Jinên Îdirî giliyê Erdogan kirin

Jinên Îdirî, ji ber gotinên Serokkomar Tayyîp Erdogan li hemberî wan bilêv kir, giliyê Erdogan kirin.

Jinên Îdirî, ji ber gotinên Serokkomar Tayyîp Erdogan li hemberî wan bilêv kir, giliyê Erdogan kirin.

Tevî namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Îdirê Kiznaz Turkelî, namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Mersînê Parêzer Şîlan Aydin Uzgeç, Hevşaredar Îdirê Parêzer Şaziye Onder, Hevserok û rêveberên DBP-HDP ên bajêr, jinan giliyê Serokkomar Tayyîp Erdogan kirin. 23 jinên hatin Edliyeya Îdirê piştî ku giliyê Erdogan kirin, daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Li ser navê jinan Turkelî daxuyanî da û got, "Di 01.06.2015'an de bi hatina Birêz Serokkomar re me li Îdirê mafê xwe yê protestoya demokratîk bikar anîn, lê em li heqaretê rast hatin. Em giliyê wî dikin. Em dixwazin ku dadgerî jî di vê mijarê de hestyar be. Tevî vê yekê, em spasiyên xwe pêşkêşî hemû hevalên xwe yên jin ên li çar aliyê welêt destek dan çalakiya me dikin. Em vê heqareta li me hatiye kirin bi tundî şermezar dikin. Em bang li tevahiya jinên Îdirî dikin ku gilî bikin."

Uzgeç jî di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku heta hikûmet di ser bedena jinê re siyaseta xwe dewam bike ew ê protestoyên xwe yên demokratîk dewam bikin û got, "Li hemberî daxuyaniyên Serokkomar ên li dijî bedena jinê, wê rojê mafekî protestoya demokratîk hat bikaranîn. Ya hat kirin li gorî qanûnan û pîvanên exlaqî bû."