PAJK: Rêya me ya azadiyê ya ber bi Tirkiyeya demokratîk vekirî be!

Koordînasyona PAJK'ê serketina hilbijartinê ya gelan pîroz kir û got, "Rêya me ya azadiyê ya ber bi Kurdistana Xweser a xwe dispêre şoreşa jinê, neteweya demokratîk û Tirkiyeya demokratîk a li ser bingeha biratiya gelan vekirî be!"

Koordînasyona PAJK'ê serketina hilbijartinê ya gelan pîroz kir û got, "Rêya me ya azadiyê ya ber bi Kurdistana Xweser a xwe dispêre şoreşa jinê, neteweya demokratîk û Tirkiyeya demokratîk a li ser bingeha biratiya gelan vekirî be!"

Koordînasyona PAJK’ê têkildarî encamên hilbijartinê daxuyaniyek nivîskî da û got: "Serketina hilbijartinê li jinan, Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û hemû gelên me yê li derveyî, gelên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn pîroz be.

Li Rêber Apo ku projeya HDP’ê ya bi paradîgmaya xwe ya civaka ekolojîk, jiyana hevbeş, neteweya demokratîk, demokrasî, wekhevî û xwe dispêra azadiya jinê, bi teşe kir, pîroz be. Ev serketina siyaset û xeta Rêber Apo ya ji sala 1993’an bi agirbestên yek alî û ji 2013’an heta niha stratejiya demokrasî û aştiyê ya Rojhilata Navîn-Tirkiyeyê pêş xistiye, ye."

'SERKETIN A GELÊ BERXWEDÊR Ê KURDISTANÊ YE'

PAJK’ê da xuyakirin ku serketina hilbijartinê, serketina gelê berxwedêr ê Kobanê, Şengal, Rojava û hemû xeta Kurdistanê ye û wiha berdewam kir: "Ev serketina bi hezaran şehîdên me yên qehremane. Xeta Arîn Mîrxan a ku xeta fedekar a Sakîne Cansiz, Sema Yuce û Zeynep Kinaci dewr girtiye.

'SERKETINA JINAN E'

Jinan bi têkoşîna azadiyê ya li dijî siyaseta zayendparêz, faşîzan a li dijî jinê, li dijî faşîzma netewe-dewletê, polîtîkayên komkujiya jinê, şîdet û çanda zayendî civakî û serdestiya mêr ketine hilbijartinê. Ji ber vê yekê jî serketina projeya HDP’ê serketina jinan e.  Derxistiye holê ku bêyî jinan projeyên demokrasiyê ti wateya wan tine, jiyan bi xwe jin e, afirînera civaka azad û demokratîk e, vîn û afirînera civaka azad e. Benda mêr bi her awayî têk çûye. Bila serketina hilbijartinê careke din li jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî pîroz be. Em hemû jinên xwe yên ku qezenc kirine pîroz dikin.  Her wiha em bajarên ku jin-mêr wekhev derxistine pîroz dikin.

Jin bi projeya HDP’ê ya stratejiya wekheviyê ket meclîsa Tirkiyeyê ya ji 550 kursiyî. Ev jî di encama ked û têkoşîna jinê de pêk hatiye. Projeya HDP’ê ji aliyê jinan ve hatiye teşekirin.

Ev ne lutfa kesekî ye.  Jin wê ji vir şûnde jî lez bidin rêxistibûna xwe û ne tenê di bin sîwaneya HDP’ê de wê hemû aliyê zayendperest ên Tirkiyeyê biguherin û wê bizanin ku nîvê meclîsê di bin temsiliyeta jinan de û xwe bigihînin meclîsa demokratîk a civakî. Têkoşîna parlamentê girînge û tevî vê divê civaka azad û demokratîk bê avakirin û divê rêxistinbûnên civakî yên ku jinê dike kirdeya civakî pêş bixînin û perwerde û sazî bên pêşxistin."

PAJK’ê di dewama daxuyaniyê de da zanîn ku hilbijartin serketina ciwanên bi îradeya xwe ya azad HDP tercîh kirine ye û got, "Her wiha bûye peyama guherîna bi kok a rexnekirina mîlîtarîzmê. Di hilbijartinan de berpirsyarî bi hatiye bicih anîn û rola civakî hatiye lîstin. Bila hilbijartin li ciwanên azadîxwaz, şoreşger, welatparêz û ciwanên Tirkiyeyê pîroz bikin.

Hilbijartin serketina gelên Tirkiye, Sûriye û Rojhilata Navîn û mirovahiya pêşdeçûyî ya cîhanê ye. 

