Li Lubnanê konferansa 'li gorî esasên jinê pêşvebirina aştiyê'

Li paytexta Lubnan Beyrûdê konferansa bi serenava ‘Di demên şer de li gorî esasên jinê pêşvebirina aştiyê’ pêk hat. Di konferansê de têkoşîna jinên Kurd eleqeyek mezin dît.

Li paytexta Lubnan Beyrûdê konferansa bi serenava ‘Di demên şer de li gorî esasên jinê pêşvebirina aştiyê’ pêk hat. Di konferansê de têkoşîna jinên Kurd eleqeyek mezin dît.

Di konferansa bi serenava ‘Di demên şer de li gorî esasên jinê pêşvebirina aştiyê’-Akademîsyen û Aktîvîst di Cîhana Ereb de cihên guherînê yê jinan nîqaş dike’ pêk hat û têkoşîna jinên Kurd mora xwe li konferansê da. Konferansa ku li Beyrûdê di roja 3. de berdewam dike, ji Tevgera Jinên Kurd jî heyeteke ji 5 kesî pêk dihat beşdar bû.

Konferans ji aliyê saziyên bi navê di Şer de Jin (Women în War), Enstîtuya Lêkolînê ya Jinan a Zanîngeha Amerîkan a Lubnanê û Beît el Hanane konferans pêk anî û ji Rojhilata Navîn û her çar aliyê cîhanê akademîsyon û aktîvîstên ji beşdar bûn.

Konferans rojek beriya niha destpê kir û axaftina vekirinê femînîst û nivîskara Misrî Newal El Sadawî kir. Di konferansê de mijarên weke têkoşîna jinê û xebatên aştiyê jî tên destgirtin. Di bernameya konferansa ku wê çar rojan bidome û bi 11 panelî re mijarên cuda bên nîqaşkirin, ji tevgera Jinên Kurd jî gelek kes cih digirin.

Duh piştî nîvro rûniştina bi mijara ‘Di pevçûnên çekdarî de şervanên jin’  pêk hat. Ji Navenda Têkiliyên Jinên Kurd (REPAK) ya li Başûrê Kurdistanê hatiye avakirin Meral Çîçek, mijara bi sernava ‘Şoreşa Rojava çima Şoreşa Jinê ye’ nîqaş kir. Di axaftina ku eleqeyek mezin dît Çîçek da zanîn ku ne YPJ û ne jî şoreşa jinên Rojava hema wisa ji ezmanan de nehatiye xwarê û piştperdeya şoreşê vegot. Çîçek wiha berdewam kir: “Şoreşa Rojava ji paradîgmaya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş xistiye ne qutkirî ye. Ger em bixwazin têkoşîna jinên Kurd a li dijî DAIŞ’ê fêm bikin, divê em îdeolojiyê li pêş çavan bigirin. Li Rojava û bi taybet jî li Kobanê du îdeolojî, du nêrînên cîhanê, du vîzyonên pêşerojê li hev dikevin. Di navenda yekê de azadiya jinê cih digire û di ya din de jî koletiya jinê hedef tê girtin. Yek xwedî îdeolojiya jinê ye, ya din jî  zîhniyeta serdest a mêr e.”

Ji Akademiya Zanistên Neteweyî ya Ermenîstanê Dr. Nona Shahnazaryan  jî li ser lêkolîna xwe axivî. Shahnazaryan, di tevgerên Karabag û PKK’ê de şervanên jin analîz kir.

Di rûniştina îro de jî wê Tevgera Jinên Kurd bê nirxandin. Ji Zanîngeha Lund a Swêdê, Marîa Hagberg got wê mijara bi sernava ‘Li herêmên di bin dagirkeriyê de ne jinên Kurd û Fîlîstîn’ wê binirxîne. Ji Zanîngeha Westminster Meral Duzgun jî wê encamên lêkolîna ser navê ‘Mîlîtarîzasyon û netewe-Tevgera jinên Kurd a li dijî Dewletan Meydanê Dixwîne’ parve bike.

Di bernameya sibê ya Konferansê de jî xebatên aştiyê û her wiha di mekanîzmayên biryargirtinê de cihê jinê wê bê nîqaşkirin. Di vê mijarê de bi taybet beşdarbûna jinên Kurd ên Bakurê Kurdistanê ya pêvajoya çareseriyê wê bê nîqaşkirin.
Ji Yekîtiya Star Leyla Kahraman û Kadriye Huseyîn wê beşdar bibin. Konferans wê sibê bi dawî be. Di çarçoveya konferansê ku bi wesîleya 100. salvegera şerê cîhanê de pêk hatiye, wê heta sala 2018’an ku 100. salvegera dawiya şer wê civînên bi vî rengî pêk bên.

...