BI DÎMEN

Akademiya Perwerdeya Leşkerî ya Ş. Şîrîn Elemhûlî vebû

Endama Konseya Fermandariyê ya HPJ'ê Zemyan, di merasîma vekirina Akademiya Perwerdeya Leşkerî ya Ş. Şîrîn Elemhûlî de peyivî û destnîşan kir ku bi serketina HDP'ê ya hilbijartinê re pêvajoyeke nû destpê kiriye.

Endama Konseya Fermandariyê ya HPJ'ê Zemyan, di merasîma vekirina Akademiya Perwerdeya Leşkerî ya Ş. Şîrîn Elemhûlî de peyivî û destnîşan kir ku bi serketina HDP'ê ya hilbijartinê re pêvajoyeke nû destpê kiriye. Zemyan bal kişand ser êrîşên rejîma Îranê û got, "Rejîma Îranê çiqasî bi ser me de were jî, em ê artêşa xwe ewçendî xurt bikin û ji hemû pêvajoyan re amade bin."

Dewreya yekemîn a Akademiya Perwerdeya Leşkerî ya Ş. Şîrîn Elemhûlî ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ku diyarî Sarya Onûr a li refên têkoşîna azadiyê jiyana xwe ji dest da hat kirin, bi merasîmekê hat vekirin. Di merasîmê de endama Koordînasyona KJAR'ê Cîhan Çiya, Endamên Konseya Fermandariyê ya HPJ'ê Jiyan Zemyan û Aryen Are amade bûn.

'LI KURDISTANÊ DÎROK TÊ NIVÎSANDIN'

Endama Konseya Fermandaran a HPJ'ê Zemyan li merasîmê peyivî û ev xal destnîşan kir:

"Beriya her tiştî salvegera damezrandina HPJ'ê li jinên Rojhilatî, Îranî û hemû jinan pîroz be. Îro li Kurdistanê dîrok tê nivîsandin. Bala gelê Kurdistanê yê li çar parçeyan li ser hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bû. Bi serketina HDP'ê ya di hilbijartinan de di dîroka gelê Kurd de pêvajoyeke nû destpê kiriye. Di demeke bi vî rengî de, hêzên leşkerî yên jinê yên Rojhilatê Kurdistanê yekemcar bi navê Ş. Şîrîn Elemhûlî akademiyeke xweser vedikin. Ev yek ji bo me cihê rûmet û şerefê ye.

Rejîma Îranê gelekî baş bi vê pêvajoya dîrokî û serketinan dizane. Ji ber vê yekê êrîşên xwe yên li hemberî jinên Kurd, gelê Rojhilat û gerîla zêde kiriye. Piştî serhildana li Mahabadê, bi taybetî li hemberî hevrêyên me yên jin, li dijî gerîlayên me yên li Rojhilatê Kurdistanê dest bi operasyonên leşkerî û êrîşan kiriye. Piştî ku bi çalakiyên leşkerî bersiv ji êrîşan re hat dayîn, rejîma Îranê berê êrîşên xwe da gerîlayên jin û di şexsê jinan de xwest têkoşîna azadiyê bişikîne. Akademiya Ş. Şîrîn Elemhûlî bi xwîn û keda şehîdên me vedibe. Vebûna vê akademiyê beriya her tiştî bersiva me ya li şehadeta hevrêyên me fermandar Kawenda, Axîn, Berçem û Bedran e."

'EM Ê JI HER PÊVAJOYÊ RE AMADE BIN'

Fermandar Zemyan der heqê rejîma Îranê de got, "Akademiya Ş. Şîrîn Elemhûlî di heman demê de bersiva li êrîşên rejîma Îranê ye. Rejîma Îranê çiqasî bi ser me de were jî, em ê artêşa xwe ewçendî xurt bikin û ji hemû pêvajoyan re amade bin. Li hemberî hemû êrîşên li dijî jinê, weke HPJ em ê her tim di pozîsyona parastinê de bin."

Zemyan axaftina xwe bi vî rengî qedand: "Hemû heval bi girîngî û wateya amadekiyê dizanin. Ji ber ku dewreya destpêkê ye, hemû heval gelekî bi coş û moral in. Li ser vê bingehê em jî careke din salvegera damezrandina HPJ'ê û vê dewreyê di serî de li Rêbertiyê, di şexsê Ş. Kawenda de li hemû şehîdên azadiyê û hevalên xwe pîroz dikin."

Merasîm bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin", "Jin jiyan azadî" û bi gerandina govendê bi dawî bû.