Li Tambovê jinên Kurd xwe bi rêxistin dikin
Jinên Kurd ên li bajarê Tambovê dijîn, lez dan xebatê xwe rêxistinkirinê. Ji bo komîteya amadekar a Kongreya Jinên Kurd ên li Rûsyayê bê avakirin, civîn tên lidarxistin.
Jinên Kurd ên li bajarê Tambovê dijîn, lez dan xebatê xwe rêxistinkirinê. Ji bo komîteya amadekar a Kongreya Jinên Kurd ên li Rûsyayê bê avakirin, civîn tên lidarxistin.
Jinên Kurd ên li bajarê Tambovê dijîn, lez dan xebatê xwe rêxistinkirinê. Ji bo komîteya amadekar a Kongreya Jinên Kurd ên li Rûsyayê bê avakirin, civîn tên lidarxistin. Di civîna li bajaroka Pêrvomaysk a bajarê Tambovê de ji bo amadekariya Kongreyê li vê herêm komîteyek ji sê kesan hat avakirin. Her wiha di civînê de serketina HDP jî hat silav kirin û êrîşên li mitînga Amedê jî hatin şermezarkirin.
Di civîna li bajaroka Pêrvomayskê de nûnera KJK Gulan Roj axivî û got: "Pêwîstiya me bi rêxistinek xurt heye. Îro jina Kurd xwe li her qadê bi rêxistin dike û ji bo vê rêxistina xwe xurt bike û bigihîne asta sazîbûnê jî êdî dest bi xebatan kiriye. Em di wê bawerî de ne ku wê li vê qadê jî jinên Kurd rêxistina xwe xurt bikin."
'SERKETINA HDP'Ê SERKETINA TEVAHIYA GELÊ KURD E'
Di dewama axaftina xwe de Roj bal kişand ser êrîşên di mitînga Amedê û serketina HDP'ê ya di hilbijartinên parlamentê de û got: "Li Bakurê Kurdistanê tevgera siyasî ya gelê Kurd di pêvajoyek dîrokî re derbas dibe. Neyarê gelê Kurd ji bo gelê me di vê hilbijartinê de bi ser nekeve bi hemû derfetên dewletê û bi rêbazên nefermî bi ser HDP ve hatin. Piştî êrîşên li ser avahî û maşîneyan, êrîşên li ser xebatkaran dîtin ku gelê Kurd ji xebata xwe gav paş ve navêje vê carê di mitînga Amedê teqîn pêk anîn. Di encam de 3 mirî û gelek birîndar çêbû lê gelê me li ser sindoqan bersiva herî xweş da van kesên hov û xwînxwar. Em wek jinên Kurd li Rûsyayê dijîn serketina HDP bi dilekî germ silav dikin û ji wan re serketinê dixwazin. Ji malbatên kesên di pêvajoya xebatên hilbijartinê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî û yê birîndar re jî şîfayê dixwazin".
Civîn bi nîqaşên li ser xebatê berdewam kir. Di encamê de ji bo amedikariyên Kongreya Jinê bide meşandin û li qada bajarê Tambovê xebatê jina rêxistin bike komîteyek hat avakirin. Wê ev komite heta di Kongreyê de komîteya nû bê hilbijartin xebat xwe bide meşandin.