'Serketina HDP'ê dikare bandorê li çarenûsa Kurdan bike'

Parlamentera berê ya Tevgera Goran Salih HDP pîroz kir û got, "Serketina HDP'ê serketina tevahiya Kurdan, hemû gelan û jinan e. Ji niha û pê ve wê ti kes nikaribe destketiyên Kurdan ji holê rakin."

Parlamentera berê ya Tevgera Goran Salih HDP pîroz kir û got, "Serketina HDP'ê serketina tevahiya Kurdan, hemû gelan û jinan e. Ji niha û pê ve wê ti kes nikaribe destketiyên Kurdan ji holê rakin. Hêvîdarim wê li Başûrê Kurdistanê jî êdî jin bi xurtî li qada siyasetê cih bigirin."

'SERKETINEKE DIKARE BANDORÊ LI ÇARENÛSA KURDAN BIKE'

Parlamentera berê ya Tevgera Goran Aştî Azîz Salih serketina HDP'ê ya hilbijartinê nirxand. Salih got, "Ev serketin ji bo me hemûyan cihê kêfxweşiyê ye. Di pêvajoya hilbijartinê me dan xuyakirin ku em piştgiriyê didin HDP'ê û di vî warî de me hewl dan berpirsyariyên xwe bicih bînin. Di dawiya dawî de HDP'ê bi kedeke mezin serketineke watedar bi dest xist. Ev serketin di wê astê de ye ku dikare bandorê li çarenûsa Kurdan bike. Bi têkoşîna piştî vê serketinê de wê êdî kes nikaribe Kurdan li rewşa berê vegerînin, nikaribe destketiyan ji holê rakin."

'DI SIYASETA KURD DE WÊ DEMEKE NÛ DESTPÊ BIKE'

Salih anî ziman ku serketina HDP'ê wê bandorê li hemû parçeyên Kurdistanê bike û got, "Hêvîdarim wê Kurd hemû vê serketinê weke ya xwe bibîne. Ev serketin serketineke mezin e. Ev serketin, ji bo li hev kombûna rêxistinbûyînên siyasî yên Kurd derfeteke mezin afirandiye. Ji aliyê azadiya Kurdistanê ve jî derfetên mezin bi xwe re aniye. Di dîplomasiya navneteweyî de m her tim hewl dan têkoşîna siyasî ya Kurdên li Bakurê Kurdistanê bînin ser ziman. Hêvîdarim wê ev yek wê derfetên nû ji bo siyaseta yekîtiya demokratîk bi xwe re bîne. Bi dîtina min ev serketin wê di siyaseta hemû Kurdan de demeke nû bide destpêkirin.

'WEKHEVIYA JIN Û MÊR DI PRATÎKA HDP'Ê DE XUYA KIR'

Salih bal kişand ser hejmara parlamenterên jin ên di bin sîwana HDP'ê de hatin hilbijartin û got, "Kesî ev neda jinan, jinan bi ked û têkoşîna xwe re ev serketin bi dest xist. Di serketina HDP'ê de rol û keda jinê rastiyeke nikare bê înkarkirin e."

Salih di dewama axaftina xwe de got, "Di pratîka HDP'ê de bi awayekî vekirî hat dîtin ku jin û mêr çawa dikarin di siyasetê de bi awayekî wekhev cih bigirin. Ji xwe ev yek rewşeke nû nîne. Jin bi salane ji bo vê têdikoşin. Hêvîdarim wê jinên li Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê ji têkoşîna jinên li Bakurê Kurdistanê dersên mezin derxînin. Bê guman jinên Kurd îro li Rojava jî destanan dinivîsînin. Li Bakurê Kurdistanê mînak; sîstema hevserokatiyê destketiya herî mezin e. Divê ev yek li parçeyên din jî bicih were anîn."

'PÊWÎSTE LI BAŞÛR TÊKOŞÎNA JINÊ BÊHTIR WERE PÊŞVEBIRIN'

Salih da zanîn ku li Başûrê Kurdistanê jin ev 25 sal in têdikoş in û bal kişand ser van xalan: "Lê mixabin têkoşîna jinê ya li vî parçeyî nekarî mîna ya li Bakur bi pêş bikeve. Jin mîna li qada şer li qada siyasetê jî li Bakur gihaştin hêzeke mezin. Hêvîdarim têkoşîna jinê ya li Başûrê Kurdistanê jî ji vê sûdê werbigire û bi heman rengî jin wê bi xurtî li qada siyasetê cihê xwe bibire."