Bi hezaran jin di Mîhrîcana Zîlan de kom bûn
Mîhrîcana Jinan a Zîlan a her sal tê lidarxistin îsal li bajarê Dortmund ê Elmanyayê pêk hat.
Mîhrîcana Jinan a Zîlan a her sal tê lidarxistin îsal li bajarê Dortmund ê Elmanyayê pêk hat.
Mîhrîcana Jinan a Zîlan a her sal tê lidarxistin îsal li bajarê Dortmund ê Elmanyayê pêk hat.
Bi hezaran jin beşdarî mîhrîcana bi dirûşma, ‘Ji Kobanê heta Şengalê bijî berxwedana jinan” bûn. Ji serê sibehê ve tevî barana dijwar jî bi hezaran jin li qada mîhrîcanê kom bûn.
Li dika qadê pankarta, "Jin wê bi Rêbertiya azad re, pergala demokratîk ava bike”, posterên mezin ên Îvana Hoffman, Arîn Mîrkan, şervanên YPJ’ê yên li Rojava jiyana xwe ji dest dane, sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin hatin daliqandin.
Piştî axaftina vekirinê û peyama KJK’ê Dengê Xwezayê-Jinên Dengbêj, Meral Tekçî û Zelal Gokçe derketin dikê. Di mîhrîcanê de ku jinan kincên herêmî li xwe kirin dirûşmên, "Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana YPG/YPJ" hatin gotin.
Li ser navê organîzatora mîhrîcanê Buroya Aştiyê ya Jinan (CENÎ) Ayten Kaplan behsa girîngiya Mîhrîcana Jinan a Zîlan kir. Kaplan bal kişand ser berxwedana dîrokî ya li Rojava û got: "Li Rojava bi berxwedana jinan re tevayî cîhanê xeta berxwedanê ya jinan nas kir.”
Yek ji parêzerên komkujiya Parîsê Virginie Dussen jî di axaftina xwe de got, hatine ber bi dawiya dosyayê, eger di nav mehekê de parêzerê bersûc Omer Guney mafê xwe yê îtîrazê bikar neyne wê derbasî rûniştinan bibin.
Gelek sazî û rêxistinên siyasî jî peyamên silavkirina mîhrîcanê şandin. Di peyaman de hat diyarkirin ku pêwîst e têkoşîna hevpar a jinan bê pêşxistin û xwedî li têkoşîna Rojava derkevin.
Dayika Îvana Hoffman jî peyamek şand mîhrîcanê. Hoffman ji bo mîhrîcan diyarî Îvana Hooffman û şervanên jin ên li Rojava jiyana xwe ji dest dane hatiye kirin spas kir.
Di mîhrîcanê de Pinar Aydinlar jî derket ser dikê.