Yuksekdag: Serwer û zalimno we hê hêza rastî ya HDP’ê nedîtiye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a di 2. Mîhrîcana Jinan a Sakîne Cansiz de axivî got, kesên serketina HDP’ê hezm nekirine li Amedê serî li provokasyonan dane.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a di 2. Mîhrîcana Jinan a Sakîne Cansiz de axivî got, kesên serketina HDP’ê hezm nekirine li Amedê serî li provokasyonan dane.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a di 2. Mîhrîcana Jinan a Sakîne Cansiz de axivî got, kesên serketina HDP’ê hezm nekirine li Amedê serî li provokasyonan dane. Yukekdag bang li kesên serketina HDP’ê qebûl nekirine kir û got: “Serwerno, zalimno we hêza me ya rastî nedîtiye. Hê we nedîtiye bê me çi serketin qezenç kirine. Ji niha û şûn ve hûn ê bibînin bê HDP çawa li hember zaliman têdikoşe û serketinan qezenç dike.”
Di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Swîsre de, ji bo bîranîna yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê Fîdan Dogan, endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin 2. Mîhrîcana Jinan a Sakîne Cansiz li Claramattepark a girêdayî bajarê Basel ê Swîsre hat destpêkirin. Jinên ji danê sibehê ber bi qadê ve herikîn bi cil û bergên xwe yên herêmî qada mîhrîcanê rengîn kirin.
‘YÊN JI BO AZADIYÊ TÊKOŞIYAN QEZENÇ KIRIN’
Di saetên paşê yên mîhrîcanê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ji bo biaxive di nav coşeke mezin de derket dikê. Yuksekdag di axaftina xwe de serketina HDP’ê nirxand û got: “Me qezenç kir. Kesên li qadan ji bo azadiyê têkoşiyan qezenç kirin.”
Yuksekdag wiha dewam kir: “Em serketina 7’ê Hezîranê di serî de li jinên li Tirkiye û Kurdistanê li jinên li her cihî li ber xwe didin dikin diyarî. Em vê serketinê diyarî Sakîneyan, Arînan û li kesên li Rojavava li ber xwe didin dikin. Me ev serketin bi ruhê têkoşîna wan bi me da qezenç kirin bi ser xist. Ev serketin serketineke jinan e.”
Yuksekdag got, kesên serketina HDP’ê hezm nekirine li Amedê serî li provokasyonan dane. Yukekdag bang li kesên serketina HDP’ê qebûl nekirine kir û got: “Serwerno, zalimno we hêza me ya rastî nedîtiye. Hê we nedîtiye bê me çi serketin qezenç kirine. Ji niha û şûn ve hûn ê bibînin bê HDP çawa li hember zaliman têdikoşe û serketinan qezenç dike.”
Piştî axaftina Yuksekdag, hunermend Yelda Abasî, Meral Tekçî û Zelal Gokçe derketin dikê. Li ber muzîkê govend hat gerandin û bi dirûşman mîhrîcan bi dawî bû.