JIN
Hemû Nûçe
-
Li Baselê danasîna Weqfa Jinê ya Azad
Ji bo nasandina Weqfa Jinê ya Azad a li Rojava, li bajarê Swîsre Baselê civînek hat lidarxistin. Meîke Nack a li civînê peyivî got, "Em bawerim ku wê ji aliyê aborî, tenduristî û psîkolojîk ve bibe alîkar." -
Jin ketin ser rêya Cizîrê
Li ser banga Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê, jin ketin ser rêya Cizîrê. -
Ayten Yucel a ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin ber bi Kurdistanê ve hat oxirkirin
Ayten Yucel a ku ji ber xwest ji cihê bibe ji aliyê hevserê xwe ve li paytexta Swêd Stockholmê hat qetilkirin, duh bi merasîmekê ber bi Kurdistanê ve hat oxirkirin. -
Li Dusseldorf, Munchen û Viyanayê çalakiya 'edalet û heqîqetê'
Li bajarên Elmanya Dusseldorf û Munchenê, li bajarê Awûstûrya Viyanayê, ji bo ronîkirina komkujiya li Parîsê ya sê şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez lê hatin qetilkirin bê ronîkirin, çalakî hatin lidarxistin. -
'Ji bo azadiyê em ê bedena xwe bikin sîper'
Jinên bi çarşeva reş ên di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de bi tilîliyan li dijî êrîşên tîmên taybet derdiketin û li refên herî pêş ên berxwedana gel cih girtin dibêjin, "Ji bo azadiyê em ê bedena xwe bikin sîper." -
Nivîskar û akademîsyenên jin li Cizîrê ne
Koma Piştevaniya Jinê ya ji nivîskar û akademîsyenên Tirkiyeyî pêk tê, Cizîra Botan ziyaret kir. -
Gurcîstanê Aysen Fûrhoff serbest berda
Penabera polîtîk û welatiya Swêdê Aysen Fûrhoff a ji ber lêgerîna Tirkiyeyê bi rêya Înterpolê di 20'ê Hezîranê de li Gurcîstanê hat girtin, di 12'ê Îlonê roja Şemiyê de, bi biryara dadgeha nobedar serbest hat berdan. -
Polîsên Tirk gule berdan jina 80 salî
Hêzên çekdar ên dewleta Tirk, li navçeya Sûrê gule berdan Makbûle Ermîş a 80 salî û ew ji lingê wê ve birîndar kirin. -
Encamnameya Konferansa Berxwedanê ya YPJ Kobanê hat aşkerakirin
Encamnameya Konferansa Berxwedanê ya YPJ Kobanê ji çapemenî û raya giştî re hat aşkerakirin. -
Li Fete de l'Humanite, Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin bîranîn
Di çarçoveya Fete de l'Humanite, Komeleya Piştgiriyê ya Fransa-Kurdistan ji bo bîranîna şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiyek lidar xist. -
Li Fete de l'Humatine têkoşîna Rojava û Jinên Kurd hat vegotin
Nûnera Tevgera Jinên Êzidî Leyla Boran û Hevseroka Meclîsa Gel a Rojava Sînem Mûhammed, li bin konê Kurdistanê yê li Fete Humanite hat vedan, têkoşîna Rojava û Jinên Kurd vegotin. -
Jinan li Londrayê ji bo Cizîrê bi Rêxistina Efûyê re hevdîtin pêk anîn
Koordînasyona Jinan a HDP’ê ya Londra ji bo balê bikişînın ser pêkanînên dij mirovî yên 9 roj in li Cizîrê didomin, li ber Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî çalakiyek li dar xistin. -
Ji Jinên Hopayî çalakiya ji bo Cizîrê
Jinên Hopayî li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên bi hinceta îlana xweseriya demokratîk li dijî gelê Cizîrê pêk tîne, çalakî li dar xistin û gotin "Deng bidin Cizîrê". -
Li Danîmarkayê çalakiya jinan a ji bo Cizîrê
Ji bo balê bikişînin ser berxwedana Cizîrê, jinên Kurd li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, li qenala TV2 News ji bo nîv saetê çalakiyek lidar xistin. -
Jinan li Essenê komîsyona hilbijartinê ava kirin
Li bajarê Elmanya Essenê, jinan komîsyona hilbijartinê ya HDP'ê ava kirin û dest bi xebatên xwe kirin. -
PAJK'ê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan silav kir
Koordînasyona PAJK'ê, greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'î ya ji bo xurtkirina berxwedana gel, silav kir. PAJK'ê got, "Azadiya Rêberê me sedema têkoşîn û jiyanê ye." -
Jinan li Wanê Gotin ‘Ji Şer re na’
Ji aliyê Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan bi şîara ‘Denge jinê wê şer bêdeng bike’ li Wanê daxuyaniya çapemeniyê û çalakiya rûniştine pek anî. Bi sedan jinen tevlî çalakiye bûn banga, ‘Werin em bi hev re şer rawestînin’ kirin. -
Ji jinan çalakiya dagirkirinê
Endamên Platforma Jinên Sererdê, Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Civakê ya Bajarê Mersînê dagir kirin. Polîsan jin derb kirin û binçav kirin. -
Jin ji bo aştiyê li Wanê derdikevin qadan
Pêkhateyên KJA ya Wanê diyar kirin ku bi dirûşma, "Dengê jinê wê şer bêdeng bike” wê derketin qadan. -
Cenazeyê Bûrak a ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin hat veşartin
Cenazeyê Gulîzar Bûrak a li Mersînê ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin, bi qîrîna dirûşmeyan hat veşartin. -
Li Hambûrgê çalakiya edaletê
Jinên Kurd ên li Hambûrgê, ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ji aliyê MÎT'ê ve di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, daxwaza edaletê kirin. -
Dayikên Aştiyê sefaretxaneyên NY û Îngîltere ziyaret kirin
Meclîsa Dayikên Aştiyê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên Enqereyê de sefaretxaneyên NY û Îngîltere ziyaret kirin. -
Leşkerên Tirk li sînorê Sûriyeyê tecawizî jinekê kirin
Jina bi navê L.B a Fîlîstînî ya dixwest ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bibe got ku leşkerên Tirk tecawizî wê kirine. Têkildarî mijarê dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin. Bavê L.B. jî rastî îşkenceya leşkeran hat. -
Ji jinên rû li ken ji bo Kevser Elturk li Dusseldorfê çalakî
Ji bo Kevser Elturk (Ekîn Wan) a ji aliyê artêşa Tirk ve bi îşkenceyê hat qetilkirin û cenazeyê wê hat teşhîrkirin, komek ji jinan li bajarê Elmanya Dusseldorfê çalakî lidar xistin. -
Ji 103 rêxistinên jinan û LGBTÎ deklarasyona 'ji şer re na'
Bi wesîleya Roja Aştiyê ya Cîhanê 103 rêxistinên jinan û LGBTÎ li Taksîm Hîll Otelê hatin cem hev û deklarasyoneke hevpar weşandin. Di deklarasyonê de bêdengkirina çekan û vegera li pêvajoya çareseriyê hat kirin.