'XEYALÊN DÎKTATORAN TÊK ÇÛYE'

Ji ber vê hilbijartinên 2015’an gelek girîng e. Pirsgirêkên bûne rojev, ne ji rêzê ne û normal in. Di vî alî de li dijî desthilatldariya AKP’ê ti muxalefet nehatiye meşandin. Rexneyên hatine kirin, têkoşîna hatiye meşandin ji bo guherîneke radîkal û bi kok û afirandina destpêka dîrokek nû hatiye kirin.  Gelê me AKP ya ku digot Kobanê li ber ketinê ye, xist.  Dersek mezin da Erodgan û xeyalên serokatiyê yê Erdogan têk biriye. Zîhniyeta AKP’ê ya piştgirî dida DAIŞ’ê mehkûm kiriye."

'SERKETINA BAWERIYAN E'

Serketina hilbijartinê serketina çîna bindest a civakê, karker, kedkar, bêkar, xizan, cotkar, hêzên çep û sosyalîst e. Serketina bindestan, serketina neteweyên li derve hatine xistin gelên Ermenî, Suryanî, Ereb, Laz, Çerkez, Rûm, Romen, serketina çandan û baweriyên Elewî û Êzidiyan e.

Weke ku tê dîtin xwediyê rasteqîn ê serketina hilbijartinê, jinên bi nasname û hebûna xwe re jiyan afirandine lê belê bi şîdet, şer û qirkirinê ya hêzên zordar ên mêr re li derveyî hatine hiştin û gel, çandên gelan û baweriyên çandî yên vê xakê ne. Rastiya Tirkiyeyê ya heyştê salî ji nû ve li li çanda dîrokî-civakî, li cewherê vegerandiye û vîna derxistiye holê dîroka hatiye berevajîkirin li ser hîmên xwe bê rûniştandin."

'EM Ê XWEDÎ Lİ WASIYETA ŞEHÎDÊN XWE DERKEVIN'

PAJK'ê bibîr xist ku her rojên pêvajoya hilbijartinê bi êrîşan re derbas bûne, 5 şehadet hatine dayîn, bi sedan birîndar çêbûne, zexta faşîst di asta herî bilind de weke polîtîkaya dewletê û faşîzma sivîl jî ji aliyê AKP'ê hatiye meşandin û destnîşan kir ku tevî vê yekê jî HDP'ê hilbijartin qezenç kiriye. PAJK'ê got, "Em diyar dikin ku em ê her tim di şopa şehîdên xwe de xwdî li wasiyeta wan derkevin, li pêşberî bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin, ji malbatên wan û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re şîfa xêrê dixwazin."

'AKP A NÎJADPERESTÎ, NETEWEPERESTÎ Û YEKPERESTIYÊ TEMSÎL DIKE HATIYE SEKINANDIN'

PAJK'ê diyar kir ku di hilbijartinên bi şert û mercên antî demokratîk, newekhev û mêtînger de, polîtîkayên zayendîperest ên li hemberî jinê, statuya mêtîngerkirina Kurdistanê, nîjadperestî, neteweperestî, feraseta tekparêzî û desthilatdariya AKP'ê ya van hemûyan temsîl dike, di sindoqan de hatine sekinandin û herî dawî ev yek destnîşan kir:

"Yên ku xwedine bi şîdet, zext, zor û benda bi rêjeyeke ji sedî 10'an re pêşî li vîna azad a gelan bigirin, ji aliyê jin, ciwan û tevahiya gelên me ve hatine astengkirin. Xwediyên rasteqîn ên welêt, afirînerên rasteqîn ên dîrokê, rehên jiyanî yên jiyanê, li dijî vê rêveçûna berevajî ya sed salî ya dîroka siyasî ya Tirkiyeyê sekinîne û bi awayekî gelekî zindî xwe nîşan dane. Gelên me biryardariya xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo, çareseriya dîrokî ya pirsgirêka Kurd, Tirkiyeya demokratîk, Kudistana azad-xweser û Rojhilata Navîn a demokratîk careke din nîşan dane.

Em gelê me yê li Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê yê ku bi ruhê yekîtiya neteweyî helwesta xwe ya hilbijartinê nîşan da, bi mîtîng, şahî, daxuyanî û meşan re dest û piştgirî da, kêfxweşiya serketinê parve kirin silav dikin û vê serketinê li tevahiya Kurdistanê û Kurdistaniyan pîroz dikin. Paradîgmaya Rêber Apo bi awayekî serketî ji hilbijartinê derketiye. Gelê me yê li çar parçeyan û derveyî welat û gelên neteweya demokratîk bi xurtî xwedî li vîna azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd derketine.

Rêya me ya azadiyê ya ber bi Kurdistana Xweser a xwe dispêre şoreşa jinê, neteweya demokratîk û Tirkiyeya demokratîk a li ser bingeha biratiya gelan vekirî be!"