Dayikên Aştiyê: Divê zîhniyeta zordar bê guhertin

Dayikên Şemiyê yên Stenbolê di çalakiya xwe ya hefteyî de aqubeta Hacî Îsa Gok ê ku di sala 1994’an de ji aliye Hîzbul-kontra ve hat revandin û careke din ti agahî jê nehatin girtin pirsin.

Dayikên Şemiyê yên Stenbolê di çalakiya xwe ya hefteyî de aqubeta Hacî Îsa Gok ê ku di sala 1994’an de ji aliye Hîzbul-kontra ve hat revandin û careke din ti agahî jê nehatin girtin pirsin. Dayikan êrşa bombeyi ya li hemberî mîtînga Amedê jî lanet kirin û wiha gotin: “Zîhniyeta rêveberiya zordar a xwe ji xwînê xwedî dike divê bê guhertin.”

Dayikên Şemiyê yên Stenbolê çalakiya xwe ya hefteya 532’emîn li Qada Galatasarayê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteyî de aqubeta Siyasetmedarê Kurd Hacî Îsa Gok ê ku di sala 1994’an de ji aliyê Hîzbûl-kontra ve hate revandin û careke din ti agahî jê nehatin girtin pirsî.

Hevsera Fehîm Tosun Hanim Tosun di çalakiyê de axivî û balkişand ser êrîşa bombeyi ya duh li Amedê li hemberî mitînga HDP’ê pêk hat û wiha got: “Di teqînê de hinek dest û hinekan piyên xwe hinekan jî canê xwe winda kirin. Ti kanalan nîşan neda. Heke ev teqîn li bajarekî din pêk hatiba wê nîşan bidana. Ez kesên bombe danîn wir lanet dikim. Heke kesên li wir ji malbata we ba we dê ewlehiya wan girtiba. Hûn tenê li bey dengan in. Ji bo dengekî ev rewa ye.”

Birayê Hasan Ocak Alî Ocak jî bertek nîşanî êrîşê da û wiha got: “Di serî de ji gele Amedê û HDP’ê re derbasbûy be. Divê rayedarên derbar vê yêkê de lêpirsînê vebikin û îstîfa bikin. Bi salane em li vir li edaletê digirin em naxwazin ti bê edaletiyên din çêbibin.”

Piştre nameya hevsera Gok Ferîcan Gok şandî ji aliyê Necmiye Alpay ve hate xwendin.

Di nameye de wiha tê gotin: “Hevserê min Îsa berî bê windakirin hate binçavkirin û 11 rojan di binçavan de ma û pişt re ji aliyê dadgehê ve serbest hat berdan. Di hezîrana 94’an de ji bo biçe kar ji malê derket û careke din venegeriya û em her hefte lêgeriyan. Me serî li nexweşxane, hemû saziyên dewletê da. Lê me peyda nekir. Me ti encam negirt. 21 salin me hêviyên xwe winda nekirin. 21 salin em li bende ne. Goreke wî jî hebe em ê hinek rehet bibin.”

'ZIMANÊ BIKAR TÎNİN BÛ SEDEMA XWÎN BIRIJÊ’

Daxuyaniya hefteyî Necmiye Alpay xwe û balkişand ser êrîşa bombeyi ya li Amedê û diyar kir ku peywira dewletê ew e ku ji hemû partiyan re weke hev şertên propagandeyê amade bike û wiha got: “Lê mixabin dixwazin bi êrîş, bombe, lînc û înfazan xebatên hilbijartinê asteng bikin. Yên dewletê bi rê ve dibin partiyên ji xwe re weke gef dibinin weke dijmin dîbînin û hedef nişan didin. Ez ziman û ev zîhniyet bû sedema di hilbijartinê de xwîn biherike. Divê zîhniyeta rêveberiya zordar a ku xwe ji xwînê xwedî dike bê guhertin.”

'DI SALÊN 90'AN DE HÎZBULLAH WEKE TAŞERON HATE BIKARANÎN’

Alpay anî ziman ku ji bo Hacî Îsa Gok ê ku 21 sal bere ji aliyê Hîzbullahê ve hate revandin ji bîr nekirin hatin cem hev û wiha axivî: “Hacî Îsa Gok ê ku 46 salî û bavê 5 zarokan li Êlihê dijî. Di salên 90’an de li Êlihê cînayetên kiryar nediyar herî zede lêdihatin jiyîn bû. Cînayetên hatin kirin piranî ji aliyê hîzbullahê ya weke taşeron dihate bikaranîn ve pêk hatin.”

Alpay da zanîn ku Gok li bajar esnafî dikir û di heman deme de Endamê Lijenya Rêveber a HADEP’ê yê Êlihê bû û wiha axivî: “Gok bi îdîaya alîkariya PKK’ê hat binçavkirin û piştî 11 roj şunda serbest hat berdan. Piştî 2 mehan yanî di 12’ê Hezîranê de dema ji mal çû kar careke din ti agahî jê nehatin girtin.”