‘Cîhan bi têkoşîna Sarayan wê azad bibe’
Jinên li Swîsre di mîhrîcana bi dirûşma, “Jin bi Rêbertiya Azad Neteweya Demokratîk ava dikin” hatin gel hev. Jinan peyama li dijî kapîtalîzmê wê pergaleke cuda bê avakirin dan.
Jinên li Swîsre di mîhrîcana bi dirûşma, “Jin bi Rêbertiya Azad Neteweya Demokratîk ava dikin” hatin gel hev. Jinan peyama li dijî kapîtalîzmê wê pergaleke cuda bê avakirin dan.
Jinên li Swîsre dijîn di 2. Mîhrîcana Jinan a Sakîne Cansiz de hatin gel hev. Jinên di mîhrîcana bi dirûşma, “Jin bi Rêbertiya Azad Neteweya Demokratîk ava dikin” hatin gel hev, peyama li dijî kapîtalîzmê wê pergaleke cuda bê avakirin dan.
Di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Swîsre de, ji bo bîranîna yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê Fîdan Dogan, endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin 2. Mîhrîcana Jinan a Sakîne Cansiz li Claramattepark a girêdayî bajarê Basel ê Swîsre hat destpêkirin. Jinên ji danê sibehê ber bi qadê ve herikîn bi cil û bergên xwe yên herêmî qada mîhrîcanê rengîn kirin.
Di mîhrîcanê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Parlamentera Partiya Sosyalîst a Swîsre Sarah Wyss, birayê Sakîne Cansiz Haydar Cansiz di mîhrîcanê de amade bûn. Endama Komîsyona Karên Derve ya Kantona Cizîrê Emîne Omer û parlamentera berê ya HDP’ê Ayla Akat Ata ji ber karê wan ê zêde nikarîbûn tevlî mîhrîcanê bibin.
‘HETA KOMKUJÎ BÊ RONÎKIRIN EM Ê LI QADAN BIN’
Di mîhrîcanê de destpêkê li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Swîsre Arzû Gungor axivî. Gungor bal kişand ser cihê Sakîne Cansiz a di nav têkoşîna jinan a cîhanê de. Gungor bi zimanekî tund rexne kir ku tevî evqas dem jî li ser komkujiya Parîsê re derbas bûye hê nehatiye zelalkirin û got, “Jinên Kurd heta komkujî bi awayekî rast bê ronîkirin wê li qadan bin. Heta ev komkujî neyê ronîkirin em ê xwe wek berpirsyarê vê komkujiyê bibînin.”
CANSIZ: RUHÊ SARA LI ROJAVA ŞER DIKE
Piştî Gungor birayê Sakîne Cansiz Haydar Cansiz kesên li qadê spas kir û got kesên komkujî pêk anîne wê ti carî bi ser nekevin. Cansiz wiha dewam kir: “Îro bi hezaran ruhê Sara li Rojava şer dikin. Bi hezaran Sara li hember zîhniyeta serwer a zilam li ber xwe didin.”
WYSS: BERXWEDANA YPJ HÊZ DA JINAN
Li dû Cansiz Parlamentera Partiya Sosyalît Sarah Wyss derket dikê. Wyss diyar kir ku berxwedana jinên Kurd ji jinên cîhanê re hêviyek e û bal kişand ser serketina HDP’ê.
Wyss bal kişand ser girîngiya têkoşîna Sakîne Cansiz a ji bo jinên cîhanê û got: “Bi taybet têkoşîna jinên YPJ’yî yên li Rojava li her deverê cîhanê hat dîtin. Vê berxwedanê moral û hêzeke mezin daye jinan. Ez ji vir jinên YPJ’yî silav dikim.”
Mîhrîcan, piştî muzîkê wê bi axaftina Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag bidome.