KJK: Em her kesên ked dane pîroz dikin

Koordînasyona KJK’ê, kesên ku di bidestxistina encamên hilbijartinê de keda wan derbas bûye pîroz kir û bang li her kesî kir ku bi xurtî beşdarî avakirina jiyana nû û azad bibin.

Koordînasyona KJK’ê, kesên ku di bidestxistina encamên hilbijartinê de keda wan derbas bûye pîroz kir û bang li her kesî kir ku bi xurtî beşdarî avakirina jiyana nû û azad bibin.

Koordînasyona KJK’ê têkildarî encamên hilbijartinê de daxuyaniyek nivîskî da. KJK’ê diyar kir ku paradîgmaya azadîxwaz a demokratîk-ekolojîk-jinê, li gorî rêgeza rêveberiya xweser û neteweya demokratîk, di esasa pergala xwerêxistinkirinê ya gelan de, hilbijartinên 7’ê Hezîranê li dijî netewe dewletê serketineke cidî bidest xistiye.

KJK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: “Qezenca hilbijartinê, ya serketina Rêber Apo ku pêşengê kevneşopiya têkoşîna 40 saliye, tevahiya keda şehîdên me, gelê me, hemû aliyê demokratîk, nasname û baweriyane. Bi vê wesîleyê em Rêber Apo bi rêzdarî û coşek mezin silav dikin, şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin, gelê xwe û gelên Tirkiyeyê û jinan pîroz dikin.”

DIVÊ ENCAMÊN HILBIJARTINÊ BAŞ BÊ FÊMKIRIN

KJK’ê da xuyakirin ku  divê encamên hilbijartinê yên 7’ê Hezîranên ku serketina azadîxwaz a neteweya demokratîk a li dijî zext, zordarî, dij demokratîkbûn, kujeran, derxistiye holê, baş bê fêmkirin û wiha got: “Desthilatdariya AKP’ê ya bi pêşengiya Erdogan bi siyaseta xwe ya îstîsmarkirinan, di serî de pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên civakî re, li Kurdistan û Tirkiyeyê  bûye navenda her cureyê pêkanînên mêr, qirêjî, xesp, înkar, komkujî û pragmatîst. Bi hesabê ku ji gelê Kurd parlamenteran bigire û li parlamentê piraniyê bidest bixîne, Rêbertiya me xistiye bin tecrîdê, li dijî HDP’ê her cureyê şerê qirêj meşandiye, hêzên dewletê û kontrayên ku bi rêxistin kirine, şîdet li gel kiriye û xwîna gelê me rijandiye, her cureyê êrîşê pêk aniye û heqeret li jinên me kiriye. Tevî van şert û mercên ne adîlane, gelan vîna xwe nîşan daye. Van encaman nîşan daye ku gel dikare li dijî vê zilm û zordariyê raweste.”

HILBIJARTINAN RENGÊ SIYASETA KURD GUHERTIYE

KJK’ê daxuyaniya xwe wiha berdewam kir: “Encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê, rengê siyaseta Kurd guhertiye.  Şert û mercên avakirina rêxistinbûn û tercîha azadiya neteweya demokratîk, beşdarbûna jinan a wekhev, sekna rêxistinbûna xweser, çareserkirina pigsirêka Kurd û hemû civakê ava kiriye. Di  pêşengiya guherîna pergala gelên herêmê û Tirkiyeyê pêk aniye.  Berpirsyariya pratîkirina hêza siyaseta demokratîk ji her demê zêdetir girîngtire.  Bêguman wê ji bo pêşî li van geşedanan bê girtin wê hêzên faşîst provakasyonan pêk bînin û sabote bikin.  Gelên bi pêşengiya jinan divê li dijî vê xwedî hestiyar bin û rêxistinkirî bin.”

JI BO AVAKIRINA JIYANA NÛ BANGA BEŞDARBÛNÊ

KJK’ê wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Di encama êrîşên pêk hatin de li Çewlİk, Amedê welatiyên me şehîd ketin. Bîranan wan beşdarbûna me ferz dike. Bi vê hişmendî û berpirsiyariyê  em vê pêvajoyê pêşwazî dikin û ji hemû kesên ku di vê encamê de keda wan derbas bûye pîroz dikin.  Ji bo avakirina jiyana nû û azad divê her kes heta dawiyê beşdar bibe.”