: Serwer û zalimno we hê hêza rastî ya HDP’ê nedîtiye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a di 2. Mîhrîcana Jinan a Sakîne Cansiz de axivî got, kesên serketina HDP’ê hezm nekirine li Amedê serî li provokasyonan dane. -
‘Cîhan bi têkoşîna Sarayan wê azad bibe’
Jinên li Swîsre di mîhrîcana bi dirûşma, “Jin bi Rêbertiya Azad Neteweya Demokratîk ava dikin” hatin gel hev. Jinan peyama li dijî kapîtalîzmê wê pergaleke cuda bê avakirin dan. -
Bi hezaran jin di Mîhrîcana Zîlan de kom bûn
Mîhrîcana Jinan a Zîlan a her sal tê lidarxistin îsal li bajarê Dortmund ê Elmanyayê pêk hat. -
Li Meletî jinek hat qetilkirin
Li Meletî jina ciwan a bi navê Canan Koçoglu ji aliyê birayê hevserê xwe yê kevin ve bi kêrê hat qetilkirin. -
Keça xwe ya 17 salî qetil kir
Li Nigdeyê Emine Adiguzel keça xwe ya 17 salî Meryem Adiguzel bi çekê qetil kir. -
Akademiya Perwerdeya Leşkerî ya Ş. Şîrîn Elemhûlî vebû
Endama Konseya Fermandariyê ya HPJ'ê Zemyan, di merasîma vekirina Akademiya Perwerdeya Leşkerî ya Ş. Şîrîn Elemhûlî de peyivî û destnîşan kir ku bi serketina HDP'ê ya hilbijartinê re pêvajoyeke nû destpê kiriye. -
Rûniştina doza Ozgecan Aslan destpê kir
Rûniştina destpêkê ya darizandina 3 bersûcên qetilkirina Ozgecan Aslan, li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Tarsûsê destpê kir. Ji bo şopandina dozê, jin li ber edliyeyê civiyan. -
Li Munchenê çalakiya edaletê
Li bajarê Elmanya Munchenê, ji bo aşkerakirina kujerên şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, çalaiya "bêdengiya we ji ber hevkariya we ye" hat lidarxistin. -
Jin di 2. Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz de dicivin
Jinên li Swîsreyê dijîn bi şiyara "Em bi Rêbertiya azad re neteweya demokratîk ava dikin" di 14'ê Hezîranê de wê li 2. Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bicivin. -
4 jin li ber Çemê Botanê çûn
Li Berwariyê 4 jinên ji bo giya kom bikin xwestin derbasî aliyê din yê Çemê Botanê bibin li ber avê çûn. Yek ji jinan ku hat rizgarkirin, jinekê jiyana xwe ji dest da 2 jin jî winda ne. -
'Serketina HDP'ê dikare bandorê li çarenûsa Kurdan bike'
Parlamentera berê ya Tevgera Goran Salih HDP pîroz kir û got, "Serketina HDP'ê serketina tevahiya Kurdan, hemû gelan û jinan e. Ji niha û pê ve wê ti kes nikaribe destketiyên Kurdan ji holê rakin." -
Berhemên jinên hêvî li derveyî welat rastî eleqeyeke mezin tên
Berhemên ji atolyeya dirûtinê ya jinên Koma Xebatê ya Jinên Hêvî, ku di bin sîwana Atolyeya Jinê ya Hêvî ya Şaredariya Êlihê de dixebitin, li derveyî welat jî rastî eleqeyeke mezin tên. -
Pêşniyara wekîla jin a Îzlandî: Bila jin 2 salan welêt bi rê ve bibin
Parlamentera Îzlandayî Ragnheiður Ríkharðsdóttir pêşniyar kir ku du salan bi tenê jin parlamenter bin û welêt bi rê ve bibin. -
Li Lubnanê konferansa 'li gorî esasên jinê pêşvebirina aştiyê'
Li paytexta Lubnan Beyrûdê konferansa bi serenava ‘Di demên şer de li gorî esasên jinê pêşvebirina aştiyê’ pêk hat. Di konferansê de têkoşîna jinên Kurd eleqeyek mezin dît. -
Jin wê di 13'ê Hezîranê de li Festîvala Zîlan bin
11.Festîvala Jinê ya Zîlan bi dirûşma "Ji Kobanê heta Şengalê bijî berxwedana jinê" di 13'ê Hezîranê de li bajarê Elmanya Dortmûndê were lidarxistin. Endama Komîteya Amadekar Ayten Kaplan got, "Em li benda hemû jinan e." -
Di doza destdirêjiyê de 8 kes hatin girtin
Li Edeneyê keça 14 salî rastî dest dirêjiyê hatibû û têkildarî bûyerê de 8 kes hatin girtin. -
PAJK: Rêya me ya azadiyê ya ber bi Tirkiyeya demokratîk vekirî be!
Koordînasyona PAJK'ê serketina hilbijartinê ya gelan pîroz kir û got, "Rêya me ya azadiyê ya ber bi Kurdistana Xweser a xwe dispêre şoreşa jinê, neteweya demokratîk û Tirkiyeya demokratîk a li ser bingeha biratiya gelan vekirî be!" -
‘RJAK li dijî pergala serdest a mêr têdikoşe’
Endama Desteya Rêveber a RJAK’ê Bêrîvan Mihemed diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê jin di bin zextên cidî de ne û got: “RJAK li dijî zîhniyeta serdest a mêr û li dijî van zextan xwe rêxistin dike.” -
KJK: Em her kesên ked dane pîroz dikin
Koordînasyona KJK’ê, kesên ku di bidestxistina encamên hilbijartinê de keda wan derbas bûye pîroz kir û bang li her kesî kir ku bi xurtî beşdarî avakirina jiyana nû û azad bibin. -
Bi HDP'ê re jin çûn Meclîsê
Hejmara parlamenterên jin ên li Meclîsê, bi saya HDP'ê ji gihîşt 97'an. 32 parlamenterên jin ên HDP'ê, ku partiya sêyemîn a li Meclîsê ye, wê weke nûnerên 'jiyana nû' cihê xwe di Meclîsê de bigirin. -
Li Tambovê jinên Kurd xwe bi rêxistin dikin
Jinên Kurd ên li bajarê Tambovê dijîn, lez dan xebatê xwe rêxistinkirinê. Ji bo komîteya amadekar a Kongreya Jinên Kurd ên li Rûsyayê bê avakirin, civîn tên lidarxistin. -
Di Meşa Jinê ya Cîhanê de êrîşa li dijî mîtînga HDP'ê hat protestokirin
Di Meşa Jinê ya Cîhanê ya li Nantesê de êrîşa li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê hat protestokirin. -
Dayikên Aştiyê: Divê zîhniyeta zordar bê guhertin
Dayikên Şemiyê yên Stenbolê di çalakiya xwe ya hefteyî de aqubeta Hacî Îsa Gok ê ku di sala 1994’an de ji aliye Hîzbul-kontra ve hat revandin û careke din ti agahî jê nehatin girtin pirsin. -
Jin wê li Dortmûndê çalakiyê li dar bixin
Meclîsa Jinan a Rozerîn a li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê wê êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga HDP’ê ya li Amedê şermezar bike. -
Jinên Îdirî giliyê Erdogan kirin
Jinên Îdirî, ji ber gotinên Serokkomar Tayyîp Erdogan li hemberî wan bilêv kir, giliyê Erdogan kirin.