Li Munchenê çalakiya edaletê
Li bajarê Elmanya Munchenê, ji bo aşkerakirina kujerên şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, çalaiya "bêdengiya we ji ber hevkariya we ye" hat lidarxistin.

Çalakiyên jinên Kurd ên li Ewropayê yên ji bo aşkerakirina kujeren Cansiz, Dogan û Şaylemez dewam dikin. Li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Munchenê çalakiya "bêdengiya we ji ber hevkariya we ye" hat lidarxistin. Di çalakiyê de hat ragihandin ku her çend belgeyên nîşan didin bersûc Omer Guney têkiliya xwe bi Tirkiyeyê re heye jî, di lêpirsînê de ti gavek ber bi pêş ve nehatiye avêtin û nerazîbûn hat nîşandan.
Di çalakiya ku wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hat hilgirtin de, belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û xwendin. Di çalakiya ji aliyê Ciwanên Azad Munchen û Însiyatîfa Jinê ya Sara ve hat organîzekirin de peyama "Her Çarşemê wê çalakî dewam bike" hat dayîn.