Berhemên jinên hêvî li derveyî welat rastî eleqeyeke mezin tên
Berhemên ji atolyeya dirûtinê ya jinên Koma Xebatê ya Jinên Hêvî, ku di bin sîwana Atolyeya Jinê ya Hêvî ya Şaredariya Êlihê de dixebitin, li derveyî welat jî rastî eleqeyeke mezin tên.
Berhemên ji atolyeya dirûtinê ya jinên Koma Xebatê ya Jinên Hêvî, ku di bin sîwana Atolyeya Jinê ya Hêvî ya Şaredariya Êlihê de dixebitin, li derveyî welat jî rastî eleqeyeke mezin tên.
Berhemên ji atolyeya dirûtinê ya jinên Koma Xebatê ya Jinên Hêvî, ku di bin sîwana Atolyeya Jinê ya Hêvî ya Şaredariya Êlihê de dixebitin, li derveyî welat jî rastî eleqeyeke mezin tên. Jinên endamên komê dan xuyakirin ku herî dawî daxwaza 50 kinc-fîstanan hat kirin û wan jî ev fîstan dirûtine û şandine.
Kincên li atolyeya dirûtinê ya jinên endamên koma Xebatê ya Jinên Hêvî, ku li gorî pîvana parvekirinê dixebitin, rastî eleqeyeke mezin tên. Tevî ji Êlihê ji derveyî welat jî fîstanên li vê atolyeyê tên amadekirin, tê xwestin. Koma Xebatê ya Jinên Hevî diyar kir ku herî dawî ji welatên cuda yên Ewropayê daxwaza 50 kincên herêmî hat kirin û wan jî ev daxwaz bicih anîne û fîstanên dirûtine şandine derveyî welat.