‘RJAK li dijî pergala serdest a mêr têdikoşe’
Endama Desteya Rêveber a RJAK’ê Bêrîvan Mihemed diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê jin di bin zextên cidî de ne û got: “RJAK li dijî zîhniyeta serdest a mêr û li dijî van zextan xwe rêxistin dike.”
Endama Desteya Rêveber a RJAK’ê Bêrîvan Mihemed diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê jin di bin zextên cidî de ne û got: “RJAK li dijî zîhniyeta serdest a mêr û li dijî van zextan xwe rêxistin dike.”
Endama Desteya Rêveber a RJAK’ê Bêrîvan Mihemed diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê jin di bin zextên cidî de ne û got: “RJAK li dijî zîhniyeta serdest a mêr û li dijî van zextan xwe rêxistin dike.”
Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) ku li Başûrê Kurdistanê xebatan dimeşîne, di rojên bihurî de li bajarê Silêmaniyê bi beşdarbûna 250 delegeyî 3. Kongreya xwe pêk anî. Jinan di kongreyê de li ser gelek mijaran yên weke pergala serdest a mêr, têkoşîna azadiya jinan, kuştinên jinan de biryar girtin û stratejiya têkoşînê ya dema nû diyar kirin. Endama Desteya Rêveber a RJAK’ê Bêrîvan Mihemed têkildarî armanca avakirina xwe û rêbaza xebatên xwe de ji ANF’ê re axivî. Mihemed da zanîn ku li Başûrê Kurdistanê jin bi zextên mezin re tên rû hev û got her roj jin tên kuştin. Mihemed da zanîn ku armanca wan ev e ku têkoşîna azadiya jinê li her alî belav bikin û pêşî li vê bigirin.
Bêrîvan Mihemed got, RJAK di 2002’an de li Başûrê Kurdistanê ava bûye û got: “Li Başûr pirsgirêkên cidî yên jinan, ên siyasî, aborî û civakî hebûn. Ev hîna didomin. RJAK bi armanca van pirsgirêkan çareser bikin ava bû. Jin heta niha jî di mekanîzmaya siyasî de nekarin biryarê bigirin. Ev pergal ji bo hemû mekanîzmayan derbas dibe. Dîsa jin li dijî her cureyê zext û mirinê rû bi rû ne. Jin her roj li Başûrê Kurdistanê tên tacîzkirin. Tên qetilkirin.”
RENGÊ JINÊ TINE
Mihemed bi lêv kir ku pergala heyî ya niha û ya bihurî xwedî heman zîhniyetê ne û got: “Di pergala serdestiya mêr de rengê jinê tine. Her çiqas di azadiya vê parçeyê Kurdistanê de rola jinê hebû jî, tine hat hesibandin. Ev 24 sal e jin di vê pergalê de heye, lê rê nedan azadiya jinê. Li Başûrê Kurdistanê rewşa jinan xerab dibe. Sedema vê jî pergala heyî ye. Di encama vê siyasetê de bi hezaran jin bi êrîşa DAIŞ’ê re hatin rû hev.”
Mihemed destnîşan kir ku di parlamentoya Başûrê Kurdistanê de ji sedî 30 kotaya jinê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji 19 wezîrî tenê yek jin e. Ev pergal nahêle jin bibe xwedî gotin. Di parlamentoya Başûr de û hikûmetê de ji jinê re cih tine. Mekanîzmaya biryarê di destê mêran de ye. Ji ber vê hemû biryarên tên girtin li dij jinê ye. Qanûnên tên derxistin li dij dinê ne. Kotayek ji sedî 30 heye. Lê tenê di dîtbarî de wisa ye. Dema mirov li Bakurê Kurdistanê dinêrin, ev berevajî vê ye. Ji sedî 40 kota heye. Jin li her qadê xwedî biryar in. Li Başûr hêza rêxistinkirî ya jinan tine.”
ÊRÎŞÊN LI ŞENGALÊ REWŞA JINÊN BAŞÛR NÎŞAN DIDE
Mihemed têkildarî îstatîstikên şîdeta li ser jinê jî axivî û got: “Li Başûrê Kurdistanê yên van îstatîstîkan dikin mekanîzmayên girêdayê hikûmetê ne. Lê bi tevahî îstatîstikên bê alî diweşînin. Beşeke wê ji raya giştî re aşkera dikin. Beşeke wê ya mezin jî vedişêrin. Lê ez dikarim vê bêjim ku li Başûr her roj jin dimirin û xwe dişewitînin. Roj tineye ku jin nemirin.
Êrîşên DAIŞ’ê yên li Şengalê, rewşa jinên Başûr datîne holê. Lê li aliyê din têkoşîna jinan li Kobanê li dijî DAIŞ’ê ji aliyê hemû cîhanê ve bi rêzdarî hat pêşwazîkirin. Tiştên li Kobanê û Şengalê hatin jiyîn, rewşa jinên Rojava û Başûrê Kurdistanê nîşan dide. Li wir jin têkoşîna azadiya civak û xaka xwe didin, li vir jî jin bi şîdet û zextan re tên rû hev.”
Mihemed bi lêv kir ku li tevayî Başûrê Kurdistan û Iraqê têkoşînê dimeşînin û got: “Ji herêma Duhok, Zaxo bigire heta herêma Xaneqînê em rêxistinkirî ne. Heta Hewlêr, Silêmanî, Kerkuk, Ranya û Qendîlê rêxistina me heye. Delege û endamên me hene. Em xebatên xwe dimeşînin. Em li ser esasê azadiya jinê xebatan dimeşînin.
Em RJAK rojane bi pirsgirêkan re tên rû hev. Ji ber em ne di bin ti bandor û biryarê de ne. Biryarên xwe em didin. Ji ber vê em bi zextan re tên rû hev. Em xebatan rehet nameşînin. Gelek caran êrîşê çalakiyên me kirin. Zext li ser me hene. Em li hinek herêman hatin qedexekirin.
Bi rêxistinên jinan ên parçeyên din re têkiliyên me hene. Em di kongre, konferan de tên cem hev. Em hinek çalakî û bernameyan pêk tînin. Ji ber pirsgirêka me yek e.”