Di doza destdirêjiyê de 8 kes hatin girtin

Li Edeneyê keça 14 salî rastî dest dirêjiyê hatibû û têkildarî bûyerê de 8 kes hatin girtin.

Li Edeneyê keça 14 salî rastî dest dirêjiyê hatibû û têkildarî bûyerê de 8 kes hatin girtin.

Li navçeya Yumurtalik a Edeneyê ev demek ku keça 14 salî winda bû û 23 kesên ku hat gotin dest dirêjî keçikê kirine, piştî îfadeyên wan yên Emniyeta Polîsan sewqî dadgehê hatin kirin. Ji gumanbaran 8 kesên ku temenê wan di bin18’yî de bûn, piştî îfadeyên wan hatin girtin, hatin berdan û 16 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.  Dadger ji 16 kesî 6 kes berdan û têkildarî 8 kesan de jî biryara girtinê da.