Li Meletî jinek hat qetilkirin

Li Meletî jina ciwan a bi navê Canan Koçoglu ji aliyê birayê hevserê xwe yê kevin ve bi kêrê hat qetilkirin.

Li Meletî jina ciwan a bi navê Canan Koçoglu ji aliyê birayê hevserê xwe yê kevin ve bi kêrê hat qetilkirin.

Canan Koçoglu (19) ya li navendeke ahengê ya li Cadeya Cezmî Kartay a li Meletî wek garson dixebite, ji aliyê birayê hevserê xwe yê kevin ve bi kêrê hat kuştin. Di bûyera ku 9’ê Hezîranê pêk hat, li gor îdîayan qatil, ev hefteyeke jina ciwan timî dişopîne û dem dem diçû navenda ahengê, roja bûyerê jî çûye navenda ahengê. Ramazan A., ê li maseyê bi awayekî bêdeng rûniştiye dema jina ciwan hatiye di carekê de rabûye gelek caran kêr lê daye. Ramazan A., jina ket erdê dîsa kêr kir. Xebatkarên kargehê ku destpêkê ketin panîkê paşê qatil bêtesîr kirin û teslîmî polîs kirin.

Canan Koçoglu ya ji 10 cihan hat kêrkirin bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê, lê tevî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.

Jiyana Canan Koçoglu ya li yurdan mezin bû wek trajediyekê ye. Jina ciwan a di Yurda Zarokan a Meletî de dima piştî zewicî ji yurdê veqetiya. Ji vê zewacê zarokekî Koçoglu çêbû. Zewaca wê dema ne li gor hêviyên wê bû hevdu berdan û li Mala Stargehê ya Jinan a Meletî bicih bû.