Rûniştina doza Ozgecan Aslan destpê kir
Rûniştina destpêkê ya darizandina 3 bersûcên qetilkirina Ozgecan Aslan, li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Tarsûsê destpê kir. Ji bo şopandina dozê, jin li ber edliyeyê civiyan.
Rûniştina destpêkê ya darizandina 3 bersûcên qetilkirina Ozgecan Aslan, li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Tarsûsê destpê kir. Ji bo şopandina dozê, jin li ber edliyeyê civiyan.
Rûniştina destpêkê ya darizandina 3 bersûcên qetilkirina Ozgecan Aslan, li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Tarsûsê destpê kir. Ji heyeta Dadgehê re Ercan Kumhak serokatiyê dike û Fatma Serpîl Aydin û Nesîbe Çinar jî endamtiyê dikin. Zêdeyî 100 parêzer û nûnerên saziyên sivîl ên civakî dozê dişopînin. Ji ber ku salona rûniştinê biçûk bû li saloneke din welatiyan bi sîstema SEGBÎS'ê rûniştinê şopandin.
Ji bo parastina bersûcên bi navê Suphî Altindoken, Necmettîn Altindoken û Fatîh Gokçe 3 parêzer li salonê amadebûn. Rûniştina ku bi tespîtkirina nasnameyan destpê kir bi xwendina gilînameyê dewam dike.
Jinên ji bo şopandina doza Ozgecan li ber edliyeyê kom bûn jî pankartên "Ozgecan nemir e", "Jin jiyan azadî", "Ozgecana me hat qetilkirin, em bêdeng nabin em ê hesab bipirsin" û wêneyên jinên hatine qetilkirin hilgirtin. Jinan dirûşmên "Cinayeta jinan siyasî ye", "Mêr dikujin, dewlet diparêze" berz dikin.
Hejmara mirovên li ber edliyeyê civiyane, her ku diçe zêde dibe.