BI DÎMEN

Di Meşa Jinê ya Cîhanê de êrîşa li dijî mîtînga HDP'ê hat protestokirin

Di Meşa Jinê ya Cîhanê ya li Nantesê de êrîşa li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê hat protestokirin.

Di Meşa Jinê ya Cîhanê ya li Nantesê de êrîşa li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê hat protestokirin.

Ji bo Meşa Jinê ya Cîhanê, Tirkiye jî di nav de nûnerên jinan ên 76 welatan, li rojavayê Fransayê bajarê Nantesê civiyan. Bi beşdariya Kurdistaniyên li bajarê Nantes û derdora wê û rêxistinên jinan ên li Nantesê re bi hezaran kes kom bûn û êrîşên li dijî HDP'ê şermezar kirin.

Beriya meşê, nûnerên Meşa Jinê ya Cîhanê danê sibehê li Meydana Medîatheqûe civiyan û panel lidar xistin, stand vekirin. Piştî nîvro jî bi hatina Kurdistanî û dostên Tirkiyeyî yên ji bajarên Nantes, Rennes, Vannes û Lorîentê re, saet di 16:30 de nûnerên welatan bi Fransiyan re dest bi Meşa Jinê ya Cîhanê kirin.

Di meşa ku bi hezaran kes lê amade bûn de, mijara êrîşa li dijî mîtînga HDP'ê ya li Amedê derket pêş. Girseya gel a pênc kîlometre meşiya, ji her zimanî dirûşme qîriyan û AKP û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan protesto kirin. Di meşê de belavokên bi zimanê Fransî hatibûn amadekirin, hatin belavkirin. Pankartên li ser aliyên hevpar ên çeteyên DAIŞ'ê û AKP'ê, hatin hilgirtin. Dirûşmeyên "Zext nikarin bi me", "Em HDP diçin Meclîsê", "Dîktator Erdogan", "Em ê mirovahiyê hînî we bikin", "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo", hatin qîrin. Çalakgerên danê êvarê vegeriyan Meydana Medîatheqûe, dawî li çalakiya xwe anîn û belav bûn.

Aktîvîstên ji Tirkiyeyê ji bo Meşa Jinê ya Cîhanê hatin, saet di 19:00 de li Salona Egalîte Convantîon a Nantesê civiyan. Seroka Komeleya Destekkirina Dayikên Şemiyê ya Kolektîfa Ewropayê Sevîm Fontaîne axaftina vekirinê ya vê kombûnê kir. Piştî axaftina vekirinê sînevîzyonek li ser têkoşîna jinên Kurd a li dijî çeteyên DAIŞ'ê û rewşa jinên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ'ê de esîr in. Aktîvîstên jin ên ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê hatin, êrîşên rêk û pêk ên li hemberî HDP'ê şermezar kirin. Kombûn heta derengiya şevê dewam kir. Çalakiyên li herêmê wê roja Yekşemê jî dewam bikin.

...