Cenazeyê Bûrak a ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin hat veşartin

Cenazeyê Gulîzar Bûrak a li Mersînê ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin, bi qîrîna dirûşmeyan hat veşartin.

Cenazeyê Gulîzar Bûrak a li taxa Şevket Sumer a li navçeya Mersîn Akdenîzê li pêş çavên zarokên xwe ji aliyê hevserê xwe ve bi çekê hat qetilkirin, ji aliyê jinan ve hat veşartin.

Jinên danê sibehê li ber Mizgefta Nûr a Taxa Guneşê civiyan, li benda anîna cenazeyê Bûrak sekinîn. Piştî otopsiya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Zanîngeha Mersînê, wecîbeyên olî li Mizgefta Nûrê bicih hat anîn û cenaze bi konvoya ji sedan wesayîtan birin Goristana Guney Kentê.

Jinan darbest hilgirtin ser milan û bi qîrîna dirûşmeyan hat veşartin.