Jin di 2. Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz de dicivin

Jinên li Swîsreyê dijîn bi şiyara "Em bi Rêbertiya azad re neteweya demokratîk ava dikin" di 14'ê Hezîranê de wê li 2. Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bicivin.

Jinên li Swîsreyê dijîn bi şiyara "Em bi Rêbertiya azad re neteweya demokratîk ava dikin" di 14'ê Hezîranê de wê li 2. Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bicivin. Jin wê li dijî zîhniyeta bi serdestiya mê bêjin "nasnameya me azadiya me ye."

Ji bo bîranîna yek ji kadroyên pêşêng ên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Swîsreyê, 2. Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz wê di 14'ê Hezîranê roja Yekşemê de li bajarê Swîsre Baselê pêk were.

Bi hezaran jinên di festîvala bi şiyara "Bi Rêbertiya azad re em neteweya demokratîk ava dikin" bicivin, wê dirûşma "Ji Kobanê heta Şengalê, ji Şengalê heta tevahiya cîhanê Sara nîşaneya berxwedana azadiyê ye" biqîrin.

Jin wê careke din nîqaş bikin ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan a civakeke ekkolojîk, azadîparêziya zayendî ya li dijî zîhniyeta serdest, ji bo jinên cîhanê tê çi wateyê.

2. Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz, ku wê diyarî cangoriyên di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li Rojava jiyana xwe ji dest dan, bi taybetî jî jinên YPJ'yî yên bûne nîşaneya berxwedanê were kirin. Tevî rêxistinên çep û sosyalîst ên Tirkiyeyî wê îsal rêxistinên jinan ên Swîsreyî jî bi awayekî girseyî beşdar bibin. Festîval wê di 14'ê Hezîranê Roja Yekşemê saet di navbera 11:00 û 19:00 de li Basel Claramattepark'ê pêk were. Der barê festîvalê de nûnera Tevgera Jİnên Kurd a Swîsreyê Rûken Jin agahî da.

HEMÛ AMADEKARIYÊN FESTÎVALÊ QEDIYAN

Jin da xuyakirin ku hemû amadekariyên teknîkî yên festîvalê qediyane û anî ziman ku festîval wê bi panela bi mijara "Di avakirina neteweya demokratîk de rola jinê" destpê bike. Jin diyar kir ku di nava tevahiya rojê de festîval wê xwedî bernameyeke dewlemend be û diyar kir ku ji bo zarokan jî li qada festîvalê cihekî lîstikê hatiye amadekirin.

"JI BO BI RENGÊ JINÊ EM JIYANA NÛ AVA BIKIN, EM DI FESTÎVALÊ DE BICIVIN"

Jin bibîr xist ku hem serketina Kobanê hem jî serketina HDP'ê dengekî mezin vedane û bang li hemû jinan kir ku bi vî ruhê serketinê li qada festîvalê bin. Jin banga tevlîbûnê kir û got, "Ji bo pûçkirina hemû polîtîkayên bi zîhniyeta serdestiya mêr tê meşandin, ji bo em bêjin em jî hene, ji em bêjin nasnameya me azadiya me ye, divê em li qada festîvalê bin."

Qiseker û panelîstên festîvalê wê li ser navê TJKE Rojda Yildirim, Parlamentera Berê ya HDP'ê Ayla Akat Ata, Wezîra Karên Derve ya Kantona Cizîrê Emîne Omer, Parlamentera Partiya Sosyalîst a Swîsreyê ya Kantona Baselê Sarah Wyss amade bin.

Di bernameya dewlemend a muzîkê de jî wê Yelda Abasî, Meral Tekçî, Zelal Gokçe û Silbus û Tarî derkevin ser dikê.

...